Sêşem, Adar 9, 2021
Zêdetir

    Di nav şer û şoreşê de perwerde

    Dibe ku hin caran di fîlm an jî belgefîlman de em rewşa welatekî bibînin ku di nav şer de ciwanan perwerde dike. Dema em bala xwe didin Rojava, tişta ku heta niha di wan fîlman de jî nehatiye xeyalkirin, bi awayekî şênber tê jiyîn. Belkî jî wek fîlozofê amerîkî Noam Chomsky dibêje ‘şoreşa rojeva mûcîzeyek e’ û parçeyekî vê mûcîzeyê jî zanîngeha Rojava ye. Em bala xwe bidin cîgirê hevserokatiya zaningehê Aram Hesen ka der barê kar û xebatên wan de çi dibêje.

    Hûn dikarin hinekî qala pêvajoya zanîngeha Rojava bikin, di nav şert û mercên çawa de zanîngeh ava bû?

    Zanîngeha Rojava di sala 2016‘an li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Qamişlo, hat damezirandin. Armanca wê pêkanîna pêwîstiyên herêmê ji hêla cîbicîkirina pêwîstiyên zanistî û amadekirina pisporên di warên cur bi cur de ye.

    Derfet ji bo xwendekarên Rojava û Bakur û Rojahilatê Sûriyeyê re ava kir da ku xwendina xwe temam bikin. Her wiha bû derfet ji bo xwendekarên ku ji ber şerê li Sûriyeyê xwendina xwe berdewam nekirin.

    Bêguman zanîngeh di şert û mercin ne normal de hat damezrandin, yanî di rewşeke ku hebûn û tunebûna me di nîqaşê de bû her wisa ku jiyîn bixwe zehmet bû. Carnan di rojekê de bi dehan şehîdên ku ji bo parastina vê axê canê xwe didan, ji bo pakrewanagehan dihatin veguhastin. Di rewşeke wisa de li kêleka gelek saziyan, zanîngeha Rojava jî hat damezrandin. Lewma ji hêla derfet û îmkanan ve kêm û kurtî pir bûn, heta di peydakirina akademîsyen, pispor pir zehmetî dihatin kişandin. Her wisa ji ber şert û mercên şer, gef û ambargoya li ser Rojava di hêla madî de jî zehmetî hebûn, lê niha piştî derbasbûna 4 salan rewş bi ser hev de tê û ji gelek aliyan ve tekûz dibe.

    Wek tê zanîn, bi hişmendiyeke cuda hûn pergaleke alternatîf diafirînin. Çi ne taybetmendiyên zanîngeha Rojava?

    Rêgez û bingeha zanîngehê ji hêla wanedayîn û pergala nirxandinê ve ji yên din cuda ye. Nirxandin di vê pergalê de pêvajoyeke berdewam û her timî ye ku xwendekar û mamoste xwe tê de dibînin. Pergala nirxandinê ya zanîngeha Rojava pêvajoyên perwerdeyê ji hev qut nake. Mamoste ne tenê di dema ezmûnan de, lê di hemû pêvajoyên xwendinê de bi xwendekaran re têkildar in û wan dişopînin. Di dem û cihê xwe de bi xwendekaran re dibin alîkar û berê wê/î dide serkeftinê. Bi rê û rêbazên afrîner mijarên perwerdeyê bi xwendekaran dide naskirin. Ne tenê agahî, lê rêbazên xwegihandina agahî û rêyên çareseriyê jî nîşan dide û têdigihîne.

    Zanîngeh li ser bingeha Neteweya Demokratîk, azadiya jinê, civaka ekolojîk û çêkirina têkiliyên hezkirin û biratiyê di navbera pêkhateyan de hatiye avakirin. Paradigmaya zanîngeha me civakek demokratîk esas digire. Zanîngeh bi rêya meclisa zanîngehê ya  ji hevserokên zanîngehê û hevserokên fakulte û peymangehan pêk tê, her wiha hemû pêkaheteyên zanîngehê cihê xwe tê de digirin, bi rê ve diçe, her wiha berdevkên xwendekaran jî di meclisê de nûnertiya xwendekaran dikin.

    Materyalên zanîngehê çawa tên amadekirin û hûn ji kîjan çavkaniyan sûdê werdigirin?

