25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dibe ku covîd-19 bibe fetlonekeke dîrokî

Bi vîrûsa koronayê re li hemû cîhanê atmosfereke nû peyda bû. Korona ji niha ve bandora xwe li ser tevahiya jiyana me dike û wilo xuya dike bandorên vê vîrûsê ya li ser jiyana me wê hêj girantir û berfirehtir be.

Korona ne ku me tenê nexweş dike, dikuje, me dixe karantînayê. Korona me gav bi gav ber bi jiyaneke dî ve tehf dide. Rengê jiyana me diguherîne. Bandorê li ser ekonomî, polîtîkaya cîhanî dike, bandorê li reftarên civakî dike, psîkolojiyekê bi xwe re tîne. Bandorê li ser baweriya bi ewle û diyarbûna dahatuya nêz û dûr dike. Psîkolojiyeke wiha çêbûye ku êdî weke beriya koronayê em pê ne bawer in ku sibehî em ê û an jî nasên me wê sax bin, sibehî wê xelayek çênebe. Korona êdî ji gelek aliyan ve ketiye nav jiyana tevahiya mirovahiyê û mohra xwe lêdide.

Dema ku mirov dêhna xwe dide rêveberina vê talokeya global mirov dikare bibêje ku rêveberineke pir kambax e. Bersiva rêveberiya dewletî ya li dijî koronayê li şûna kêmkirina bandorên wê, bandorên wê hêj bêhtir giran dike. Ji ber ku ev tolokeya global baş nayê rêvebirin li tevahiya cîhanê tirs û xofek mezin çêdibe. Ev tirs jî berê civakê bi rengekî girseyî dide malzemeyên mezaxtinê, civakê ji hemû qadên civakî, hilberandinê dûr dixe, civakê di nav malan de hepsî dike.

Rêveberiya dewletî li pêşberî vîrûsa koronayê heta niha tenê bi dilqê jandarma, polîsê dest li jop e. Tenê bi qedexekirina derketina derve, bi ragihandina ‘rewşa awarte’ ‘tevdîr’an digire. Ji encamên heta niha yên van ‘tevdîr’ên dewletê diyar e ku ev ne tu tevdîr in û her roja ku diçe ev vîrûs bêhtir berbelav dibe, bêhtir nexweş dike, dikuje, jiyana civakî bêhtir asteng dike û dike ku bi xwe re krîzeke aborî ya cîhanî bîne.

Heke rewş wiha bidome dibe ku di demeke ne pir dûr de li hemû cîhanê rêjeya mezaxtinê ji ya hilberandinê zêdetir bibe û encama vê jî li tevahiya cîhanê bibe xela. Encamên dûrketina ji qada hilberandinê wê ji encamên rasterast ên koronayê girantir bin. Talokeya herî mezin ev e. Ji ber ku, dema ku civak ji qada hilberandinê hate qutkirin û rêjeya mezaxtinê ji ya hilberandinê zêdetir bû, piştî demekê wê zemîna teqînên civakî çêbibe.

Di rewşeke wiha de jî dewletên ku li bara koronayê tenê bi dilqê jandarma û polîsan tevdigerin, tenê fermana qedexeya derketina derve didin, rewşa awarte radigîhînin, wê hêza xwe ji bo çewisandina teqînên nav gel bidin şixulandin, ango wê tekane îşê xwe yê ku tê de ‘hoste’ ne, bikin. Rewşeke wiha jî li hemû cîhanê wê bi xwe re rejîmên otorîter, totalîter, dîktatorî bîne. Dema ku bi sermeyadaran re fikr û fikara ku wê ewlehiya sermiyana wan nemîne çêbû, dema ku bi desthilatdaran re fikr û fikara ku wê ji desthilatdariyê bikevin çêbû, ji bo ku sermiyan û desthilatdariya xwe biparêzin wê dereng nemînin ku bi carekê re berê xwe bi hemû hêza xwe bidin serkutkirina civakê.

‘Bersiva’ dewletan a li dijî koronayê deriyê krîzeke aborî ya cîhanî û guherîneke radîkal a polîtîk a cîhanî vedike û helbet ev du rewşên pêkan jî bi xwe re dikarin me bi carekê re li nav şerekî cîhanî bi cih bikin.  Ji ber vê jî îhtîmal heye ku vîrûsa covîd-19 bibe fetloneke dîrokî.

Bêyî ku em dirêj bikin, em dikarin bibêjin, corona dibe ku bibe hinceta pêvajoya dawî lê anîna serdemekê û avakirina serdemeke nû.  Heke korona bibe ‘hincet’eke wiha, gelên cîhanê çi qasî hazir in ku hilweşîna serdemekê û avabûna serdemeke nû di ber azadî, wekheviyê de bi kar bînin ne diyar e. Gelên cîhanê divê îhtîmaleke wiha piştguh nekin, ji ber ku berdêlên piştguhkirina îhtîmaleke wiha ji bo gelên cîhanê dibe ku pir giran be.

Bila dîrok bi gelan wiha nedê gotin: Dema ku em dikirin karantînayê, dema ku rewşa awarte radigihandin ji me ye ku dixwazin me ji koronayê biparêzin lê me nizanîbû ku xwe hazir dikin qira me bînin!