24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di salekê de çar caran zem bû

Nanê firinê di salekê de çar caran zem bû. Nanê firinê yê di çileya sala 2021’ê de 2.5 TL bû. Di demsala payizê de 2 carên din zem bû. Ewil ji 2.5 TL’yî derket 3 TL’yan û piştre dîsa zem bû 3.5 TL e. Ji ber arvan, rûn û êzing biha bûn, di dawiya sala 2021’an de dîsa zem kirin.  Bihayê nan ji 2.5 TL derxistin 4 TL’yan û giraniya wî jî ji 400 gramî daxistin 360 gramî.

Simît 3 caran zem kirin

Di nava sala 2021’an de li gel nan sîmît jî 3 caran zem kirin. 100 gram simîtê ku di serê sala 2021’an de 1.5 TL bû, di nava salê de derket 2 TL û di dawiya salê de dîsa zem bû û gihişt 2.5 TL yan.

Kîsê arvan di salekê de 3 qat zem bû

Kîsê arvan ê 50 kîlo di nava salekê de 4 caran zem bû. Kîsê 50 kîlo yê di serê sala 2021’an de 110 TL bû, di salekê de 4 caran zem bû û niha 320 TL ye.

Dîsa êzing jî 2 qat zêde bû. Tona êzîngan ên ji bo firinê ku di serê salê de 400 TL bû, niha 800-900 TL ye.

Têkildarî zem û bihabûna nanê firinê karkerê Firina Yayla Ahmet Ocaklik ya li Peyasê diyar kir ku  ji ber arvan, êzing, heqê karkeran zêde dibe, neçar dimînin ku bihayê nan jî zêde bikin. Ocaklik, diyar kir ku hem xwediyê firinê û hem jî welatiyên ku nan dikirin ji vê rewşê bêzar in.