25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dibistana seyar a MED-DER’ê duh li Farqînê bû

Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER), xebatên xwe yên ji bo kurdî ku di 1’ê tîrmehê de li Gundê Elwendî yê Çinarê dest pê kir, duh li Gundê Mîr Eliya yê Farqînê bû.

Mamosteyên girêdayî MED-DER’ê bi zarokên gund re hatin cem hev û dersa ziman da zarokan. Di bernameyê de Rêvebirên HDP’a Farqînê û gelek muzîkjenên li herêmê xebatên çandî dikin, piştgiriya çalakiyê kirin. Perwerdekarên ziman û muzîkjen dema hatin gund, bi def û derbûqeyê û stranên kurdî zarokên gund hemû li hev kom kirin. Zarokan jî bi kêfxweşî ew pêşwazî kirin.

Hem ziman fêr bûn û hem jî stran strîn

Mamosteyên MED-DER’ê ewil bi tîp û alfebeya kurdî ders dan zarokan. Komê pişt re tevî zarokan stranên kurdî gotin. Perwerdekaran bi zarokan wêne dan xêzkirin. Paşê ser çavên zarokan bi şiklên cuda boyax kirin. Dema ser çavên zarokan dihat boyaxkirin zarok pir kêfxweş dibûn û dikeniyan. Paşê ji bo zarokan kilam hatin gotin. Piştî kilaman pererdekaran seta pirtûkên perwerdehiya ziman li zarokan belav kirin.

Xebatên MED-DER’ê du rojên din jî bidomin. Endamên komeleyê îro dê biçin navçeya Gêlê û roja din jî biçim Bismilê.