Çarşem, Gulan 19, 2021

Di sedsala 21’ê de parastina zimanekî

Nuh Bozkur

Ziman amûreke ragihandina di navbera mirovan de ye û bêguman amûreke zindî ye. Mirov bi rêya ziman dikare hêmanên çandî û devkî (folklor) yên civaka xwe û bêguman hest û ramanên xwe veguhêze pêşerojê. Mirov dikare bi zimanê xwe henekan bike û xwestekên xwe bîne ziman. Hewcedariya mirovî bi zimanî heye, ji ber ku hewcedariya mirov bi hînbûn û axaftinê heye.

Li ser rûyê cîhanê zêdetirî 6 hezarî ziman hene. Lê belê li gorî hin pisporan nîvê van zimanan di dawiya vê sedsalê de dê tune bibin. Ziman dê tune bibin ji ber ku warê bikaranîna wan zimanan sînordar dibe ji hêla polîtîk, ekonomîk û zanyariyê ve. Ewil axêverên zimanekî dimirin û zarokên wan pêdiviyê pê nabînin ku bi zimanê xwe yê dayikê biaxivin. Li gorî zarokên wan îngilîzî, fransî yan jî çînî bikêrhatîtir in ji zimanê wan ên dayikê. Her çi qas ku ji bo kurdan tirkî bikêrhatîtir be jî, tirkî jî di bin bandora vê bişaftin û tunebûnê de ye. Her çi qas ku zimanekî serdest be jî li gorî kurdî, piraniya peyvên wî biyanî ne, ji ber ku sentaks bi tirkî ye ew peyv wek tirkî tên qebûlkirin. Anku tirkî jî di bin bandora îngilîzî, fransî û hwd de ye.

Ji bo parastin û jiyandina zimanan di sedsala 21’ê de, pêwîstî bi parastina dewlet û rêxistinên navdewletî heye.

Înternet û parastina zimanan

Ji bo ku zimanek bijî, divê ne di bin tadeyî û polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewletekê de bin û di jiyana rojane de bi awayekî aktîf bên bikaranîn. Wek mînak, zimanê bi navê ‘adîge’ ku tenê di du gundên Îsraîlê de tê axaftin, ji aliyê dewleta Îsraîlê ve tê parastin û di dibistanê de perwerde bi vî zimanî tê dayîn. Ji ber ku dewleta Îsraîlê polîtîkayên asîmîlasyonê nameşîne zimanê adîge, fersenda xweparastinê bi dest xistiye. Li dinyayê hin sazî û dezgeh dixwazin bi rêya medyaya civakî û înternetê zimanên di bin talûkeya tunebûnê de ne, biparêzin.

Pêşketina teknolojiyê jî vê derfetê dide. Bi rêya hin aplîkasyonan, wek mînak; zimanê cherokee yê ku zimanê herêma bakurê Amerîkayê ye û zimanê gwîch ê li Alaskayê tê axaftin ku tenê 400 axêverên wî hene û zimanê ayapaneca zimanekî herêmî yê Meksîkayê ye ku tenê du axêverên wî hene, bi vî rengî hatine parastin. Lê me di serî de jî gotibû, ziman amûreke zindî ye ku bi guherîna dinyayê re, bi pêşketina teknolojiyê û bi mirovan re diguhere.

Axêverên resen û zindîkirina zimanekî

Ev ziman her çi qas ku bi vê şêweyê hatibe parastin jî, em nikarin bêjin ew ziman hatine zindîkirin. Ji ber ku zindîkirina zimanekî pêdivî bi ‘axêverên resen’ (native speaker) heye. Ev axêver divê bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin û di zanîngehan de bi awayekî serbest bikaribin bi zimanê xwe xebatên zanistî bikin. Bêguman divê ev ziman bibe ji zimanên fermî yên dewletekê jî. Hinek dewlet ji dibistana seretayî heta lîseyê derfeta perwerdeya zimanê dayikê didin. Lê dema ku zimanek di zanîngehan de cih negire, ev yek astengiyeke cuda ye ji bo zimên. Wek mînak gelê guaranî yê li Brezîlya, Paraguay û Arjantînê dijî, li herêma wan guaranî zimanekî fermî ye lê ji ber ku ev gel li Paraguayê dikaribin heta zanîngehê bi zimanê xwe bixwînin û li Brezîlyayê jî heta asta lîseyê dikarin bixwînin, di navbera gelê guaranî yê li Paraguayê dijîn û li Brezîlyayê dijîn de ji aliyê pêşveçûn û axaftina ziman de cudahiyeke mezin heye. Her çi qas gelê guaranî yê ku li Brezîlyayê dijî, daxwaza bikaranîna zimanê xwe li zanîngehê dike jî, ev ji aliyê dewleta Brezîlyayê ve nayê qebûlkirin.

