Rojnameya Heftane

Stranbêjekî ku kêm tê nasîn; Reşîdê Baso

Di sala 1926’an de li gundê Keleşbega li herêma tahlînê, li alî Ermenistanê, di malbateke êzidî de ji dayik bûye. Reşîd di sala 2006'an de di hevpeyvînekê de ji Derwêşê Serhedî re gotibû kû ‘pêşiyên me ji Dûtaxa Agiriyê hatine Qersê, ji wê…

Nivîseke balkêş

Nivîseke Eznîva Reşîd ku di roja 8/3 1962an de di rojnameya Rêya Teze de hatiye weşandin ji çend aliyan ve balkêş e. Eznîva Reşîd (1922-2000) bi salan wek bêjer (spîker) di Radîyoya Rewanê…

Di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de qonaxeke nû

Mem Avba

Şerê cîhanê yê sêyemîn bi hemû lez û beza xwe  didome. Bêguman zilhêz, ango hêzên hegemonîk jî tê de hemû dewlet û hêz bi awayekî tevlî vî şerî bûne. Lê belê navenda vî şerî jî weke gelek şer û qonaxên dîrok diyar kirî, dîsa Rojhilata Navîn e! Lewre li herêmê ewqas geşedan li ser hev diqewimin ku mirov nagihêje lez û beza wan.

Ji lez û bezê qesta me ew e ku serê her sedsalê carekê pergala dewletî şerekî cîhanî yê parvekirin û rêkûpêk-kirinê dertîne û hindik maye ku qewlê Peymana Lozanê biqede. Çawa ku sedsala borî bi Sykes-Pîcot peymana parvekirina Rojhilata Navîn pêk hat û li ser esasê wê peymanê şer, tifaq, lihevkirin û dijminatî çêbûn; ne dûrî aqilan e ku niha jî heman hêz bi heman awayî peymanek çêkiribin û dixwazin êdî bigihên encamê. Dibe ku em piştî sedsalî hûrgiliyên îro diqewimin, fêr bibin. Çimkî tiştek di tariyê de namîne û teqez rojekê wê derkeve roniyê.

Gelek caran û gelek kesan nivîsiye, şîrove kiriye ku xisleta vî şerî û vê heyamê, dîsa taybetmendiya aliyan, ne weke yên beriya xwe ne; gelek navhevreyî, aloz, tevlîhev û piralî ye. Şerê cîhanê yê sêyemîn bi şerê Kendavê dest pê kiribe jî, bi destwerdana DYA’yê ya li Iraqê bi awayekî fermî dest pê kir. Piştî wê navbereke kêm ketibê jî, bi pêvajoya ‘Bihara Gelan/Bihara Ereban’ re ji nû ve dijwar bû û heta niha jî bi hemû şewatgeriya xwe ve didome.Weke me li jor destnîşan kirî xisleta vî şerî pir-reng e. Ango ne xwedî xisleteke ‘reş-spî’ ye. Di navberê de reng û dengên gewr jî hene. Bi gotineke din tifaq, lihevkirin, enî û hevpeyman rojane tên guhertin. Şer bûye şerê dîplomasî, enformasyon-ragihandin, îstîxbarat û teknîkê. Cîhana du enî, niha bûye hezar enî û alî. Ango ka û ceh tevlîhev bûye; kî dostê kî ye, kî dijminê kî ye, bi xetên stûr ne diyar e!

Di vê dorhêlê de li Rojhilata Navîn welatê ku rastî destwerdanê nehatî, tê de şer û hilweşîn pêk nehatî hema bêje nema; ji bilî her du ‘hegemonên herêmî’ Tirkiye û Îranê! Her çiqas weke Iraq, Sûriye yan jî welatekî dîtir destwerdana leşkerî li van welatan nehatibe kirin jî, li pişt perdê rastî gelek destwerdanên aborî, dîplomatîk, siyasî hwd hatine.  Her çiqas ev her du welat birînên xwe nîşanê kesî nedin jî, gelek birînên wan ên xwîn jê tê û êdî nayên dermankirin hene. Xala hevpar a birîna van her du welatan jî ‘pirsgirêka kurd’ yanî birîna ji kurdan e!

Li aliyekî ambargoya aborî, li aliyê din dorpêç û tecrîda siyasî, ji aliyê dîtir nexweşiya Vîrusa Corona hema bêje ji her aliyî ve Îran aniye ber hilweşînê. Jixwe li gorî angaşt û gotegotên li nepeniyên kolan û taxên civaka ‘cîhana duyemîn’ digerin, ev ne nexweşiyek e, destwerdaneke DYA’yê ya li dijî Çîn û Îranê ye! Bêguman rastiya vê çi ye û ne çi ye, em niha nizanin. Lê belê rastiyek heye ku ev her du ‘zilhêzên herêmî’ niha di rewşeke aloz û kaotîk de ne, nediyariyeke tarî li pêşiya wan e û destên kurdan gewriya wan dişidîne…

Heke em li geşedanên van demên dawî pêk hatî binêrin dê rewş baştir bê fêmkirin. Şerekî gelek zirav lê bêhempa di navbera DYA û Rûsyayê de pêk tê; lê yan bi wekaletî yan jî sernixumandî ye. DYA ku hê jî sedema wê ya rastî tam nehatiye fêmkirin, ji nişka ve biryara vekişîna ji Sûriyeyê da. Piştî wê Rûsyayê bi dewleta Sûriyeyê re li qadê înîsiyatîf girt destê xwe û gelek pêş de çû.

