Monday, September 20, 2021

Di pêvajoya avakirina netewebûnê de rolên zayendan

Her çiqas fenomenên ‘netew’ û ‘netewbûn’ê mijarên nûjen –digel dîroka dirêj a mirovahiyê- bin jî, dema mirov nîqaş û gengeşiyên li derdora vê mijarê diqewimin binêre, dê bêje qey ev têgeh ji destpêka mirovahiyê ve, di nav nîqaşên me de ye û neguherbar, bêserî û bêdawî ye. Lê ligel temenê xwe yê kin ê nav dîroka mirovahiyê dîsa jî xwedî bandoreke mezin bûye û hîn jî mohra xwe li gelek rojevên civakî, siyasî û zanistî dixe.

Têgeha ‘natio’ (netew) ji destpêka dema antîk heta serdema navîn di wateya ‘cihê lê tê zayîn’ an jî ‘cihê li ser tê jiyîn’ hatiye bikaranîn. Wekî wateya wê ya îro ku em bibêjin bi taybetiyên wek ‘ziman, etnîsîte, çanda hevpar û hwd.’ tê nasîn, di wate û naveroka wê ya destpêkê de tune bûye. Hêdî hêdî ber bi avakirina ‘netew’ û ‘netewdewletiyê’ ve civakeke ku tê fikirîn û xeyalkirin cihê ‘natio’yê, ango ‘cihê lê tê zayînê’ digire. Êdî mirov û civak li ser esasê ‘aîdî’ û ‘neaîdî’ tên pênasekirin. Gotina bi nav û deng a Massimo d’Azeglio ku dibêje ‘Me Îtalyayê ava kir (çêkir), niha jî divê em îtalyanan ava bikin (çêbikin)’ pêvajoya avakirina netewbûnê bi awayekî vekirî radixîne pêş çavên me. Ligel ewqas şer û qiyametên ku li ser vê fenomenê diqewimin teza ku dibêje ‘netew fenomeneke avakirî ye’ kêm zêde di nav zanistên civakî de rûniştiye. Lê ez ê vê tezê li vê kin bibirim û balê bikişînim ser di pêvajoyên netewbûnê de rola jinan. Lê ew ê ev mijar jî xwe bispêre ser vê tezê û ez ê giraniyê bidim ser ‘avakirina rola jinan’.

Li dijî lêkolînên kevin ên der barê neteweyî/netewperestiyê ku digotin jin wek aktorên dîrokî ji pêvajoyên netewebûnê hatine qutkirin, lêkolînên nûjen di projeya avakirina netewebûnê de balê dikişînin ser rola jinan. Li gorî lêkolînên berê jin di pêvajoyên netewebûnê de wek parastvanên nirxên neteweyî û girêdayî vê wek perwerdekarên nifşên nû dihatin dîtin. Li gorî van lêkolînan dihat gotin, jin di pêvajoyên neteweyî de, taybetî bi rola dayîktiyê, wek amûr hatine bikaranîn. Lê lêkolînên nû, bêyî ku vê tespîtê piştçav bikin, rola jinan ji nû ve şîrove dikin. Li gorî vê tê gotin ku netewebûn ji bingehê ve li ser esasa zayendperestiyê hatiye avakirin. Ango ne ku jin di pêvajoya netewebûnê de li malê hatine qefilkirin û derî li ser wan hatiye girtin, li dijî vê bi taybetî mal ji bo avakirina neteweyê ji nû ve hatiye sererastkirin. Ji destpêkê ve mêr û jin di vê projeyê de bi rol û peywîrên cuda ji hev hatine dabeşkirin û her wiha li ser vê esasê war û nasnameyên cuda ku di heman demê de girêdayî hevdû ne, li wan hatine birîn. Lewma jî wekî ku lêkolînên berê îdîa dikin ku jin ji pêvajoyên netewebûnê hatine dûrxistin, ne rast e. Bîlaqîs rolên cuda û pêwendîdar li jin û mêran hatine birîn.

Wekî ku lêkolînên kevin jî binxêz dikin, rola jinan bi giranî girêdayî berpirsiyariyên wan ên malê û bi dayîkbûnê ve tê pênasekirin. Ango yên ku ji bo neteweyê siyaset û şer dimeşîne mêr e; ligel vê ya ku nirxên netewebûnê yên wek ‘ziman, çand, nifş, malbat’ê biparêze, ji nû ve ava bike, bigihîne nifşên nû jin in. Ev rol û peywir girêdayî hevdû ne û yek nîn be, wateya ya din jî nîn e. Di ser de ku mirov tevlêbûna jinan a peywîra qada vekirî (şer û siyaset) bigire pêş çav, ev têkilî hîn diyarde, tevlihev û girêdayî hevdû derdikeve pêş. Ya ku bi vê tespîtê dixwaze bê gotin ev e: Ger em netewebûnê wek projeyeke avakirinê binav bikin; di vê projeyê de rol û peywirên jin û mêran jî ji hev cuda û bi pêwendî hatine avakirin. Ger em vê dabeşkirina peywiran ku di vê pêvajoyê de jinan wek piştgira mêran pênase dike û bi her awayî zayendperest e, rexne bikin jî, hîn jî di nav civaka me de ev bawerî rûniştiye. Hîn jî jin wek parastvanên nirxên neteweyî tên dîtin û li ser vê pejirandinê tên pîrozkirin an jî mehkûmkirin.

Ger em dîrokê wek bûyerên tên şîrovekirin û bi şîrovekirinê ji nû ve tê avakirin bigirin dest, em ê rol û peywirên ku li jin û mêran –bi giştî li zayendan- hatine birîn çawa şîrove bikin, da ku em karibin xwe ji vê xeleka zayendperest xelas bikin? Bi giranî bûyera ku derbê li vê şîroveyê dixe, tevlêbûna jinan a qada giştî ye. Jin êdî ne tenê li malê ne, li her deverî ne. Û mijara ‘parastinê’ êdî tenê girêdayî qada taybet e. Ev rastî hem ji hêlekê ve rola pasîf ku li jinan hatiye birîn çeprast dike; li hêla din jin qada vekirî ku bi mêran ve hatiye dorpêçkirin, dagir dike. Ji vir pê de em dikarin pênaseyên nû ava bikin. Madem jin parastvanên hin nirxan in, wê demê em ê bi xwe pênase bikin, ka em çi nirx diparêzin û çi na. Di vê çarçoveyê de yek mijar jî ‘avakirina yekitiya neteweyî’ ye. Nivîsa bê ez ê li ser bisekinim.