spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di perwerdê de sedem û şopên şîdetê

Li malbatên nezan, civatên paşvemayî û li dibistanên teokratîk şîdet (kotekî/tundî) ciyekî berfireh digire û roleke girîng dilîze. Şîdet bi tenê ne fizîkî ye, çendik û çend cureyên şîdetê hene. Ji wan çendên sereke ev in:

Şideta fizîkî, şîdeta psîkolojîk, şîdeta aborî, şîdeta hestyarî û havildarî.
Ez dixwazim di vê nivîsê de cureyên şîdetî bi çend hevokan vebêjim.
Şîdeta fizîkî, lêdan, îşkence, tade û çalakiyên hişk in. Ji bo wê jî şîdeta herî dijwar, tund û xerab e. Ev cureyê şîdetê wiha dirinde ye ku di dema me de, li gelek welat û civatan hatiye qedexekirin. UNICEF jî şîdeta li ser zarokan bi tundî qedexe kiriye û dixwaze zarokên ku şîdet dîtibin bigirin bin sîwana parastinê. Mixabin hîn îro jî li mal ji aliyê dêûbav û li dibistanê ji aliyê mamoste û personelên dibistanê ve zarok rastî şîdeta fizîkî tên. Hinek dêûbavan wiha bawer kirine ku bi lêdanê zarok bi aqil dibin û terbiyê digirin. Dema min li gundê Cinezûra Licê dest bi mamostetiyê kir, çend caran dê û bavên zarokan hatin dibistanê û giliyê zarokên xwe li min kirin: “Mamosteyên beriya te li zarokan dixist, zarok ditirsiyan û di hedê xwe de bûn. Îsal tu hatî, tu li zarokan naxî, zarok har û hêç bûne û bi gotina me nakin…” Rojekê zilamek jî hat got “lawê min tembel e. Heta ji destê te tê lêde. Her çoyek dermanê aqil e. Destê lêdan bila ter û şîn be!” tirk jî dibêjin, “lêde, goşt ji te re û hestî ji min re.”

Her wiha li nav civat, cihê kar û kolanan jî zarok rastî şîdeta rojane tên, birçî û tazî dimînin. Zarok ji aliyê fizîkî û ruhî ve birîndar in. Birîndarên bêdeng in. Carnan ew nikarin dengê “ax” û “of” jî derînin. Du sedemên bêdengiyê hene. Yek zarok ji tirsan deng nake û her tiştî diavêje hundirê xwe. Ya duyem dêûbav, mamoste û derûdor naxwazin zarok derdê xwe bi awayekî aşkera vebêje.

Zarokên ku di biçûktiya xwe de şîdetê dibînin, dema mezin dibin, nikarin bi hêsanî bi civatê re biguncin. Beşeke mezin di jiyanê de dibin xwedî kelem, asteng û problemên civakî. Li gorî encama lêkolînan, zarokên ku şîdet dibînin dema mezin dibin, ew jî di navbera ji sedî 30 û 60’î de şîdetê bi kar tînin. Civat dibe wekî ar û barûdê û diteqe. Loma li cografya Rojhilata Navîn şîdet wek mêranî û qehremanî tê binavkirin. Ji ber sedemeke biçûk, ne biyanî mêr û jin, bav û law, xwişk û bira hevdu perîşan û riswa dikin. Hewl didin ku problemên xwe yên herî biçûk bi şîdetê çareser bikin. Civat heta ber dev bi şîdetê dagirtiye. Şîdet mêranî ye, pîroz e û çareseriya dadmendî ye. Di gelek stranên kurdî de dîsdorek (neqeratek) wiha heye: “Heyfa min nayê li kuştina mêran û şêran, heyfa min tê ku ji milî egîdê mala bavê min stendinê wê mîrata modoliyê.” Dîtin û felsefeyeke ecêb e! Heyf li kuştinê nayê, li eşya, mal, milk û navûdeng tê.

Şîdeta psîkolojik, şîdeta fizîkî demdemî ye, dikare ji demekê şûn ve pêşî lê were girtin; lê şîdeta psîkolojîk mayînde ye, temendirêj û berfireh e. Hemû cure û rengê şîdetê digire nav xwe. Şîdeta havilî, hestiyarî, aborî, sersarî û tehdit di nav de hene. Di şîdeta psîkolojîk de biçûkdîtin, tirsandin, tecrîtkirin, stres, deprasyon, panîk û endişe hene. Şexis xwe sûcdar dibîne, bêbawer e. Şîdeta psîkolojîk di jiyana mirov de birînên kûr û sotî dihêlin. Şopa şîdeta psîkolojîk 40-50 sal dikare dom bike. Di kurdî de gotina ku “birîna devê şûr zû rehet dibe, lê birîna gotina çors heta mirinê rehet nabe” tam ji bo vê mijarê ye. Ev gotin ji pirtûkeke psîkolojîk a hezar rûpelî hêjatir e.

