18 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di navbera sînoran de asê man!

Penaber û koçber li dijî şer, pevçûn û xizaniyê derketin rêwitiyeke nediyar. Rêwîtiya penaberan her tim bû amûra siyaseta welatan. Niha jî bi hezaran penaber di navbera du sînoran de asê mane

Li Tirkiyeyê 5 milyon 678 hezar û 800 penaber û koçber dijîn. Piştî leşkerên tirk li Idlibê mirin rayedarên Tirkiyeyê daxuyanî dan û gotin deriyê sînor hatine vekirin û penaber dikarin biçin. Piştî daxuyaniyê bi dehhezaran penaberan berê xwe dan deriyê sînor. Rewşa penaberan niha di rojeva cîhanê de ye.

Her penaberek bi xeyaleke cuda bi rê dikeve û mirinê dide ber çavên xwe. Lê di her rêwitiyê de xeyal pêk nayên. Ji ber ku di her qonaxa ku xwe digihînin de êdî xeyal têk diçin û tenê fikara mayîna li jiyanê dimîne. Şer, pevçûn û xizanî sedemên sereke ne ku penaber welatên xwe diterikînin. Êdî li welatê xwe li benda mirinê nasekinin û ber bi mirinê ve bi rê dikevin.

Sala 2019’an Organîsazyona Karên Civakî û Aborî ya Neteweyên Yekbûyî der barê penaber û koçberan de raporek aşkera kiribû. Li gor raporê li cîhanê 272 milyon penaber û koçber hene. Di raporê de tê gotin ku li Tirkiyeyê her ku diçe hejmara penaber û koçberan zêdetir dibe. Li gor rapora 2019’an 5 milyon 678 hezar û 800 penaber û koçber li Tirkiyeyê dijîn. Lê belê sala 1990’î ev hejmar milyon û 163 hezar û 700 bû. Sal bi sal hejmar zêdetir bûye.

Wargeha  koçberan…

Welatê ku herî zêde dibe wargeha koçber û penaberan jî bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê ye. Lê rawestgeha yekem jî bajarê Wanê ye. Her koçber û penaberek çîrokek wê/î heye. Penaber û koçber li cihê ku dimînin bi êrîşa zayend, nijad, ol û neteweyî re rûbirû dimînin. Lê belê li vir polîtîkayên dewletan jî hêzê didin van êrîşan. Çend mafên penaber û koçberan bi qanûn û pêymanên navneteweyî hatibin teqezkirin jî ev qanûn pêk nayên.

Nikarin mafê xwe biparêzin

Mafê her penaber û koçberî/ê heye ku ji mafê perwerde, tenduristî, civakî û kar sûdê werbigire. Lê ev tişt wekî ku tê gotin nabe. Bi taybetî binpêkerina mafan herî zêde di qada kar de pêk tê û bi heqdesteke kêm di nav şert û mercên herî nebaş de dixebitin. Nikarin mafên xwe biparêzin. Di çîroka penaberî û koçberiyê de rewşa zarok û jinan bêtir xirab e. Zarok ji ax, ziman, çanda xwe û mafê xwe yê perwerdeyê dûr mezin dibin û dibin biyaniyên biyaniyan. Lê herî zêde jin ji destpêka rêwitiya xwe heta dawiyê bêhêvî ne. Ji ber ku kiryarên herî dijwar li hemberî jinan tên kirin.

Ji ber vê sedemê Tirkiye ji bo Ewropayê li cihekî kritîk e. Di navbera dewletan de lihevkirineke polîtîk heye û berjewendiyên dewletan bêtir li pêş in. Li vir jî penaber wekî amûrên siyasetê tên bikaranîn. Piştî ku li Idlibê leşkerên tirk mirin, şantaja penaberan ku Tirkiyeyê her tim li hember Ewropayê bi kar dianî, vê carê kir meriyetê.

Tirkiye, ji bo çûyîna penaberan a Ewropayê deriyên sînor vekirin û astengiyên li pêşiya derbasbûna penaberan ji holê rakirin. Bi dehhezaran penaber ji otogara Esenler a Stenbolê û li gelek cihên din ên Stenbolê kom bûn. Fîrmayên otobusan ji 5 deqîqeyan carekê otobus tije kirin û penaber şandin Edîrneyê. Ev rewş bi dîmenên medyaya civakî belav bû her derê cîhanê. Tiştên ku berê bi dizî dihatin kirin, êdî bi aşkera hatin kirin û qad ji bazirganên mirovan re vebûn. Hiqûq, maf, jiyan û mirovahî li vir têkçûyîna xwe bi zelalî raxist ber çavan.

Trajediya penaberan

Bi dehhezaran penaber dîsa li pey xeyalên Ewropayê çûn deriyê sînor ê Kapikûleyê yê Edîrneyê. Penaberên ku ji aliyê Yewnanistanê ve destûr nayê dayîn derbas bibin, bi muameleyên nebaş û êrîşan re rûbirû man. Penaber di navbera her du sînoran de asê man. Dîmenên çûyîna penaberan û dîmenên penaberên li Edîrneyê sekinîne trajediyek nîşan da.

Wezîrê Karên Navxweyî yê Trikiyeyê Suleyman Soylu, diyar kir ku Tirkiye astengiyên li hemberî penaberan ji holê rakirine û penaberên ku dixwazin biçin Ewropayê dikarin biçin. Li gor Soylu heta niha 136 hezar û 776 penaber ji Tirkiyeyê çûne welatên Ewropayê.

Serokwezîrê Yewnanistanê Kyriakos Mîçotakîs, jî diyar kir ku penaberên piştî vekirina deriyê Tirkiyeyê bi rêyên “qaçax” derbasî welatê wan bûne dê paşde vegerînin.

Her wiha Wezîrên Karên Hundir ên 27 welatên Yekitiya Ewropayê bi civîneke lezgîn deklarasyoneke hevpar weşand. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Yekitiya Ewropayê, zexta koçberan a Tirkiyeyê ku bi armanca siyasî tê kirin bi tundî red dike. 27 welatan her wiha bang li Tirkiyeyê kir ku xalên peymana di sala 2016’an de li ser krîza penaberan hat amadekirin bi cih bîne. Ewropiyan piştgiriya xwe ya ji bo Yewnanistanê dubare kir.

Berjewendiyên xwe diparêzin

Welatên Ewropayê der barê mijarê de daxuyanî da lê belê tu welatan behsa trajediya ku li ser sînor tê jiyîn nekir. Her welat xwe difikire û naxwaze xwedîtiyê li koçber û penaberan bike. Di şîrove û daxuyaniyan de derdikeve holê ku mijar ne rewş û trajediya penaberan lê li ser parastina berjewendiyên welatan e. Ev mijar xuya dibe ku dê demek dirêj di rojevê de bimîne.