20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di oxira jiyanê de 8’ê Adarê

Jinên kurd û cîhanê dê îsal jî li dijî hemû astengî û qedexeya di 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de bi daxwaz û hêviyên xwe dakevin qadan

Di dîrokê de gelek jin hene ku li hemberî neheqî, zordarî, koletî, bêmafiyê serî rakirine û têkoşînek bêhempa dane meşandin. Lê belê ji ber dîrok ji aliyê desthilatdaran ve hatiye nivîsîn, têkoşîna gelek jinan a dîrokî nehatiye vegotin û nivîsîn. Yan jî dema hatiye gotin jî rastiya dîroka jinan hatiye berovajîkirin û wiha hatiye gotin. Berovajîkirina dîroka jinan a ji aliyê mêrên serdest ve, hatiye xwestin jin her tim kole bimînin û rastiya xwe nizanibin. Çimkî mêrê serdest dizane ger jin hişyar û zana be dê civak jî pê re hişyar bibe û bibe xwedî zanîn û dawî li desthilatdariya wî bê. Ji bo ev tişt pêk neyê her tim li ser jinan zext li civakê kiriye. Lê hemberî zextan jî her tim berxwedan û serhildana jinan pêk hatiye.

Dîroka 8’ê Adarê

Yek ji van serhildanên bi nav û deng, serhildana jinên kedkar a di 8’ê Adarê de ye. Di 8’ê Adara 1857’an de li bajarê New York Amerîkayê 40 hezar karker ji bo heqdestê xwe bistînin di fabrîqeya tekstîlê de dest bi greva giştî kir. Karkeran li ber deriyê fabrîqayê barîkat danîn, li ser vê yekê polîsan êrîşî karkeran kir û derî li ser jinên karker ên di fabrîqeyê de bûn girtin. Di encama vê yekê de di fabrîqeyê de şewat derket û 129 jin bi şewatê jiyana xwe ji dest dan. Vê bûyerê li cîhanê deng veda. Femînîsta alman Clara Zetkîn di Enternasyola 2’yemîn a sala 1910’an de pêşniyar kir ku 8’ê Adarê bibe Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê û ev pêşniyar bi dengdayîneke mezin hat qebûlkirin. Piştî vê biryarê 8’ê Adarê li hemû cîhanê bi çalakiyên cur bi cur ji aliyê jinan ve tê pîrozkirin. Ev roj ji bo jinan bûye roja têkoşîna li hemberî bêmafiyê û serkeftina jinan.

Mirov dema tenê li vê bûyerê jî binêre dibîne ku jin ji bo bidestxistina mafên xwe yên ku hatine desteserkirin, berdêlên pir mezin dane û di oxira vê de jiyana xwe jî feda kirine.

Jinên cîhanê li ser piyan e

Jinên cîhanê ji bo bîranîna jinên serhildêr, bidestxistin û parastina mafên xwe yên ku di oxira wê de berdêlên giranbuha hatine dayîn, di her 8’ê Adarê de dadikevin qadan û li her derê dengê xwe bilind dikin.

Wekî her derê cîhanê, jinên çar parçeyên Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn (ku bi salan e di nav şer de vê rojê pêşwazî dikin) jî 8’ê Adarê bi coşeke mezin pîroz dikin û dengê xwe digihînin cîhanê.

Bi taybetî jinên li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ev çend sal in di bin zextên desthilatdariyê de hewl didin roja xwe pîroz bikin. Nexasim jinên kurd ên Bakur tevî hemû zext, astengî û qedexeyan berxwedana ku di nav salekê de dane meşandin bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad di 8’ê Adarê de derdixin asteke jor.

Jinên kurd ku her sal bi dirûşmên cur bi cur çalakiyan li dar dixin, par bi dirûşma ‘Jin ji bo azadiyê li ber xwe didin, jin di grevê de ne’ li qadan bûn û bûbûn dengê hemû jinan. Piştî berxwedana salekê dê jinên li Bakur bi dirûşma ‘Em jin di azadiyê de bi israr in, di têkoşînê de bi biryar in’ li her derê çalakiyên xwe pêk bînin.

Heta niha hemû amadekariyên ku ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê hatine kirin, temam bûne û ji bo tevlêbûna jinan bang hatin kirin.