25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di wêjeyê de serdestiya pazû û simbêlan

Elîf Gun

Civakên ku di hêla wêje û filozofiyê de paş ve bimînin di dîrokê de jî hebûna xwe nikarin ava bikin û dîroka wan jî nayê nivîsandin. Ziman û wêje, dîrok û hebûn bi xwe ne. Çima jin di felsefe û wêjeyê de jî kêm in? Ev mijar duh jî pirsgirêk bû, îro jî pirsgirêk e û wê sibê jî bibe pirsgirêk. Her wiha ji bo pêşerojê jî em bibêjin ‘belkî’ û hêviyên xwe qut nekin.
Di wêjeyê de, dengên jinan li Ewropayê 1920’î de bilind bû, li Tirkiyeyê jî piştî salên heftêyî (1970) dengên nivîskarên jin hatin bihîstin. Dengê niviskarên jin ên kurd, qet em nebêjin, ji ber ku derdekî giran e. Lê li qada her birêvebirin û gerînendetiyê de dagirkeriya pazûyan û simbêlên mêran jin her tim wekî obje didît û hê jî dibînin. Ji ber di pexşanê de jinên kurd pir kêm in her wiha ji pênc tiliyan derbas nabin her tim mêrên bisimbêl li ser wan axivîn û hê jî diaxivin. Sedemeke din heye nebûna rexnegir, lêkolînerên jin jî dibe pirsgirêk. Wêje tenduristiya derûnnasiya civakê ye, dîroka heqîqetê bi xwe ye; gelo di vê dîroka heqîqetê de ya ku di destê mêran de ye, mêr di roman û çîrokên xwe de çawa li jinan dinêrin, karakterên xwe çawa ava dikin? Tespîteke muhîm ya femînîzmê jî ew e ku ‘Jin bi mecbûrî di zimanekî ku ji hêla mêran ve hatiye çêkirin de dijîn.’
Di wêjeya kurdî û ya cîhanê de bi gelemperî lehengên jin bi zimanekî pederşahî hatine afirandin. Di wêjeya kurdî de em rastî jinên wisa tên ku nivîskaran nehiştiye ew jin tu carî azad bibin ew her tim bindest in. Di nava civakeke wisa de dijîn ku jin tenê wekî amûr in, wekî tişt dixuyên. Ji bo wêjeya bisimbêl baş were famkirin û aşkerakirin em ê li ser du nivîskaran û du berhemên cuda rawestin. Romana Mehmed Uzun ‘Ronî Mîna Evînê, Tarî Mîna Mirinê’ û Çîroka Firat Cewerî ya bi navê ‘Kevoka Spî’. Di her du berheman de jî navên lehengên wan ‘Kevok’ in.

Mijarên herdu berheman

Romana Mehmed Uzun ‘Ronî Mîna Evînê, Tarî Mîna Mirinê’ di sala 1998’an de ji Weşanxaneya Avestayê hatiye weşandin. Bûyer li der û dora lehengên bi navên Baz û Kevok hatine hunandin. Baz. Kevok. Em ê ji yekî re bibêjin Baz, ji ya din re jî bibêjin Kevok. Baz û Kevok. Du nav, du însan; zilamekî navsalî û jineke ciwan. Du nav, du însanên sereke yên romana me. Romana me dê qala serboriya Baz û Kevokê bike.
Çîroka Firat Cewerî ‘Kevoka Spî’ cara yekem di sala 1989’an de di hejmara 31’ê ya Kovara Nûdemê de, hatiye çapkirin. Çîrok behsa ciwanekî dike ku xweha wî bi hezkiriyê xwe re direve û ji ber vê sedemê ew xwişka xwe dikuje. Ji ber vê yekê 15 salan di girtîgehê de dimîne. Di girtîgehê de ji ber kuştina xweha xwe poşman dibe, her wiha fikir û ramanên wî di wan pazdeh salan de tên guhertin. Kuştina xwişka wî ji her alî ve tesîreke mezin li ser derûniya serleheng dike.

