19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di navbera Çîn û Taywanê de nakokiya dîrokî

Kakil û cewherê nakokiya dîrokî ya di navbera Çîn û Taywanê de di rastiya ku Çîn Taywanê wekî parçeyekî ku jê veqetiyaye û divê lê vegere dibîne de veşartiye. Lê piraniya gelê Taywanê  ne wekî Çînê difikire û ew dibînin ku neteweyeke wan a cuda heye.

Dema mirov li kûrahiya dîrokê mêze bike wiha tê zanîn ku kesên pêşî li Taywanê bi cih bûne qebîleyên Ostonîziyan in ku ji başûrê Çînê çûne wir.

Dema ku Impratorê çînî yekîneyekê dişîne herêmê da ku bibîne çi li wir heye, li vê giravê bi cih dibe. Cara pêşîn di sala 239’an de di tomarên Çînê de hatine xuyakirin.  Taywan piştî sederma ku koloniya Holandayê bû (1661-1624), di salên (1683-1895)  ji alî malbata Tişîng ya çînî ve dihate birêvebirin.

Di destpêka sedsala 17’an de gelek malbatên çînî ji ber zilm û zorê û şertên xwedîkirinê koçî Taywanê kiribûn. Li wir bi cih bûbûn. Koçberî zêde bû. Koçber bi taybetî ji qebîleya Haka û Giwandog bûn ku niha piraniya Taywanê ji wan pêk tê. Di şerê 1895’an ê di navbera Çîn û Japonyayê de, japonî bi ser ketibû û Taywanê xistibû bin desthilatdariya xwe.

Di şerê cîhanê yê duyemîn de Japonyayê dest ji hemû axa ku ji Çînê girtibû berda û di encama serkeftina Çînê de desthilatdariya xwe li ser Taywanê ferz kiribû û vê carê bi erêkirina Ingilîstan û DYA’yê.

Di salên 1980’yî de piştî ku pergala (yek welat û du pergal) hate bikaranîn têkiliyên di navbera Çîn û Taywanê de baş bûbûn. Ev pergal ji bo teşwîqkirina Taywanê bû da ku vegere hembêza Çînê. Lê Taywanê ew yek red kir.

Di sala 1991’ê de Taywanê diyar kir ku dawî li şerê di navbera wan û Çînê de hatiye. Piştî wê hevdîtin di navbera her du aliyan de dest pê kirin. Lê ji ber Çînê nûnerên Taywanê wekî nûnerên fermî ê wî welatî nedipejirand, ew hevdîtin bi dawî bûn.

Di sala 2000’î de Taywanê Tşîn Şoy yê ku alîgirê serxwebûnê bû, wekî serok hilbijart. Di sala 2004’an de Çînê qanûna li dijî cudakariyê derxist û li gorî wê qanûnê; heke Taywan bikeve nav hewldana serxwebûnê, mafê Çînê heye ku (Bi her awayî) li dijî Taywanê bikeve nava tevgerê.

Di sala 2008’an de Ma Ying-Jeou wekî serok hate hilbijartin û wî hewl da ku têkiliyên baş bi Çînê re bike. Piştî 8 salan ango di sala 2016’an de Tsai Ing-wen wekî seroka Taywanê hate hilbijartin û heta niha berdewam dike. Tsai Ing-wen seroka partiya (DPP) ya meyldara serxwebûnê ye û bi hilbijartina wê re dîsa têkiliyên di navbera wan û Çînê de xera bûn.

Ji demê de Çînê her ku çû zextên xwe li ser Taywanê zêde kirin û hê jî ew zext berdewam dikin.