25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di şopa dîrokê de Mestûre Erdelan

Muqades Agirî

Di gelek civakan de, di gelek qadên jiyanê yên zanistî de, her çiqasî pêşî li ber pêşketina jinê hatibe girtin jî dîrok nîşanî me dide ku jin, heke xwedî derfet bin çiqas hunerên bedew derdixin holê. Wekî her qadên zanistî, di wêjeyê de jî jin, bi pênûsa xwe, wekî deryayekê diherikin li ser rûpelan. Meriv dikare bibêje ku jin, hestên xwe yên kûr û hestên xwe yên nazenîn dikin yek û hunerên nemir li pey xwe dihêlin. Yek ji van jinên jêhatî, serketî û bibandor Mestûre Erdelan e ku hem dîroknas, hem jî helbestvaneke gewre ye ku di nav Edebiyata Klasîk a Kurdî de cihê xwe girtiye.

Mestûre Erdelan (1805-1847)

Mah Şeref Xanima Kurdistanî ango Mestûre Erdelan, helbestvan, nivîskar û dîroknasa Kurd e. Di sala 1805’an (li gor hin lêkolîneran di sala 1804’an) de li bajarê Sineyê ji dayik bûye. Bavê wê Ebûl Hesen Beg ji malbata Qadirî bû. Malbata Qadirî li mîrgeha Erdelanê malbatek xuyanî û ronakbîr bû ku bi huner, zanist û dîrokê ve eleqedar dibûn. Bapîrê wê rêveberê xezîneyê (darayî) yê mîrektiya Erdelanê bû. Dêya wê ji malbata wezîrên bajarê Sineyê bû. Ango Mestûre Xanim ji malbateke desthilatdar bû. Mestûre Erdelan zimanê kurdî, farsî û erebî li gel bavê xwe Ebu El Hesen Begê Qadirî hîn dibe. Hê di zarokatiya xwe de, eleqeya wê ya ji bo xwendin û nivîsandinê hebû. Piştî ku digihîje temenê salên perwerdeyê bi piştgiriya bavê xwe, dest bi xwendinê dike. Lewra di wê serdemê de xwendin ji bo jinan ne tiştekî hêsan bû û ne jî pêwîst bû. Lê ji ber bavê wê mirovekî zana bû keça xwe dide xwendin. Mestûre di pêvajoya jiyana xwe ya perwerdeyê de pir zîrek bû. Zimanên farsî û erebî jî gelek baş dizanibû. Helbestên xwe bi zimanê kurdî û farisî nivisandiye. Mestûre Xanimê, piraniya helbestên xwe bi zaraveyê kurdî ya goranî nivîsandine. Her wiha bi zimanê farisî û zaraveyê soranî jî helbestên wê hene. Tê gotin ku gelek helbestên xwe jî, bi zaravayê kurmancî nivîsîne,  lê mixabin helbestên wê yên bi zaravayên kurmancî heya roja me ya îro nehatine. Her wiha wekî dîroknaseke jin jî tê zanîn. Ew di Rojhilata Navîn de weke dîroknasa ewil a jin tê zanîn. Bi taybetmendiyên xwe, bala zanyarên biyanî jî dikişîne. Ji ber kesayeta xwe ya zana, gelek helbestvan û nivîskaran di berhemên xwe de qala wê jina bi nav û deng kirine. Ew ji hêla helbestvanên navdar ên mîna Mewlewî ve hate hezkirin û pesnê wê hat dayîn. Nav û berhemên Mestûre Xanimê di nav edebiyata kurdî ya klasîk de cih digire. Her wiha gelek nivîskar û helbestvan ji vê jina zana îlham girtine.
Dîwana helbestên wê, ‘Dîwanî Mah Şeref Xanima Kurdistanî’cara yekem ji aliyê Hecî Şêx Yehya Marifetiyê Kurdistanî, berpirsê dîwana Mearifa Kurdistanê ya wê demê, di sala 1925’an de li Tehranê hatiye weşandin, nêzîkî du hezar malikên helbestan hildigire. Mestûre Erdelan digel helbestvaniyê, wek dîroknivîsekê jî pirtûkek bi navê ‘Dîroka Erdelan’ nivîsiye. Ev berhem di sala 1946’an de li Sineyê ji aliyê zanyarê kurd, Nasir Xanê Azadpûr ve bi farisî hatiye amadekirin û weşandin. Her wiha Hejar Mukriyanî, xebat wergerandiye ser kurdiya soranî. Lê ew bi xebata Mah Şeref Xanimê tenê nemaye, hin xebatên li ser Mîrektiya Erdelanê jî kiriye nav vê xebatê. Pirtûka Mestûreyê ya bi navê ‘Dîroka Erdelan’ li Moskowayê di sala 1990’î de bi zimanê rûsî tê çapkirin.

Mah Şeref Xanimê her wiha pîrtûkek dînî jî amade kiriye der barê ‘Şerîeta Îslamê’ de. Pirtûkên wê nîşaneya lêhûrbûn û lêkûrbûna wê ya der barê dîn û dîrokê de dide nîşandan. Wê bi xwe ‘12 ilm qedandiye.’ Pirtûkên dînî bi zimanê erebî xwendiye.
Li gorî hin çavkaniyan dîwana helbestên Mestûre ji 20 hezar beytî pêk tê. Lê belê, dîwana wê ya helbestan, ji ber jiyana wê ya koçberî, zehmetî û qeyranên nav mîrektiya Erdelan winda bûye.

