spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di sînemayê de derhênera jin a yekem

Alice Guy Blache di sala 1873’yan de li Fransayê ji dayik bûye. Di sînemayê de yekem derhênera jin e. Yek ji wan kesan e ku çîrokan saz kiriye û tev li sînemayê kiriye

Dema mirov li destpêka mirovahiyê dinihêre dibîne ku yên civakê avakiriye û pêşengî ji civakê re kiriye jin in. Jin her tim bûne rêvebir û xwedawenda civakê. Lê çi qewimî ku jin bû cînsa duyemîn. Jin bijîşk û hunermenda yekemîn bû, çawa bû cînsa duyemîn.

Jin zanist bû lê di yûnana antîk de çawa bû mêrê nîvco. Vê pirsê em ji xwe dikin; çawa bû ku ji her hêlê ve di nav civakê de rola me hat dizîn. Ji hêla zanistî, felsefî, olî û hunerê ve… Dema tu li hunerê dinihêrî yan jin tune ne yan jî di wêne, wêje, şano û sînemayê de wek meta hatine bikaranîn.

Dîroka sînemayê dîrokeke kevn nîn e lê belê tu dinihêrî yan navê jinê tune ye yan jî wekî ne bihêz û kêmaqil e hatine dîtin. Lê belê rastî ne wisa ye, dîrok ji hêla serdestan ve hatiye nivîsîn. Dema tu dîroka sînemayê dikolî jin hene û karên gelek hêja jî kirine. Yek ji van jinan jî Alice Guy Blache ye.

Çîrokan tev li sînemayê kir

Alice Guy Blache di sala 1873’yan de li Fransayê ji dayik bûye. Di sînemayê de derhênera jin a yekem e. Yek ji wan kesan e ku çîrokan saz kiriye û tev li sînemayê kiriye. Di destpêkê de di sînemayê de tenê girteyên yekdeqeyî hebûn, çîrok tunebûn. Hin bi hin çîrok li sînemayê zêde bû.

Dîrokzanên sînemayê yên sînematografiyê îcad dikin, fîlman çêdikin û nîşan didin, sînemayê bi Auguste û Louîse Lumîere didin destpêkirin. Dûre navên wek George Melîes, Edwîn S. Porter,Grîffîth û hwd. li wan navan zêde dibin. Bêguman ev kes tev mêr in! Lê gava mirov bala xwe baş dide dîroka sînemayê mirov dibîne ku piştî Lumîeran keseke bi navê Blache heye û li gor dema xwe fîlmên pak çêkirine, lê mixabin em navê wê zêde nabihîzin û ew nav qet nayê bibîranîn. Fîlmên Lumîera çiqas baş bin jî fîlmên Blacheyê du qat ji fîlmên wan baştir in. Sînemaya ji sala 1895’an tê destêpêkirin û Blache jî di sala 1896’an de dest bi çêkirina fîlman kiriye. Wekî tê zanîn wê demê hêj mafê dengdayîna jinan tunebû û jin bi hêsanî nikaribûn hin karan bikin. Lê Alice Guy Blache xwe li derhêneriyê girêdabû û li gor dema xwe fîlmên hêja derxistbû holê.

Stûdyoya fîlmê ava dike

Blache ku demek li Fransayê dimîne, piştre derbasî Amerîkayê dibe û li wir bi cih dibe. Blache wê demê stûdyoyek bi navê ‘Salox Stûdios’ ava dike û karê prodûktoriyê jî hildigire ser milê xwe. Blache li wê stûdyoyê gelek fîlm çêkirine û mirov wan fîlman di roja me de jî dikare temaşe bike. Li gor destpêka sînemayê û hişmendiya ku jin di mal de heps dikir û nedixwest ew tu afrînerî derbixe holê, Blacheyê karên gelek baş û serkeftî kirine. Lê tevî ewqas serkeftinên Blacheyê, di karê sînema û hunerê de jî navê wê nedihat gotin.

Bi hunera xwe dijî

Lê belê her çiqas kesên dîroka hunera sînemayê dinivîsin ew bi bîr nedianîn û ew didin jibîrkirin jî Blache bi jiyan, huner û fîlmên xwe hê jî dijî.

Em wekî jin ji dîroka ku ji aliyê serdestan ve hatiye nivîsîn red dikin û dibêjin ku em ê bi xwe dîroka xwe bikolin û heqîqetê derxin holê…

[accordions]
[accordion title=”Navên çend fîlmên Blacheyê:” load=”show”]Fîlma La Fee Aux Choux di 1896’an de, fîlma Anarchîte di 1906’an de, fîlma Femînîzmê di 1906’an de, fîlma Dance Serpentine di 1900’î de û fîlma Fallîng Leaves di 1912’yan de hatiye kişandin.[/accordion]
[/accordions]