19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di van rojên nediyar de…

Di van rojên karantînayê de dixwazim bi helbestekê li deriyê we bixim û “gomlegek” diyarî we bikim:

 “Tu gomlegê min î

te li xwe dikim her sibeh

çavên zarokatiyê

destên baranê

dengê avê

axîna yasemînê

yeko yeko dibînim dibihîsim

her tişt di olana havîneke ku her kes tê de winda ye de ye

mayîn diteqin li sînorên hebûnê

hechecik lîs dibin

çîmen stranan dibêjin

toza stêrkan difire

tofan e her tişt, Kurdistan e

rê ji rêwî dirêjtir e.”

Wê payîza dûr tê bîra min. Payîz bû, çûbûm bajarekî me yê çiyayî û xweş lê bajar bêhuzûr bû, diqilqilî lewre gomlegek (Erê gomleg!) digeriya û bi rûyê xwe yê bi rûpoşa faşîstan maskekirî nedixwiya lê tev li operasyonan dibû û bi dehan kes dabûn girtin. Îja ya ecêb dê û bav, zarok û xwişk û bira ji hev diketin şikê û ji hev re digotin ‘dê diya min, bavê min bişopîne, jê ketiye şikê’ digotin ‘belkî gomlek tu yî!’

Payîza wî bajarê me yê zaza bi ‘gomlegek’ xayîn perîşan bûbû. Loma divê “gomlegek mirov hebe û baş be, xweş be. Îja vê gomleghelbestê (an jî helbestgomlegê) loma wiha hat nivîsandin. Di cihek de wekî Kurdistanê, derdas dibe lê Xwedê dizane ku çi ye?

Dema hûn bixwînin dê her yek ji we, wê ji nû ve binivîsîne û bide jiyîn. Xwedawend dizanin ku dê ew gav çi wateyan li xwe peyda bike. Hûn dikarin vêya wekî emanetek jî bixwînin lewre min ew ji mexzena qarantînayê nivîsand û mexzen ne cihekî bi ewle ye. Ji bo ku tirba bi saxî ye dibe ku mirov jê sax nefilite jî. Loma vî gomlegî wekî xatirxwestin û tembîhnameyek wek daxwaz û xewna paşîn jî bibînin. Çimkî diyar nîn e ku dê kî ji me kînga û çawa biçe bi taybetî jî yên li mexzenên wiha ne. Mînak; faşîst jî vê rastiyê qebûl dikin. Çendek berê min ji serbazê dagirker re got ku cihê me nebaş e; got: “Em di eynî keştiyê de ne Mizgîn!” Lê dema ku min got “Na, ne eynî keştî ye em di mexzena mexzenê de ne”! hiş bû û çû. Heger neçûya, belkî gotin dirêj bûbûya dê bigota; “Tabî hûn di mexzenê de ne lewre hûn, kurd, têkoşer û berxwedêr in!”

Ecêb e ne? Diz û xwediyên malê zûde bi hev hesiyane lê fîlm naqede dirêj û dirêj dibe. Tenê koronayê ferqa mexzen û guwerteyê, ya serdest û bindestan ji holê rakir. Ji ber ku xweza dadwer e; ku wekî koronayê bi çavan neyê dîtin jî çavên wê dibînin û her derê dide ber xwe. Yanî, li gorî daxwaza faşîstan nake tenê hinekan nake qurban…

Tam di vir de wekî kêmasiyek di ezmûna koronayê de ev hatin bîra min; di van rojên ku dewlet têra xwe deşîfre bûne de hê jî mirov bêje; “Bila dewlet tevdîran bigire, bila dewlet sînoran deyne û hwd. şaş e. Dewlet ji ber ku dijmin e, dixwaze ev karesat bibe fersend û ji hezaran kurdan xilas bibe. Çi ji destên wê tê dike. Îja em çawa û çima hê jî bendewar in? Jixwe ev karesat ji hêla hêz û zanîna kes, civak û welatan ve jî azmûn e ne?

Bi hêviya gomlegên xweş û azmûnên baş…