16 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dibistana Zarok Ma di xizmeta zarokan de ye

Dibistana muzîkê Zarok Ma ya  ji bo perwerdehiya zarokên 0 û 5 salî ku dê bi dirûşmeya “Mala we ya duyemîn” xebatên xwe bidomîne, bi şahiyekê vebû. Nûnerên gelek sazî û dezgehên sivîl ên civakî, malbatên zarokên ku qeydên xwe çêkirine û kesên ku piştevaniya Zarok Ma’yê kirin beşdarî şahiyê bûn.

Perwerdekarên Zarok Ma’yê Şêrko Kanîwar û Evîn Dulek axaftin kirin. Şerko Kanîwar destnîşan kir ku Zarok Ma xeyala zarokên vî welatî bûye û wiha got: “Zarok Ma xema xemxurên zimanê kurdî û zarokên vî welatî bû. Bi piştevanî û piştgiriya we Zarok Ma li zarokên vî welatî pîroz be. “

Piştî axaftina Kanîwar, navên çend kesên ku alîkariya Zarok Ma’yê kiribûn hatin xwendin û plaketên ku hatibûn amadekirin pêşkêşî wan hatine kirin. Dema pêşkêşkirina plaketan Odeya Bazirganî û Senayiyê ya Amedê tabloyeke wêneyê navçeya Sûrê ya dîrokî diyarî Zarok Ma’yê kir. Piştî plaketan orkestraya ku ji hemû xebatkarên Ma Muzîkê pêk dihat stran pêşkêş kirin. Şahî bi govendê bi dawî bû.

Ji bo pîrozbahiya Zarok Ma’yê dê di 10’ê tîrmehê de bi Orkestraya Ma’yê konserek bê li dağr xistin.