În, Nîsan 16, 2021

‘Di şanoyê de jin xwe dubare nakin’

Şano her çiqas bi dîroka Yewnenistanê ya kevnare were pênasekirin jî li ser bingeha ritûelên neolîtikê teşe  digire. Lê helbet bi awayekî şênber li Yewnenistanê bi festîval, ayîn, siyaset, hiqûq, atletîzm, jimnastîk, muzîk, helbest, ayînên cenaze û yê dawetan û herî dawiyê bi sempozyûman bingeha şanoyê ya klasîkî tê avakirin. Yek ji van festîvalên herî bi nav û deng jî ya wekî ‘Cejna Dionysos’ dihatin binavkirin e ku beriya mîladê di salên 6- hezarî çêbûne.

Li Yewnenistanê şano, di salonên gilover  de, ên ku navbera 10-20 hezar kes tevlî dibûn, dihatin lîstin. Hem kesên ku tevlî şanoyê dibûn hem jî aktorên lîstîkê tev mêr bûn.

Aktor tev mêr bûn

Di nava hezar salan de nêzîkatiyên li hember jinan hem di her qadên jiyanê de hem jî di şanoyê de her çûn bi awayekî neyînî kûrtir bûn. Di hemû lîstikên Eurîpîdîs, Sopoklîs û Aîskîlos ên ku li ser dikê hatine lîstîn de aktor tev mêr bûn û rola jinan jî mêr dileyîstin. Şanoya ku bingeha xwe ji cîhana antîk ya bi hişmendiya mêr hatiye avakirin girtiye her çiqas bi demê re aktor êdî jin bin jî nêzîkatî û hişmendiya mêrane qet neguheriye.

Qerekterên Shakespeare û Molîere

Îro di şanoya cîhanê de her çiqas ku jin bi awayekî hejmarê zêde bûne jî em dikarin bêjin ku  li ser bingeha qerekterên Shakespeare û Molîere teşe girtine. Jixwe wek me li jor jî anî ziman, çawa ku bi rolên zayendîperez jin di hemû qadên jiyanê de hatibin tunekirin, şanoyê jî nesîbe xwe ji vê bingeha baviksalariyê girtiye.

Şanoya kurdî: Memê Alan

Destpêka  şanoya kurdî bi giştî nivîs (Ebdurrehîm Rehmî Hekarî, Memê Alan û hwd.) bin jî di roja me ya îro de li çar perçeyên Kurdistanê êdi di aste herî jor de ye. Di sedsala 21’emîn de wek gelek tiştan êdî kurd çawa bingeha civakeke azad diavêjin û di qadên wekî huner, siyaset, wêje û gelek qadên din de êdî rola jinan li pêş e. Li Rojavayê Kurdistanê Koma şanoya Teatra Sarya Baran yekemîn Koma Şanoyê ye ku tenê ji lîstikvanên jin û lîstikên jinan pêk tê.

Teatraya Sarya Baran

Koma Teatre Sarya Baran yekemîn koma şanoyê ya jinan a li Kurdistanê ye komeke xweser e. Naveroka listikan ji çîrokên jinan pêk tê û lîstikên jin û zarokan ji xwe re esas digire. Heta niha bi pênc şanoyan derketine pêşberî gel. Derhênertiya wê, cil û bergên wê, makyaj û kostûmên wê, dekor û ronahiya wê hemû bi destên jinan, bi naverok û fikrên jinan tên amadekirin. Bi munesebeta 27’ê adarê Roja Şanoyê ya Cîhanê, em ji endama Koma Teatra Sarya Baran, Sarya Golan re têkildarî rola jinan a di şanoyê de axivîn.

Sarya Golan

Jin bi awayekî estetîk tev li şanoyê dibin

Sarya Golan der barê afrîneriya jinan a bi giştî de wiha got: “Jin bi hebûna xwe heye, di nav jiyanê de çawa tev digere, çawa hezdike, aciz dibe, çawa dişkê û diafirîne, hemû hebûn û tekoşîna xwe bi awayekî estetîk derdixe pêşberî gel. Jin ji jiyanê ne dûr e, tiştê ku dijî di hunerê de jî heman jiyan û tekoşîn e.”

Rola jinan kêm e lê…

Golan têkildarî rola jinan a di şanoyê de ev tişt anî ziman: “Jin çawa di şoreşê de pêşengtî kir di hunerê de jî pêşeng e, di şanoyê de hejmara şanogerên jin kêm e lê asoya şanoyê mezin dike. Di lîstik û lîstikvantiya xwe de ferqeke mezin ava dike, ez dikarim bêjim ku komên giştî lîstikên jinan pir mereq dikin û bi kelecaniyeke mezin bendewarin. Hinek jî hesûdiyê dikin, ji ber ku dizanin jin pêş dikevin û xwe dûbare nakin.”

Jin li ser dikê ne azad e

Sarya Golan ji bo şanoya kurdî wiha got: “ Bi giştî çar parçeyên Kurdistanê rewşa şanoya kurdî ya herî xurt û pêşketî bakurê Kurdistanê ye, li rojhilat jî şano pêş ketiye. Lê ji ber nêzîkatiyên hişmendiya serdest rewşa jinan şano qels e, ji ber ku jin mecbûr e her tim ser girtî be  û li ser dikê ne azad e.”