23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DÎB: ATK raporên nexweşxaneyê nas nake

Yekîtiya Ji Bo Demokrasiyê (DÎB) ji bo siyasetmedara kurd û girtiya nexweş Aysel Tûglûk bê berdan, faks ji Wezareta Dadê re şand. Jinên ku li ber Şaxa PTT’ê ya Sirkecî ya Stenbolê kom bûn, daxuyanî dan çapemeniyê. Ji komê Ayşe Devecîgolu daxuyanî xwend û diyar kir ku 9 pisporên Fakulteya Tipê ya Kocaeliyê ya Beşa Tiba Edlî diyar kirin ku Aysel Tûglûk nexweşiya wê ya kronîk pêşketiye û nikare di şert û mercên girtîgehê de bijî. Devecîoglu, anî ziman ku li gel vê yekê Tiba Edlî ya Stenbolê jî biryara bila di girtîgehê de bimîne da û wiha got: “Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê bi helwesteke bi temamî ji exlaqê tibî bêpar cezayên girtiyên siyasî taloq nake. Raporên ku ji aliyê nexweşxaneyan ve hatine dayîn ji aliyê ATK’ê ve nayên qebûlkirin.”

‘Têkoşîna me wê bidome’

Ayşe Devecioglu, destnîşan kir ku rayedar bi hinceta “Ji aliyê ewlekariya cemaweriyê ve xetere” girtiyên nexweş bernadin û wiha got: “Divê Aysel Tûglûk û girtiyên nexweş ên di şert û mercên girtîgehê de nikarin bên dermankirin, demildest bên berdan. Em wekî Yekîtiya Demokrasiyê li dijî binpêkirinên mafê jiyan û tenduristiyê yên Aysel Tûglûk û girtiyên nexweş em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
Jinan berê xwe da PTT’a Sirkeciyê lê ji ber ku li vir faks nayê şandin, çûn Şaxa PTT’ê ya Emînonû û li vir ji Wezareta Dadê re faks şandin.