Şîdeta hestyarî û havildarî (emosyonel/hîsî), zarok ditirsînin, heqaret lê dikin, mobîng dikin, dêûbav zaroka xwe bi hevalên wê re berawird (muqayese) dikin. Wek nimûne: ”Ka binêre hevalên te çi qas baş in, bi aqil in, lê tu ji tiştekî re nabî. Ew jêhatîne, lê te daye ser rêya tembeliyê…” Bi gotinên wiha dilê zarok dişkînin, biçûk û kêm dixin. Tim li wî û li karê wî rexne digirin. Zarok kovan û xemgîn dikin. Baweriya zarok dişkînin û bi kurtî her daxwazê zarok red dikin. Mirov nikare şîdeta psîkolojîk a hestyarî û yên din ji hevdu baş cuda bike. Ew her yek weke xelkeyên zincîreke dirêj bi hevdu ve girêdayî ne.

Şîdeta aborî, dêûbav pêdiviyên zarok bi cih nayînin. Mesrefa rojane nadin, li dibistanê dema hevalên wî/wê tişt dikirin ew stûxwar, bendewar û şermezar dimîne. Sê sedemên mijarên aborî hene. Yek, dikare ji feqîriya malbatê be. Du, dikare ji nezaniya dêûbav be. Sê, dikare ji çikûsî û destgirtiya malbatê be. Hinek malbat hene ku di rewşên wiha de hewl û tahn didin ku zarok here kar bike. Ev bi xwe şîdeta havilî ango ya îstîmarî ye. Ev daxwaz û rewş kesayetiya zarok dişikîne, berê wî dide rêya xerab. Berê wî/wê dide tolazî, pêxwasî û diziyê. Dêûbav bi destê xwe mala xwe xerab dikin. Li ber zaroka xwe rêya kar û barê krîmînaliyê ve dikin.
Şîdeta sersarî, dêûbav sersarî yan xemsarî dikin. Li zaroka xwe xwedî dernakevin, jê re hevaltî û alîkariyê nakin. Zarok dikare ji rê derbikeve û bibe krîmînal. Bi lêkolînên zanistî hatiye tespîtkirin ku kesên guhên wan li ser zarokên wan bin, bi zarokên xwe re eleqedar bin, bi wan re dipeyivin, sohbet bikin, pêdiviyên (îhtîyacên) wan bi cih bînin, zarokên wan malbatan ji aliyê zanîn, perwerde, karakter, terbiye û tore ve gelek zîrek û serwext dibin. Zarokên ku dêûbav bi wan re eleqeder nebin, berpirsyarî û erka dêûbavtiyê bi cih neyînin, wan bi serê xwe û bêxwedî bihêlin, kotekiyê lê bikin ew zarok nezan, bêtore û beredayî dibin.
Li gorî Dêzgeha Îstatîstîkan a Tirkiyeyê (TUÎK) ya sala 2019’an li Tirkiyeyê, zarok herî zêde ji ber sûcê îstîsmara birîndarî û zayendî (cînsî) stembar û sûcdar bûne. 206.498 zarok ji sedî 57,6 birîndar, ji sedî 15,2 îstîsmara zayendî û ji sedî 11 jî li dijî dezgeha malbatî dûçarî sûc bûne. Ev felaketeke pir mezin e.
Di sala 1958’an de, li zanîngeha King’s Collegê di vî warî de, li ser 7.771 zarokan lêkolîneke hatiye kirin. Zarokên ku di biçûktiya xwe de şîdet dîtine bi taybetî şîdeta psîkolojîk dîtine, dema ew mezin bûne ji aliyê tenduristî, hunerî, şiyanî (qebîlyet), kardîtin û karkirinê ve rast û tûşî problemên dijwar hatine. ewqas sal di ser zaroktiya wan de derbas bûne jî hîn xwe ji bin banora wê psîkolojiya dema zaroktiyê rizgar nekirine.
Zarokên ku tûş û dûçarên şîdetê dibin, di jiyana wan de ev cure nexweşî û kêmasî dikarin werin serê wan: Fikar, veciniqîn, tirs, xewnekirin, mîstina şevê, kabûsdîtin, serêş û zikêşî, bêdengbûn, êrîşkarî, bi xwe nebawer, bi hevalên xwe re bi hevdu nekirin, bêexlaqbûn, piltî û lalîtî, di dersê de serneketin, neçûn û reva ji dibistanê, pirsgirêkên konsantrebûnê, hizir û hewldana xwekuştinê…

Sedemên peydabûna şîdetî gelek in. Ev jî li gorî asta perwerde, aborî û çanda civakan tê guhertin. Sedemên ku heta niha bi awayekî zanistî hatine tespîtkirin, mirov dikare wiha bi rêz bike:

Nezanî, xizanî, bêkarî, bêmalî û jiyana bêserûberî, hilbijartina hevalên ne baş, malbatên mezin û zêdebûna hejmara zarokan, şer û şîdeta dêûbavan, sêwîtî û bêxwedîbûn, stres û îzalasyona civakî…

Belê, ez dikarim bi kurdî û kurtî bibêjim; kotekî zanistiyê, mirovahî û azadiyê ji holê radike û zordarî, koletî û dirindetiyê (wahşetê) tîne.