19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di tîrmehê de 27 jin hatin qetilkirin

Bi Biryarnameya Serokkomariyê di 20’ê Adarê de Tirkiye îmzeya xwe ji Peymana Stenbolê vekişand. Di 1’ê Tîrmehê de bi temamî peyman fesh kir. Li dijî zêdebûyina komkujiya li ser jinan û tundiya mêr îktidar tu tedbîrê nagire û di meha tîrmehê de gelek zarok û jin bi tundiya mêr hedef hatin girtin.

Ajansa Jinan Jinnewsê wekî her mehê daneyên li ser çapemeniyê derdikevin pêş kom kir. Li gor van daneyan di meha tîrmehê de 27 jin hatin qetilkirin. Ji jinên hatin qetilkirin 4 jê ji malbata kurd a li Merama Konyayê nin. 8 jinan bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. 7 jin jî dikirina bihatana qetilkirin. Di meha tîrmehê de 4 zarok hatin qetilkirin û 11 zarok jî hatin îstismarkirin. Tundî li 16 zarokî hat kirin û hinek jê ji bi qetilkirê re rû bi rû man. 2 zarokan jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da.

Di tîrmehê de 9 jin ji aliyê mêrên pê re zewicî 2 jin ji aliyê mêrê dikira dev jê berda û 1 jî ji aliyê lawê xwe ve hat kuştin. Dîsa jinek ji aliyê bavê xwe 1 ji aliyê dayika xwe ve 4 jin ji aliyê mêrên derbarê wan de biryara dûrxistinê hatibû dayin ve hatin qetilkirin. Di meha tîrmehê de jin herî zêde li Konya û Stenbolê hatin qetilkirin. Li Konyayê 4 jin li Stenbolê jî 4 jin hatin qetilkirin.