16 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di perwerdeyê de derew

Armanca hemû dê û bavan ew e ku zarokên xwe bi kesayetiyeke pak û serbilind, zana û bixwebawer perwerde bikin. Zarokên wan di jiyana xwe de her serkeftî, xwedî pêşeyeke payebilind, karekî baş û bextewar bin. Di nav heval û civaka xwe de mirovên qedirşînas û serbilind bin.

Berpirsiyariyên dêûbavan yek jê jî ev e ku ew bixwe ji zarokên xwe re bibin rêber û nimûneyeke baş. Bi helwest û pratîka xwe dirustî û rastiyê nîşanî zarokên xwe bidin û baweriyê bidin wan.

Rê, şans û derfetan ji bo zarokên xwe pêk bînin, kêmasî û şaşiyên xwe sererast bikin. Dersên erênî bi dest bixin.

Divê dêûbav li gotinên xwe dîqet bikin, zarokan nexapînin, dirust bin û nehêlin ku zarokên wan jî derew bikin. Ji xalan xaleke girîng jî ev e ku divê dêûbav li ba kesên din dilê zarokan nehêlin, biçûk nexin. Lê şaşiyên wan bi zimanekî xweş bi wan bidin zanîn û sererastkirin.
Derew û xapandin bandoreke gelek neyînî li ser giyan, jiyan û karakterê zarokan dikin. Ev ji destpêkê heta dawiya jiyanê form, kesayetî û karakter dide zarok ku pişt re guhertina karekter û kesayetiya formgirtî gelek zehmet dibe.

Di mijara derew û xapandinê de, dêûbav pêwîst e zana û serwext bin. Zarok her tim dêûbavê xwe teqlîd û kopî dikin. Çi dibe bila bibe, dêûbav divê rastiyê ji zarokên xwe re bêjin û wan nexapînin. Zarokên biçûk wekî temenmezin qebûl bikin û li gel wan rastiyê bêjin. Nebêjin ku ew biçûk in, baş tênagihîjin, divê ez wê bixapînim an bi vê metodê amoş û îqna bikim.

Zarok dema dibîne ku dêûbav rastiyê nabêjin û derew dikin, ew jî ji dêûbavên xwe hînî derew û xapandinê dibin. Wek nimûne dema zarok ji dê an bavê xwe dixwaze pêlîstok, xwarin, sol an kinceke bikire û dêûbav bêjin, “niha pereyê me tune, dema pere ket destê me, em ê bikirin.” Zarok dibîne an dizane ku di berîk an çenteyê wan de pere hene, lê derew dikin û dixapînin.

Ew zarok êdî ji dêûbavê xwe bawer nake. Bandoreke neyînî li ser zarok dihêle. Heke dêûbav nebêjin “pereyên me tune, lê bêjin, “ev pere ji bo mesrefa me ye, piştre ku ket destê me, em ji te re bikirin,” wê demê zarok rastiyê hîn dibe. Nimûneya duyem: Li Tirkiyê zarok dema dest bi dibistanê dike bi îdeolojîke nîjadperest tê perwerde kirin.

Li malê dêûbav, li dibistanê mamoste û medya rojane dibêjin û dinivîsin ku “li Tirkiyê her kes tirk e. Ne Kurdistan heye û ne jî kurd û gelen din.” Ew bi vê perwerdeya nîjadperest û derew mezin dibe. Ew jî wek mezinên xwe dibin parêzvanên vê îdeolojiya nîjadperest û derew. Nimûneya sêyem jî: Malbat bi otomobîla xwe diçin, bav otomobîlê dajo û bi paş ve li otomobîla li pêş xwe dixe û qeza çêdibe. Polîs tê, bav dibêje,”ne xetayê min bû, xetayê şoferê din bû.”

Halbû ku zarok bi çavên serê xwe dibîne ku bavê wî derew dike. Li vir dêûbav ji zarokên xwe re dibin nimûneyeke xerab. Zarok jî di proseseke dûr û dirêj de hêdî hêdî exlaq û karakterê dêûbav kopî dike.

Pêngava duyem dema zarok piçek mezin dibe û dest bi zarokxane an dibistanê dike, mamoste, heval û civat jî dikevin nav wê qad û hejmara teqlîd û kopiyan.

Zarok dibîne ku mamoste û hevalên wî jî weke dêûbavê wî rastiyê vedişêrin û derew dikin. Ew her ku mezin dibe ferq dike pirtûkên ku dixwîne jî li ser derew û xapandinê hatine amadekirin. Li medyayê dinêre bûyerên ku li derdora wî dibin, rastiyê nabêjin û nanivîsin. Her ku mezin û kamil dibe, dibîne ku dîrok, cografya, çand, ol li ser bingehê derew, înkar û xapandinê hatine avakirin. Serok, wezîr, mirovên payebilind û bawerhişk ji her kesî bêtir derewên herî mezin û bêbinî dikin û ji bo berjewendiyên xwe xelkê dixapînin.

Li ser lingekî hezar derewî dikin û sond dixwin. Bingehê sîstemên otokratîk, nîjadperest û paşverû li ser derew, xapandin, xurafe û mîtolojiyan hatine avakirin. Li welatên weha divê berî her tiştî sîstema perwerde ya mal û dibistanê ji binî ve werin guhertin. Ji mirovên azad, durist, dadmend û rastgo civat û sîstemên demokratik tên sazkirin. Li ser bingehê perwerdeya otokratîk, derew û xapandinê hemû ferdên civatê xwenda û heta ji çend zanîngehan mezûn bin jî, bi kesên weha demokrasî, dadmendî û wekhevî nayê avakirin. Îro li Rojhilata Navîn gelek civat û dewletên paşverû û otokratîk hene.