Zimanek tenê bi fermîbûn û bikaranîna di perwerdeyên seretayî de jî ji tunebûnê nikare xilas bibe. Ji ber ku bikaranîna zimanan a li zanîngehan, di sedsala 21’ê de rê li ber bişaftinê jî digire. Loma ev zimanên ku bi rêya înternetê tên parastin, tenê hatine parastin lê belê nehatine zindîkirin. Zimanek derfeta pêşketinê ancax di xebatên zanistî de dikare bibîne û wê çaxê dikare peyvên nû jî li xwe zêde bike. Her wiha cihgirtina di zimanên dîtir de jî girîng e, ji ber ku zimanek di zimanên din de jî dijî.

Kurd jî di welatê xwe de ne miletekî kêmar in lê ev sedsalek e asîmîlasyon bi awayekî sîstematîk tê meşandin, lê çima kurd hêj bi temamî asîmîle nebûne? Em dizanin ku heta salên 90’î jî rêjeya gelê kurd a li gundan ji ya li bajaran zêdetir bû û tê zanîn ku heta salên 70’yî jî gelê Heskîfê di şikeftên kelehê de dijiya. Ev jî tê wateya ku kurd dereng bajarî bûne. Di salên 1920’î de qedexeyên cil û bergên kurdî têkiliyên kurd û bajaran jî kêm kirine. Ev bûye ji sedemên herî girîng ên parastina zimanê dayikê lê sedema paşvehiştina miletê kurd e jî. Hişmendî hêzek e ji bo parastina nirxekî. Ziman jî nirxekî neteweyî ye. Ji bo rewşa kurdan hişmendiya parastina zimanê kurdî, tiştekî herî bikêrhatî ye, lê ne tenê wek hişmendiyeke neteweyî, hişmendiyeke zanistî jî divê. Tenê hişmendiya neteweyî di humanîzm û eksîztanyalîzma sedsala 21’ê de û fikra biratiya gelan û dirêjbûna têkoşînê ya di siyaseta me de, nahêle têrê bike anku naveroka vê têgihê pûç dike. Ji ber wê jî êdî gotinên wekî “heyran, qurban, zimanê me ye, nasnameya me ye…” bi kêr nayên. Divê ev mijar bi awayekî zanistî ji bo her kesî were ravekirin.

Mînaka tirkiya amediyan

Ziman girîng e, ji ber ku her ziman xwedî perspektîfeke nû ye. Parastina çanda civakekê ji bo veguhastina nifşeke nû, bi zimanê wê çandê pêkan e. Ev veguhastin gelekî xwezayî ye. Ger mirovek bikare xwe bi zimanê dayika xwe îfade bike ji aliyê derûnî ve tenduristir e. Ji aliyê derûnnasên zimên ve hatiye tespîtkirin ku li gel kesên bi zimanê dayika xwe mezin nebûne, pirsgirêkên xwemalîbûnê hene û ev yek jî nakokiyeke mezin e. Di xebateke Zanîngeha Wurzburgê de ku li ser pitikekî alman û pitikekî fransî hatiye kirin û ji cudahiya giriyana wan hatiye tomarkirin ku her zimanek xwedî melodiyeke taybet e û vê melodiyê ji bo axaftina bi zimanekî din jî bi kar tîne. Ev yek di tirkiya amediyan de jî kifş e.

Nîvzimanî

Zanîn vê dide nîşan ku bingeheke bi zimanê dayikê hêza fêrbûna zimanekî dîtir jî bilind dike, duzimaniyê pêkan dike, eger ev bingeh nehatibe avêtin pirsgirêka nîvzimaniyê derdikeve holê ku ev ji mirinê xirabtir e. Nîvzimanî, rewşa kêm zanîna zimanê dayikê û ji ber baş nezanîna zimanê dayikê nîvco zanîna zimanê serdest rave dike. Zarokên nîvziman ji ber ku nikarin xwe bi her du zimanan jî îfade bikin, serkeftina akademîk jî nikarin bi dest bixin. Bi kurt û kurmancî, mejiyê me wekî qufleke xwedî taybetmendiyên neteweyî ye û helbet mifteya wê jî zimanê dayikê ye.

Eger zimanek di bin polîtîkayên asîmîlasyonê de be, divê ew milet bi inyad be û zimanê xwe veguhêze nifşên nû. Heta çareseriyeke siyasî çêbibe divê zimanê xwe ji bo pêşerojê amade bike.