    Weke tê zanîn li zanîngeha Rojava materyalên taybet tune ne. Lewma di destpêka damezrandina zanîngehê de, di hemû beşan de komîte hatin avakirin ji bo diyarkirina wane û materyalên ku pêwîst e di her beşekê de bên dayîn. Her wisa di hin beşan de jî ji bo her materyalekê komîte hatin avakirin ji bo diyarkirina naverok û mufredatên materyalê, di amadekirina muferdatan de xwe dispartin materyalên zanîngehên din û çavkaniyên cur bir cur, lê di hin beşan de jî mîna beşa ziman û wêjeya kurdî, naverok ji nû ve hat nivîsîn, lewma di vî warî de jî zehmetî dihatin kişandin. Hêjayî gotinê ye ku ev bû demek, girêdayî zanîngeha Rojava navenda amadekirina çavkaniyên zanîngehê hatiye vekirin û ev navend niha li ser amadekirina çavkaniyan dixebite, ji bo ku bi demê re ev pirsgirêk jî çareser bibe û çavkaniyên taybet li zanîngeha Rojava bên amadekirin.

    Kesên wek Davîd Graber serdana zanîngehê kirin û di demek nêz de feylesofê amerîkî Noam Chomsky jî bi rêya zoomê beşdarî paneleke zanîngeha we bû. Ev yek bandoreke çawa li xwendevanan dike û armanca we ji vê çi ye?

    Di nav van çar salên buhirî de, zanîngehê bala gelek akademîsyenên cîhanê kişand ser xwe. Ji ber ku paradîgma û sîstema alternatîf a dûrî sîstema kapîtalîst em dixwazin bi cih bînin ku azadiya jinan esas digere. Her wiha amadekirina kesên ku ji bo civaka xwe bibin xizmetkar û bi pêş bixin. Lewma kesên alîgirên vê paradîgmayê li cîhanê piştgiriya xwe nîşan didin. Yek ji wan ramanwerên navdar Davîd Graber bû ku serdana zanîngehê kir û di komxebata bi navê ‘Perwerde û Zanîngeha Azad û Demokratîk’ de bi nêrînên xwe beşdar bû. Her wiha beriya çend rojan jî ramanwerê bi nav û deng Noam Chomsky semînerek ji bo zanîngehê pêşkêş kir, bêguman piştgirî û tevlîbûna kesayetên wisa girîng e.

    Têkiliyên we bi zanîngehên din ên cîhanê re hene gelo? Heger hebin, di çi astê de ne û li ser kîjan mijaran?

    Têkilî bi gelek zanîngeh, akademî,  akademîsyen û saziyên perwerdehiyê yên cur bi cur re tên danîn. Mînak, rêkeftinek di navbera zanîngeha Rojava û zanîngeha Parma ya Îtalyayê de hat îmzekirin.

    Têkilî di navbera zanîngehê û Enstîtuya Kelepora Kurdî ya Silêmaniyê re hene.

    Zanîngeh beşdarî konferansa cîhanî ya Toreya Roja Erda Cîhanê ya bi sernavê ‘Rola Ciwanan’ di pêşxistina çanda ekelojiyê de bû.

    Di encama kampanyaya zanîngehê de ku 19’ê Tîrmehê dabû  destpêkirin, ji bo piştgiriya bi zanîngehê re nêzî 150 akademîsyenên ji welatên cuda amade bûn û di warê zanist û perwerdeyê piştgiriya xwe nîşan dan.

    Bi Enstîtûya Kalîfornaya re rêkeftinek hat îmzekirin. Rêxistina Gav ya li Fransayê, wê projeyekê amade bike ji bon alîkariya bi zanîngehê re.

    Plansaziyeke hevbeş a semîneran bi zanîngeha Emden Leerê re, beşa tenduristî û karên civakî û beşa Jineolojî hatin nîqaş kirin û erêkirin. Plansaziyê 8 cotmehê dest pê kir.

    Her wiha di demeke nêz de wê rêkeftinek bi zanîngeha Washingtonê re jî bê îmzekirin, her wiha hevdîtinên cur bi cur li gel akademîsyen û saziyan tên kirin. Armanca van hevdîtin û rêkeftinan karbeşî û alîkariya wan zanîngehan e. Di hemû warên pêwîst de; zanist, perwerde, peydakirina çavakaniyan û hwd.