Her wiha di dawiya çîrokê de serleheng xwe dikuje. Di çîrokê de xweha serleheng dikeve sîmayê kevokeke spî, bi afiradineke zarokane û stîla xeberoşkan wisa tê cem birayê xwe. Em dibînin ku di çîrokê de ya herî hatiye pelçiqandin jin e. Birayê wê tenê dibe qurbanê qebûlên civakî, lê belê Kevoka Spî dibe qurbana civaka pederşahiyê. Di çîrokê de naskirina jinan bi rolên wan ên civakî û çandî re di teşeya objektîfbûn û bindestiyê de ye. Bi rastî tirs di hewldana wan ya azakirinê de wan felç dike. Li aliyê din, Kevoka Spî li ser vê yekê sekiniye ku afirîneriyek xurt ya mêr û afirîneriyek qels ya jinê hewce ye û divê jin werin parastin. Ew di wateya addictionê de û parastina ku di çîrokê de hatiye îfadekirin tê bikaranîn, yanî hizir ew e ku jin bi mêr ve girêdayî ye û windakirina takekesî ya jinê, ango jêrdestî ye. Kevoka Spî di çîrokê de mecbûrî tenêtiyê dibe. Dema ku em di çîrokê de li herka hişî ya jinê binihêrin; reşbînî û hesta veqetandî ya ku hezkirî û birayê Kevoka Spî, dijîn û hîs dikin, atmosfera giştî ya çîrokê radixe ber çavan. Jin ji rastiya xwe agahdar dibe, lê di heman demê de fêhm dike ku ew nikare di vê pergalê de bijî. Lê belê dîsa jî ew jiyana xwe naguherîne û bêhêvî li bendê ye ku birayê wê bê wê bikuje. Ji ber vê yekê di dawiya çîrokê de nêrîneke reşbîn serdest dibe. Jin her gav di civakê de li derdora xwe belav bûne. Ji ber dermankirina ku jinan di civakê de dîtine jin tu carî xwe bi tevahî aîdî cihekî hîs nakin. Nivîskar, lehengên mêr xwedî zagon û maf dibîne. Her wiha lehengên mêr wekî axayê civakê û qesrê û jin jî wekî kesayetên ku di çarçoveya pêşkêşkirina kesên ji wî re xizmetê dikin, nîşan daye. Ji ber ku jin û mêr hem mecbûr in peywirên ku ji hêla civakê ve ji wan re hatine dayîn bi cih bînin û hem jî jin neçar in ku ji nîzama baviksalariya hatiye sazkirin ji roja hatiye dinê ve bi cih bîne. Ji ber vê sedemê, xwedîtiya mêran serbilind dike û ew ji bo rola xwe ya zayendê ve guncav e. Bira her çiqas nexwaze xweha xwe bikuje jî qebûlên civakî wî mecbûrî vê yekê dike. Rêgezên hişk yên civaka baviksalariyê hene. Bavên ku xwe wekî berpirsiyariya ‘jin û keçê’ qebûl dikin heya keçên xwe didin zilamekî, wê jinê diparêzin. Her wiha wê ‘jinê’ wekî amûrekê bi kar tînin da ku di bin çavdêriya mêr û birayên wê de bigirin. Heger jin xeletiyê bike yan li hemberî wan serî rake hingê ji aliyê mêran ve bi tundî tên rawestandin. Wek tevger bi gelemperî, kodên şêwaza cinsî gihîştina qada giştî ya jinê û vê yekê sînordar dikin.

Lehengên jin û nêrînên nêrane

Bi taybetî di avakirina lehengên jin yên her du berheman de nêrînên nêrane teşe girtine. Ev jinên ku di her du berheman de dixuyên yanî Kevoka Spî û Kevok, jinên ku di hişmendî û binhişa nivîskar ve girêdayî ne. Helbet nivîskar aîdî erdnîgarî, civak û hişmendiyekê ye. Di civaka baviksalar de jin, di nav rolên zayendê de û bi zimanekî nêrane hatine hepiskirin. Jin di nav van sînorên ku jê re hatiye danîn de, bûye xwedî nasname. Gava em bala xwe didin her du nivîskaran, taybetiyên baviksalariyê bi awayekî xurt xwe di nav metnên wan de bi cih kiriye. Cewerî û Uzun, lehengên xwe yên jin li gorî dilên xwe afirandine. Lehenga jin Kevoka Spî bêhtir bi zayenda xwe ve derketiye pêş û bêhtir karê objeyekê, amûrekê û tişteyekî girtiye ser xwe.

Dema em li ‘Ronî Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê’ mêze dikin Kevok, keçeke şervan e, ji welatê xwe yî dagirkirî tê dikeve hembêza efserekî artêşa tirk. Şervaneke jin çawa ji dagirkerê xwe hez dike? Gelo ji bo welatê xwe ji dagirkeran rizgar bike şer nedikir? Gelo her du nivîskarên me çima van her du lehengên jin afirandine? Di bin bîra her du nivîskaran de jî muhtaciya erênî ya dagirkeriyê heye, her du jî bi rihê xwe ne azad in û xwe dispêrin sîstema dagirkeriyê. Çima jinên zîrek û berhemdar nabin mijara wan? Uzun keçeke kurd û şervan, Kevokê bi evîneke kûr, di nav pêlên hezkirina efendiyê xwe de -ku efendî serdest in- dide qebûlkirin. Psîkolojiya dagirkeriyê ya veşartî di bin hişê nivîskar de xwe aşkera dike. Sedemê eşqa Baz û Kevokê xwe di vir de dide der. Efserê tirk Baz, xwînmij, kujer, zilmdar bi çi qismetê paşê rehm dikeve dilê wî, lê belê her daîm yên bindest li benda rehma efendiyê xwe ne. Dîsa jî radibe keçeke şervan û kurd dike evîndara wî. Mijara romanê jî balkêş e helbet. Roman li ser dagirkirina Kurdistanê û şerê azadiya kurdan e. Lê belê aqil û hişê kolonyalîzmê, qebûlkirina efendiyên xwe dihêle ku şervaneke jin dev ji doza xwe berde û bibe evîndara efendiyê xwe. Gava em li ‘Kevoka Spî’ jî dinihêrin di civakeke baviksalar de dijî û nivîskar, pergala baviksalariyê û nêrînên xwe yên mêrane nîşanî xwendevanên xwe dide. Helbet nivîskar, ji nav civaka kurd derketiye, her çiqas wekî kesekî pêşverû û rewşenbîr xuya bibe jî xwe ji zihniyeta nêrane xelas nekiriye. Bi zanebûn an bê zanebûn, jinên ku bi pênûsa wan afirîne di nav zihniyet û zimanekî nêrane de, bi sînorkirî ne. Lehengên jin ku di çîrokê de û di romanên derketine pêşberî xwendevan de, bi perspektîfên nivîskaran dirûv girtine.

