24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di nav şoreşê de reqsa azadiyê

Li ser rûyê erdê yanî piştî avakirina pergala mêran a di nav civakan de, tu civak nema ku rastî êrîşan nehatiye û beramberî van êrîşan tu civak jê nemaye ku şerê azadiyê nekiriye. Nemaze, di şerê azadiyê de ku civak li hemberî dagirkeriyê didin meşandin, tiştê ku bala mirovan dikişîne û li rûpela dîrokê tê nivîsandin, di nav şerê şoreşê de pêkhatina hin şoreşan e. Bi taybetî jî jin şerê çekdarî ji bo azadiya civaka xwe didin meşandin, her wiha di qadên cuda de jî şerê azadiyê geş dikin.

Yek ji van civakan jî gelê kurd e ku hê jî şerê azadiyê dide meşandin. Ev bi salan e gelê kurd, li her çar parçeyan, li dijî dagirkeriyê ji bo azadiyê şer dike. Di vî şerî de, di nav civakê de gelek guhertinên di asta şoreşê de pêk hatin û hê jî pêk tên. Bi taybetî jî jinên kurd, di nav şerê giştî de şerê cewherî jî pêk anîn. Jinên kurd nexasim di şerê azadiyê de, li hemberî hişmendiya civakê, ya ji aliyê mêran ve hatiye avakirin, şerê xwe yê herî mezin dike.

Nemaze piştî pêkhatina Şoreşa Rojava jinên kurd ketin rojeva cîhanê û navê xwe li dîrokê nivîsandin. Jinên Rojava ku ji aliyê leşkerî ve bûn rojev, pişt re bi rêxistinbûn û çalakiyên xwe yên civakî bûn rojeva jinên cîhanê. Jinên Rojava piştî avakirina Rêveberiya Xweser, vê carê berê xwe dan pêkanîna şoreşa herî mezin ku misogerkirina şoreşa azadiyê ye. Yanî jinan berê xwe dan wê yekê ku di her qadê de rêxistinbûna jinan xurt bikin. Ji ber ku wan dizanibû, heta jin derveyî qada leşkerî di qadên din de neyên birêxistinkirin dê nikaribin azadiya xwe bi dest bixin. Di nav 10 salên şoreşê de jinan, di her qadê de xwe bi rêxistin kirin, bi vê rêxistinbûna xwe civakê guhertin û di cîhanê de bûn yek ji mînakên herî şênber.

Yek ji van qadan ku jinên Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê xwe tê de bi pêş xistin, bi nêrîna xwe civakê guherandin, qada hunerê ye. Di qada hunerê de jin cihê xwe li herî pêş digirin, bi kar û xebatên xwe azadî û serkeftina xwe nîşan didin. Carinan bi helbestekê, carinan bi wêneyekê, carinan bi straneke, carinan bi reqsa xwe û hwd. şerê xwe yê azadiyê tînin ziman.

Di qada hunerê de mînaka herî dawî hefteyeke berê li Qamişloyê xuya bû. Li Qamişloyê jina bi navê Nazik Elî li kolanên ku ji ber vîrûsa koronayê vala bûbûn dansa baleyê kir. Dibe ev mînakek biçûk be, heta dibe ku li ber çavan neyê dîtin jî. Lê di nav şer û pevçûnan de nîşandayîna aliyekî jiyanê jî gelek girîng e. Bi taybetî jî nîşandayîna hunerê ya ku ji aliyê jinekê ve zehf girîng e.

Bi kurt û kurmancî tenê ev mînaka biçûk jî nîşan dide ku jinên Rojava, jinên şoreşê di nav jiyana civakî de jî bi reqsa xwe şoreşa xwe ya guhertina civakî pêk tînin.

Reqsa jinên Şîliyê

Li aliyekî din, divê neyê jibîrkirin ku beriya du salan jinên Şîliyê jî tundî, destdirêjî û tacîzên li hemberî jinan, bi reqsa xwe (Las Tesîs) şermezar kiribûn û ev reqsa jinan bû rojeva jinên cîhanê û raya giştî ya cîhanê. Piştî Şîliyê li gelek welatên din jî jinan bi heman permofmansê çalakiyên şermezarkirinê pêk anîbûn.