24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di rojekê de 4 hezar mirî û 400 hezar nexweşên nû

Li Hindistanê di nav 24 seatan de li derdora 4 hezar kes mirin û 400 hezar kes jî bi nexweşiya koronayê ketin. Bi vê yekê li vî welatî hejmara kesên ji ber vê nexweşiyê mirine derket 168 hezaran.

Li gorî daneyên fermî yên Wezareta Tenduristiyê ya Hindistanê  di nav 24 seatên dawî de hejmara miriyan bûye 3 hezar 980 kes û ya kesên bi vê nexweşiyê ketine ji 412 hezarî derbas kiriye. Bi vê yekê hejmara giştî ya kesên bi vê nexweşiyê ketine 21 milyon derbas kiriye.

Di pêla duyemîn a belavbûna nexweşiya Covid-19’ê de, di van çend hefteyên dawî de cih li nexweşxaneyan nemaye û her wiha kêmasiya tûpên oksîjenê jî derketiye holê. Gelek kes ji ber van sedeman jiyana xwe ji dest didin. Piraniya kesên bi vê nexweşiyê dimirin an ji ber cih li nexweşaneyan tune ye yan jî ji ber tunebûna tûpên oksîjenê jiyana xwe ji dest didin.  