    Hişmendiya zayenda civakî li zanîngehên pergalê û li nav civakê serdest e. Zanîngeha Rojava li mijara zayenda civakî çawa dinêre û di perewerdeya we de cih digire yan na?

    Zanîngeh li ser pergala hevserokatiyê (jin û mêr) hatiye avakirin. Di fakulteyan de hevserokatî heye. Nûnertiya jinê di rêveberiyê de û bi giştî li zanîngehê gihîştiye rêjeyeke bilind, ango heman pergal e ku di Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û rojhilatê Sûryayê de heye.

    Biryar di zanîngehê de, di derheqê kar û xwendekaran de ji hêla encumenê ve tê girtin.

    Fakulteya Jineolojiyê li zanîngeha Rojava mînaka yekemîn e li cîhanê. Fakulte sala 2017’an hat sazkirin. Jineolojî zanista jin û jiyanê ye. Armanca wê ew ku wateya rasteqîn û ji nû ve danasîna jinê û jiyanê bike. Jineolojî zanista jiyana hevbeş a azad e.

    Destpêkirina şoreşeke ramanî ye li hemberî heşmendiya zayendperest a li civakê serdest e û belav bûye. Her wiha ji bo şoreşa jinê di vê sedsalê de bibe bingeh, jineolojî zanisteke nû.

    Ji aliyekî din ve, hewl dide têkiliya di navbera mêr û jinan de, li ser bingeha wekehevî û azadiyê ava bike. Yek ji cudahiyên zanîngehê ew e ku li zanîngeha Rojava, di beşên din de jî dersên jineolojî û ziman û wêjeya kurdî hene.

    Her wiha Mecilsa Jinan a Xweser di zanîngehê de heye û di meclisa giştî de jî berdevka xweser nûnertiya jinên zanîngehê dike. Wekî din jî di hemû polên zanîngehê de berdevkeke jin jî heye.

    Li dîasporayê di gelek waran de reweşenbîr û zanayên kurd hene. Ji bo sûdê ji wan werbigirin tu hewldan û xebatên we hene gelo?

    Di nav têkilyên ku tên danîn de, bêguman têkilî bi gelek rewşenbîrên kurd ên li dîasporayê re jî hene û niha hin ji wan wê di warê xwendina bilind a niha zanêngehê amadekariyên wê dike, wê alîkar bin. Dîsa jî ne di asta ku tê xwestin de ye. Lewma bi rêya rojnameya we bang li hemû pispor û akademîsyenên kurd ên li dîasoprayê dikin ku di milê zanistî û akademîk de bi zanîngehê re alîkar bibin alîkar.

    Li aliyekî şer heye û li aliyê din jî hûn xebatên zanistî dikin û pergala perwerdeyê bi rê ve dibin. Zor, zehmetî û kêmasiyên perwerdeyeke bi vî rengî çi ne?

    Zehmetiya me ew e ku Rojava ne di rewşeke aram de ye. Gelek caran bi sedema şer û rewşa ewlehiyê de perwerdeya zanîngehê tê rawestandin. Lê belê hema ji destpêka şoreşa Rojava ve, ev her du xet bi hev re dimeşin; li kêleka serkeftinên leşkerî, di warê perwerdeyê de jî gelek destkeftî hatin bidestxistin.

    [accordions]
    [accordion title=”Aram Hesen kî ye?” load=”show”]Cîgirê hevserokatiya zanîngeha Rojava ye. Ji Qamişlo ye. Li zanîngeha Helebê beşa ziman û wêjeya erebî û peymangeha zanistên perwerdeyê xwendiye. Ji destpêka zanîngeha Rojava ve di rêveberiya fakulteya wêjeyê de ye. Berê carnan li beşa wêjeyê dersa pexşan û wegerê daye lê piştî peywira cîgiriyê û ji ber karên rêveberiyê ew niha dersê nade. Ev salek û nîv e, wekî cîgirê hevserokatiya zanîngehê li ser peywirê ye.[/accordion]
    [/accordions]