Hevjînê Mestûre Erdelan, Xesrew Xanê Erdelan, dadgerê wê derê bûye û bi mirina wî re mîrîtiya Erdelan dikeve destê Qaçaran. Bi êrîşên serweriya Qaçaran ên di sedsala 19’an de ya bi ser mîrtiya Erdelan, Mestûre tevî malbata xwe neçar dimînin ku koçî Silêmaniyê bikin û li gel mîrtiya Baban bi cih dibin.
Tê gotin ku Mestûre Erdelan, di vê pêvajoya koçkirinê de gelek zehmetiyan re rû bi rû dimîne. Lawê wê Riza Qolî Xan ku xelefê bavê xwe Xesrew Xanê Erdelanî bû, tê girtin û wî diavêjin zindanê.

Mestûre di pirtûka xwe de, wiha qala jiyana xwe dike: “Ez a bêqîmet û hejar a navê wê Mestûre -ku ez keça Ewlesen Begê û neviya Xwedê jê razî Hemê Axayê Kurdistanî me- ji ber ku bavê min gelek hez ji xwendinê dikir û ez jî keça wî ya yekem bûm, gelek hez ji min kir, min da xwendinê. Min gelek xwe dabû kitêban, hemû cûre kitêb dixwendin, di nav wan de min gelek ji dîrokê hez dikir.”

Mijar û şêwaza helbestên wê

Mah Şeref Xanim di nivîsên xwe de zimanê sade bi kar tîne. Meriv di rêzikên helbestên wê de dewlemendiyeke bêhempa dibîne.

Îro, mîna saqî! Ji çîmenan re demsal payîz e
Meyê bide, nefikire bê meh remezan e
Li şîretên şêxî nefikire û ji dest re,
Ne çerxiyek û du û sê, ev fitwa min ji pîrê magan e

Wekî mijar ji dema ku tê de ye bi gazinc e. Di helbestên xwe de, qala hesretiya bajarê xwe Sineyê dike.
Çima ev çerxa felekê, zulmê dike ew gelekê
Dilê mine nazik xweşik, kun kirî wek elekê

Çavê min kir kanîya xûnê, poşman kirim ji hebûnê
Gelo çima min çi kirî, dilkê mi bû wek êtûnê

Herdem ji çavên min dizê, sed çem û sed sîrwan û zê
Ew derdê min dîtî bibêj, ka kê dîtîye kû û kê?

Jiyana xwe û kevneşopiya gelê xwe, bi awayekî vekirî di misrayên xwe de rêz dike.
Mah Şeref Xanim, bi girêdayiyê gelê xwe û axa xwe bûye. Yek ji mijarên helbestên wê jî evîn e. Tê gotin ku, bi hevjînê xwe Xesrew Xan re gelek bextewar bûye. Zewaceke dilşad derbas kirine. Meriv di van rêzikên helbestên wê de vê hezkirina wan dibîne.

Ji bilî ser têkiliya wî min awir tune ye
ji xwe ji bilî wî min fikar tune ye
her çiqas henaseya min ne li bîra min be, ji wî û min
Ji bilî henaseya sar min bîranîn tune ye
bextewar im li ber dûrbûna ji bejna wî ya bedew
Ji bilî xema wî qet min xemgînî tune ye

Mestûre di vê helbesta xwe da, der barê jiyan û serpêhatiyên pêxember, ewliya û îmamên wekî Yehya, Îsa, Mûsa, Meryem, Yûsif, Yaqûb, Eyûb, Yehûda, Salih, Muhemed, Elî û şerê Kerbelayê û êxsîrbûna binemala Hesen û Huseyîn, jehrîdana Îmam Riza û gelek bûyer û serpêhatîyan dinivîsîne.

Yan min kirî zulmên di zor li zarokên pêxemberî
Min berda gewriya wan kuran ew camika pir zeherî

Min kuşt gelo zarên ‘Elî, işkad ji Zehrayê mi dil
Min kir serî hola serî, min kir dilê Ehmed bi kul

Ma min kot û zincîr kirî, di gerdena Secadî da
Yan newgulên mala nebî, bêtore min ber badî da

Min canikên peyxemberî, aware çolan da gerand
Xewa şevan jî min gelo ji çavê sêwiyan herimand

Gelo min jehrdayî kirî, lawên nebî min kuştine
Yan kuştina wan sêwiyan tawan û hem sûcê min e

Mestûre Erdelan, di sala 1847’an de (ku di gelek cihan de jî 1848 derbas dibe) li Silêmaniyê di 44 saliya xwe de jiyana xwe ji dest daye.

Berhemên Mestûre Erdelan
Baweriya îslamê û Rîsaleya ‘Îbadetê. (Bi farsî)
Dîwan (Dîwan-î Masturah Kurdistanî) – farsî û Kurdî
Mêjûy Erdelan (Khronika Doma Ardalan: Ta’rikh-i Ardalan/ Dîroka Erdelanê bi zimanê farsî hatiye nivîsîn.