spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di vî şerê 11 rojan de kî bi ser ket?

Di şerê dawî yê 11 rojan di navbera Israîl û Filistînê de, kê çi bi dest xist û çi winda kir. Piştî agirbestê her du aliyan jî xwe wekî aliyê sertkeftî yê vî şerî destnîşan kirin.

Aliyê Israîlî dibêje ku wan zêdeyî 100 kîlometre tûnelên rêxistina Hemasê rûxandine, bi sedan navendên wan ên ku lê çek dihatin çêkirin û depoyên çekan tune kirine. Bi dehan rêveberên Hemasê di êrîşên ezmanî de kuştine.

Aliyê filistînî jî dibêje di hemû şerên berê de Israîlê êrîş kiriye û filistîniyan li ber xwe daye û bersiva êrîşan daye. Lê di vî şerê dawî de ji ber tundiya ku li Qudsê li dijî filistîniyan hate kirin vê carê Filistînê şer li dijî wan daye destpêkirin.

Her wiha li gorî daxuyaniyên aliyê filistînî cara yekem e ku wan daye îsbatkirin ku Qubeya Hesinî ya Israîlê nikaribû israîliyan li hemberî fûzeyan biparêze û gelek fûzeyên wan gihane hedefa xwe.

Di vî şerê dawî de ji ber ku filistîniyan bi carekê re bi sedan fûze bi hev re davêtin pergala parastinê ya li dijî fûzeyan ku navê Qubeya Hesinî  lê tê kirin, êdî nikaribû di heman demê de ewqas fûze bixîne û hinek ji wan digihan hedefa.

Her wiha xebitandina vê pergalê li ser Israîlê bû barekî giran û her fûzeyek dixistin li ser wan bi hezarê dolaran dibû xisar.

Bi her halî çiqasî her du alî xwe wekî aliyê serketî yê vî şerî bidîn xuyakirin jî di rastiya xwe de her du aliyan zirareke mezin dît û bi taybetî Xezayê. Li Xezayê, li gorî tê gotin ji bo ji nû ve avakirina bajêr hewcedarî bi milyonan dolaran heye. Her wiha bi sedan mirov hatin kuştin û birîndarkirin.

Aliyê Israîlê jî dît ku êdî filistînî û bi taybetî rêxistina Hemasê xwedî wan çekan e ku dikare zirarê bide Israîlê û pergala wan a parastinê nikare ji sedî sed wan biparêze. Ji aliyekî din ve jî derkete holê ku ew êdî pişta xwe ne tenê bi fûzeyên Îranê girê didin lê ew bi xwe jî êdî fûzeyan çêdikin.

Cudahiyeke din a vî şerê dawî ew bû ku vê carê xwedîderketineke gelek mezin li Filistînê hebû li seranserê cîhanê misilman û ereb ji bo piştgiriya Filistînê daketin kolanan. Sedemê vê xwedîderketina zêde jî ew bû ku sedemê vî şerî binpêkirinên Israîlê ên li dijî Mescid El Eqsayê bû ku ew ji bo misilmanan semboleke gelekî pîroz e.

Ji van her du aliyên şer aliyek heye ku herî zêde sûd ji şerî girtiye ew jî Îranê ye. Îran naxwaze ku rasterast şerekî dijwar û giştî di navbera wê û Israîlê de pêk were. Her kes dizane ku bi salane rêxistina Hemasê hem perwerde dike hem jî bi çek dike. Lewre ev şer wekî firsendeke zêrîn bû ji bo Îranê ku ji Xezayê û bi navê filistîniyan şerê Israîlê bike.

Mirov dikare bêje ku niha şert û mercên vê agirbestê nehatine aşkerakirin û li gorî tê gotin agirbesteke bê şert û merc e tenê her du aliyan agirbest erê kiriye. Lewre jî bi berdewamkirina aloziya li Qudsê li derdora Mscid El Eqsa û taxa Cerah ya li kêleka mescidê dibe ku careke din şerê di navbera Israîl û Filistînê de ji nû ve dest pê bike. Ji bo pêşîgirtina li vê metirsiyê di serî de Amerîkayê û Misrê gelek hewldan tên kirin ku ew agirbest veguhere peymaneke mayinde û xebat ji bo wê yekê tên kirin.