20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di perwerde û jiyanê de rola jîngehê

Di perwerdeyê de malbat, dibistan û jîngeh (hawirdor/derdor) sê karîgerên (faktorên) bingehîn in. Hersê berdewamiya hevdu ne, bandor li hevdu û serhevdu dikin. Ez dê di vê nivîsa xwe de, di perwerdeyê de li ser girîngî û rola karîgera jîngehê rawestim. Jîngeh bi xwe du beş e. Yek jê jîngeha civakî û ya din jîngeha fîzîkî ye. Jîngeha civakî û ya fîzîkî ji zarokbûnê ve bi rêya perwerdê heta dawiya temen li ser zanatî, kesayetî û karakterê mirov bandorên erênî û neyînî dikin û şop û siya xwe dihêlin.

Divê malbat û dibistan an jî dêûbav û mamoste di jiyana zarokê de cî û rola jîngehê biçûk nebînin û ji bîr nekin. Malbat û dibistan bi xwe beşek ji jîngehê ne. Di nav jîngehê de, malbat, dibistan, heval, tax, pîşe, war û welat jî hene. Jîngeh hewqas berfireh e. Jîngeh qadeke berfireh a perwerde û hînkirinê ye, ji hundirê mal û dibistanê dest pê dike, li derê mal û dibistanê dom dike. Zarok an şagird tiştên ku li derdora xwe dibînin pêwîst e ku baş nas bikin, sedem, sûd û zerara wan bizanibin û karanîna wan fêr bibin, parastin û hêjabûna wan bizanibin.

Di vê mijarê de piranî û giraniya berpirsiyê dikeve ser milên dêûbav û mamosteyên pêşdibistan û dibistanê. Mamoste divê di perwerede û hînkariyê de metoda ji nêzîk ber bi dûr ve bi kar bînin. Mînakên jîngeha ku zarok lê dijîn, bi çavên serê xwe bibînin, pêwîst e ku mamoste subyek (kirde) û obyektên (alev, tişt) berbiçav fêrî zarokan bikin. Ligel wê derfet bidin zarokan tiştên ew ku li derdora xwe dibînin, meraq dikin bipirsin, lêbigerin û zanebûna xwe zêde û geş bikin. Mamoste mijarên balkêş pêş wan bike ku zarok bi meraqdarî motife bibin û ji dersê hez bikin. Berdewamiya xwendin û dibisatnê bi şagirdan xweş bikin.

Zarok qasî ku ji malbat û dibistanê ders digirin, tiştinan hîn dibin, hewqas jî ji derdora xwe ango ji jîngeha xwe ders digirin û hîn dibin. Xwe ji jiyanê re amade dikin. Jîngeheke demokratîk û pêşketî hizir, rê û rêbazên zanistî, duristî, heskirinî, rêzgirtinî, comerdî, alîkarî, wekhevî, aştî, hevaltî û dostanî, dîn û diyanetê berpêş û fêrî zarokan dike. Herwiha jîngeheke antîdemokratîk û paşketî jî, zilm û zordarî, nezanî, kîndarî, derew, dizîtî, bêbavî, tembelî, sextekarî, hîle û xurdetî, nîjadperestî, nefret û dijmintiyê berpêş û fêrî zarokan dike û hemû xirabiyên xwe bi perdeya xurefeyan dipêçe û vedişêre. Ji ber vê yeke jîngeh di perwerdeyê de gelek girîng e. Her zarok di nav jîngehekê de mezin dibe, dema mezin dibe qalibeke xwe yê taybetî digire. Dema mezin dibe êdî guhertina wî qalibî gelek zehmet dibe. Wek kûsiya ku qalik lê hatine hev bike neke êdî nikaribe xwe ji nav qalibê xwe yê heyî derbixe. Ji derî îstîsnayan guhertin ne karekî hêsan e.

Ez dixwazin di vê mijarê de nimûneyeke berbiçav bidim. Em di dema 12’ê Îlona 1980’yî de ji ber zilma cûntaya Kenan Evren pekiyan û bi malbatî çûn li Swêdê bi cî bûn. Di navbera jîngeha me ya li welat û ya li Swêdê de ji aliyê sîstem, perwerde, çand, ol, edet, polîtîk ve ferqên gelek mezin derketin holê. Em ji weletekî paşvemayî bi hemû kil û kêmasiyên xwe yên feodal ve firîn û çûn li Swêda sosyal demokrat a pêşketî bi cî bûn. Em penaberên kurd ji aliyê perwerdeyê, polîtîk û civatî ve mirovên hilbijartî, kadro û siyasetmedarên sosyalîst ên kurdan bûn. Qaşo me li welat hem perwerdeya dibistanê dîtibû, hem jî pirtûk û weşanên çep xwendibûn û xwe gihiştandibûn. Em bi malbatî ji jîngeheke nîvfeodalî û paşvemayî ketin nav jîngeheke pêşketî. Guncandina jîn û jîngeheke nû ya nûjen gelek dijwar û astengbar bû. Di serî de ziman bû arîşeyeke sereke. Çand, sîstem, jiyan û dîsîplîna kar û sîstema perwerdeyê barê jiyanê giran û dijwartir kirin. Wek li der, li nav malê jî têkiliyên malbatî yên di navbera jin, mêr û zarokan de xwe nîşan dan. Şerê di navbera malbata pederşahî û ya endustriya nûjen de hêdî hêdî dest pê kir. Di jiyana pratik de pirsa wekheviya jin, mêr û zarokan xwe da dest. Jîngeha hundir û der toqa çand a pederşahî û şidetê teng kir. Ez dikarim bêjim kêm kesan wê toqa lanetê şikandin, bûn xwedî malbateke hevpar, wekheviya jin û mêr, plan û xebateke bi serûber. Bi ked, û xebata xwe ve beşdarî berhemdariya civaka modern bûn, liviyan û hewldan ku xwe ji parazîtiya alîkariya sosyalî rizgar bikin. Ew her meh neçûn ber deriyê sosyalê ji bo alîkariya madî lava nekirin û destê xwe venekirin. Bi civaka Swêdê ve gunciyan. Mixabin beşeke mezin nikaribûn çand û perwerdeya ku bi salan li malbat, dibistan û jîngeha zaroktiya xwe girtibûn wek kirasekî teng, qetî, qirêj û rizî ji xwe bikin an bidirînin û bavêjin. 30-40 sal bi wî kirasê xwe yê qirêj û çanda malbatî, perwerdeyî û jîngeha xwe domandin, çûn buroyên sosyal ên şaredariyan alîkariya madî girtin heta temenê wan çû û li wir bûn teqawidên (emekliyên) sosyalî.