20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di nava 50 salan de dê gelek xurek tune bibin

Di rojeva cîhanê de her tim bi giştî rojeva polîtikayê derbasdar e û ji bilî polîtîkaya ku serdest bikar tînin tu rojev zêde balê nakşînin. Lê helbet rojeva herî girîng wisa xuya dike ku germahiya kurewî ye. Bi polîtikayên dewlet û hikûmetan di encama şerên kîmyewî de xweza tê talankirin û bi vê yekê ve girêdayî germahiya kurewî jî zêdetir dibe.

Germahiya kurewî her çiqas ku di rojeva gelek dewletan de tune be jî pêşeroja mirovahiyê di asteke xetere de ye û hewce ye bibe rojeva sereke. Gerstêrk di nav guherîneke kurewî de ye û her diçe avhewa û cureyên florayê diguhere. Li gel vê yekê jî germahiya kurewî hatiye asteke ku di nava 50 salan de dê kokê gelek cureyên nebatan, xwarin û hwd. tune bibin.

Li gor lêkolîneran di nava 50 salan de dê êdî gelek xurek tune bibin û bi vê yekê ve girêdayî koçberî, xela û birçibûn xetereya herî mezin a cîhanê be.

Têkildarî mijarê roportora berê ya Neteweyên Yekbûyî ya Mafên Xurekan a Taybet Prof.Hîlal Elver axivî. Elver diyar kir ku bi boneya parastina xwezayê divê mirov ne tenê roja îro li gor 50 salên pêşiya xwe bifikire û li gor tev bi gere û wiha got: “Berovajî vê yekê di nava 50 salî de dê ji nifşên nû re gelek cureyên xwarin û nebat nemînin. Ji ber ku germahiya avhewayê dê herî zêde bandorê li sektora cotkarî û xurekan bike.”

Hîlal Elver ragihand ku germahiya kurewî herî zêde bandorê dê li xurekan bike û ev tişt anî ziman: “Ji ber ku hin cureyên xurekan pir hesas û naîf in dê di nava 50 salan de ji çay, qehwe, kakao, birinc, avokado, mûz, tirî heta garisan dê tune bibin.”