Dewleta Tirk a ku dualî dilîze, dixwaze li djî DYA’yê Rûsyayê, li dijî Rûsyayê DYA’yê bikar bîne, hat dawiya lîstika xwe. Lewre her du zilhêz jî di ferqa vê lîstoka Tirkiyeyê de bûn û ji ber xisleta şer a li qadê heta cihekî çavê xwe jê re digirtin. Lê ‘reva pişîkê heta kadînê ye’ û niha pişîk di kadînê de asê maye! Jixwe ev çend sal in ku dewleta Tirk geh bi çeteyan, geh bi penaberan, geh bi Rûsya û S-400’an gef li DYA û YE’yê dixwe. Qêre qêra serok-komarê Tirk bû, tilî li DYA û YE’ê dihejand. Lewre dijberî û nerazîbûneke zêde ya li dijî desthilatdariya Tirk çêbibû.

Rûsyayê, piştî li qadê destê xwe xurt kir, li dewleta Tirk vegerya û di şevekê de bi sedan leşkerên wê kuştin. Bi wê nema; serok-komarê Tirk bi awayekî ku rezîl û riswa bike li ber deriyê qesra xwe weke parsekan rawestand û rûmeta wî kire pênc pere! Dîsa rayedarên Rûsyayê ragihandin ku pergala S-400 bi temamî nedane dewleta Tirk û di mijara Sûriye û çeteyan de dewleta Tirk sûcdar kir…

DYA, bi awayekî awarte bi El Qaîdeyê re rûnişt û peymaneke nepenî çêkirin û diyar dibe ku ev lihevkirin li ser esasê dijberiya Rûsyayê pêk hatiye. Saziyeke DYA’yê ya xwedî bandor belav kir ku dibe li Tirkiyeyê careke din darbeya leşkerî çêbe.Li Tirkiyeyê jî pêşketina hinek bûyerên darazî û siyasî, dibêtiya vê angaştê piştrast dikin.

Li ser daxuyaniya serokkomarê Tirk, rayedarên DYA’yê dan zanîn ku pergala Patrîotê nedane dewleta Tirk û heta dev ji pergala S-400 bernede nadin jî.Bi van geşedanan re hevdem, beşeke ku ji nav AKP’ê veqetiyayî kete tevgerê û partiyên siyasî ava kirin û wisa diyar dibe ku hesabên ji bo pêşerojê hene.

Li aliyê din, bi awayekî ku rastiya wê hêj tam nehatiye fêmkirin, li Girava Îmraliyê şewatek derket û di carekê de berê gelê kurd û raya giştî ya Tirkiyeyê veguherî ser vê şewatê. Her çiqas şewateke weke ji rêzê bixuya jî guman û fikaran tîne bîra mirov. Mînak çima di demeke wiha de rojeveke wiha hat çêkirin. Gelo ev şewat ji aliyê kî ve û bi çi hesabî hate derxistin. Şewateke ji rêzê ya ji cixare yan jî bêxemiya leşkrên Tirk bû, yan jî di rastiyê de dewleta Tirk peyam dida gelê kurd û Tevgera Kurd?

An jî gelo ev şewat peyameke zilhêzan bû? Ango zilhêzan peyam dan dewleta Tirk û xwestin eyar bidinê û binîn ser xet û daxwaza xwe, yan na dê ‘di agirê kurdan de bişewitînin’? hwd gelek pirs û ‘gelo’ têne hişê mirov.

Dîsa piştî şewata li Giravê, di hevdîtina malbatan de rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bal dikêşe ser têkoşîn û xeta Rojavayê Kurdistanê û bi israr bal dikêşe ser ‘lingê sêyemîn ê masê’ ango bal dikêşe ser xeta sêyemîn û xurtkirina tevgera kurd. Gelo ev tên çi wateyê? Cara yekem e Ocalan, bi eşkere bang li dewletê nake û bi giranî bang û xîtabê Tevgera Kurd dike û qala xurtkirin û bilindkirina têkoşînê dike. Niha her kes çav li rê ye ka dê bersiva tevgera kurd û dewletê ya van derbirînan çi û çawa be! Bi kurt û kurmancî pêvajoyeke dijwar û bi nediyariyan dagirtî li pêş e ka dê biqulibe kîjan teşeyê!