23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di ser darbeya siyasî re 4 sal derbas bûn

Di ser operasyona mezin a li hemberî HDP’ê ya 4’ê Mijdara 2016’an pêk hat re 4 sal derbas bûn. Piştî serkeftina HDP’ê ya di hilbijartina sala 2015’an de, AKP’ê Pêvajoya Çareseriya Demokratîk ku HDP’ê bi rê ve dibir bi dawî kir. Bi dawîkirina pêvajoyê re HDP’ê ji xwe re kir hedef û dest bi terorîzekirina wê kir.

Li gel van hewldanên xwe jî nikaribû bi tena serê xwe pêşî li HDP’ê bigire. Ji bo vê yekê bi partiya nijadperest a tirk MHP’ê re tifaqeke faşîst ava kir û ket nav hewldanên xitimandina siyaseta HDP’ê. Bi rakirina destnedayîna parlamenterên HDP’ê dest bi êrîşên xwe yên li hemberî HDP’ê kir.

Piştî rakirina destnedayîna parlamanteran Serokkomar Tayyîp Erdogan gefa girtinê li parlamenterên HDP’ê xwar. Piştî van gefan 4’ê Mijdara 2016’an li dijî HDP’ê operasyoneke mezin pêk hat.

Di vê operasyonê de hevserokên giştî yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksedag jî di nav de 12 parlamenterên HDP’ê hatin binçavkirin û pişt re piraniya wan hatin girtin.

Ji vê rojê şûn de êrîşên li hemberî HDP’ê mezin bûn û bênavber hatin berdewamkirin. Hefteya borî bi munasebata salvegera roja vê operasyonê ji aliyê HDP’ê ve çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin û daxuyanî hatin dayîn.

Hevseroka giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan jî li meclisê di komcivîna partiya xwe de bal kişand ser vê operasyona li HDP’ê û got ku operasyona li dijî vîna gel û parlamentoyê pêk hatiye.

Di hemû çalakî û daxuyaniyên HDP’ê yên der barê operasyonê de HDP’iyan operasyonê weke Darbeya Siyasî ya 4’ê Mijdarê bi nav kir û destnîşan kirin ku bi darbeyê serberjkêkirin û çokşikandina kurdan hatiye xwestin.

HDP’ê der barê “Darbeya Siyasî ya 4’ê Mijdarê” de pêşniyaznameyekê da meclisê û xwest ku pêkanîna dijhiqûqê û texrîbatên civak û demokrasiyê yên bi vê operasyonê pêk hatine bên lêkolînkirin. Pêşniyaz bi dengên parlamenterên AKP-MHP’ê hat redkirin.

Di hefteya salvegera vê operasyonê de jî operasyonên li HDP’ê ranewestiyan û di van operasyonan de bi dehan HDP’î hatin binçavkirin û parlamenterê HDP’ê yê berê yê Rihayê Îbrahîm Bînîcî jî di nav de gelek kes jî hatin girtin.