Namûs û evîna efserê tirk

Di ‘Ronî Mîna Evînê, Tarî Mîna Mirinê’ de hezkirin li hemberî efendiyê xwe ye û di xwe de qebûlkirina civaka efendiyê xwe dihewîne. “Pergala Kolonyalîzmê ji bo berdewamkirina talanê hewceyî mekanîzmayê ye. Her çiqas dagirker welatekî zeft bikin, yanî têxin destê xwe jî serhildan tirsa di dilên dagirkeran de ye. Lewma kolonyalîzm dixwaze bikeve nav giyan û aqlên kesan. Dagirkerî ji bo konsolîdasyonê konê xwe ne tenê li ser welêt lê li ser aqlên mirovan jî vedigire. Kolonyalîzm ji mirovên xulam re yên ku hatine dehumanîzekirin/insaniyeta wan hatiye jihevxistin aqlê protez peyda dike. Ew aqlê protez hatiye programkirin û sinorên wî jî belî ne. Êdî xwediyê aqlê protez di bin bîra desthildaran de ye û benê xwe jî bi destê dagirkeran ve berdaye. Aqlê protez aqlê kedî ye, serê xwe ranake.” Uzun, ji bo ku xwe bi wêjeya tirkî û tirkan bide qebûlkirin an xwe bike nava wan evîna xwe ya veşartî hemberî efendiyê xwe bi eşqa Kevok û Baz dide nîşandan. Yanî, serdest dikarin her tiştî bikin, axa me ji me bistînin û em jî radibin doza xwe berdidin û ji bo dagirkirina welatê xwe ji dijminê xwe hezdikin.

Encam

‘Kevoka Spî’ bi wesfên mîna; xweşik, malxerab, naîf, qels, stûxwar hwd. hatiye afirandin û ravekirin. ‘Kevoka Ronî Mîna Evînê, Tarî Mîna Mirinê’ jî xweşik û naîf hatiye afirandin û şayesandin. Yanî mêran çawa xwestine wisa şayesandine. Zayenda jinê di her du berheman de ji bo têkiliya cinsî wekî biwareke hêz û desthilatdariyê yan jî mêraniyê tê dîtin.
Tolstoy û Flaubert jî di romanên xwe de lehengên xwe dikujin, mîna ku ji Karanina û Madam Bovary re dibêjin ku hûn dil bigirin, wek mêran tevbigerin û rêgeziya civakê bela wela bikin, wê xwedê bela we bide, kuştin jî heqê we ye. Dagirker çawa serdestî û hukimdariya xwe ava dike, niviskarên mêr jî bi afirandina karakterên xwe, bi hişmendiya dagirkeran diafirînin. Dema em di Ronî Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê de li lehenga jin Kevokê dinihêrin, keçeke xwende, ji bo hezkiriyê xwe diçe ser çiyê, dû re tu dibêjî qey Kevok mîna gerokekê ye û çûye ji xwe re bigere, dikeve destê artêşa tirk, mîrzayê hespê boz Baz ku kujer û xwînmijê welatê wê ye, tê wê xelas dike û ji destê serdestan dibe cihekî dûr. Di dawiyê de birayê Kevoka Spî întîhar dike. Çi dibe dema ku birayê Kevoka Spî xwe dikuje; serdestiyeke yekalî jî dikuje.

Firat Cewerî û Mehmed Uzun berhemên xwe bi hişmendiyeke mêrane nivîsandine. Di van her du berheman de nêrîna baviksalar ya li ser jinê, li ser nêrîna karakterên mêr jî hatiye analîzkirin û zîhniyeta mêrserwer baş tê berçavên me. Bi kurtasî di çîroka Cewerî û di romana Uzun de, em dibînin ku binhişê wan, realîteya wan bi xwe ye. Bi salan li Ewropayê bijîn jî xwe ji civaka baviksalar û hişmediya mêrane azad nakin. Lewma fikir û ramanên her du nivîskaran qet neguhêrîne û bi hêsanî jî naguhere. Gava niviskarên mêr bi xwezayî û ji dil lehengên jin bêyî bandor, bêyî otosansûr ava kirin, wê gavê em dikarin bibêjin pazû û simbêlan serdestiyê ji pênûs û tiliyan nestandiye. Hêviya me ev e ku bila niviskarên mêr, di bin siya nefs û quretiya simbêl û pazûyên xwe de nenivîsin û neafirînin. De werin meydanê!