19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di roja 200’emîn a greva birçîbûnê de bang

Girtiyên siyasî yên doza PKK û PAJK’ê di 27’ê mijdara 2020’an de bi boneya rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger kirin û çalakî di roja 200’an de berdewam dike.

Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Hikumxwarî û Girtiyan (TUAY-DER) a Amedê li avahiya komeleyê civîna çapemeniyê li dar xist. Rêveberên HDP’ê, endam û rêveberên TUAY-DER’ê, parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) û malbatên girtiyan beşdarî civînê bûn.

Hevserokê TUAY-DER’a Amedê Mehmet Emîn Guzel di civînê de axivî û wiha got: “Her ku diçe binpêkirinên mafan ên li girtîgehan zêde dibin. Girtiyên ku dikevin grevê dixin hucreyên yek kesî. Sewqên girtiyan ên nexweşxaneyê bi hêceta pandemiyê nayên kirin û mafê tenduristiyê tê binpêkirin.”

‘Tecrîd sûcê mirovahiyê ye’

TUAY-DER a Wanê jî ji bo balê bikşîne ser çalakiya greva birçîbûnê li Kolana Hunerê daxuyanî da çapemeniyê. Parlementerê HDP’ê Mûrat Sarisaç, hevserokên HDP’ê û DBP’ê yên bajêr û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.

Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê hevserokê TUHAY-DER’ê Umît Çapan ve hat xwendin. Çapan diyar kir ku OHAL’a di 2016’an de dest pê kir û qaşo di 2018’an de bi dawî bû lê li girtîgehan pêkanînên OHAL’ê hê jî didomin û wiha got: “Tabloya 6 mehên ewil ên sala 2021’ê dide nîşandan ku binpêkirin bi zêdebûnê didomin. Girtiyan diyar kirin ku li dijî tecrîda ser birêz Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Tecrîd sûcê mirovahiyê û divê demildest bê bidawîkirin.”

Çapan da zanîn ku di çarçoveya raporên Lijneya Çavderiyê ya Girtîgehê berdana girtiyên siyasî tê astengkirin û wiha berdewam kir: “Hikumxwar bi raporên kêfî û alîgir yên lijneya girtîgehê nayên berdan. Bi taybetî li Girava Îmraliyê di şexsê birêz Ocalan de li hemû girtîgehan tecrîd tê pêkanîn. Em li dijî tecrîdê deng derxînin.”

 Girtî mafên xwe dixwazin

Her wiha TUAY-DER a Çûkûrovayê jî têkildarî çalakiya greva birçîbûnê civîna çapemeniyê li avahiya xwe li dar xist. Meclîsa Dayikên Aştiyê, Hevserokê HDP’ê yê Mêrsînê Mehmet Aliş, parêzerên Şaxa OHD’ê ya Mêrsînê beşdarî civînê bûn.

Di civînê de rêveberê TUAY-DER’ê Ergîn Altûntaş axivî û wiha got: “Girtiyên ketine çalakiya greva birçîbûnê dixwazin ku mafên bingehîn ên wek hevdîtina parêzer û malbatê, mafê tenduristiyê, mafê berdana bi şertê kontrola edlî pêk werin û şertên din ên neyînî bên sererastkirin.”