24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dibo: Rûsya destekê dide diyalogê

Bi xwendineke fermî, şandeyek ji Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di serokatiya seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed de duh (23’yê Mijdarê) bi Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê Mikhail Bogdanov û nûnerê wezareta parastinê û berpirsên rûsî re, der barê dosyaya  Sûriyê de hevdîtin kirin.

Wiha xuyaye ku vê carê serdana heyeta Rêveberiya Xweser a Moskovayê dê hinekî ji serdanên berê cudatir be. Ev hewldanên diyalogê dîsa di bin siya gefên dewleta tirk de pêk tên. Lê ev serdan ji serdanên berê cudatir e. Cudahiya vê carê ew e ku êrîşa dewleta tirk a tê plankirin ne bi dilê Rûsya û DYA’yê ye û tu alî bi erênî nêzî planeke wiha nebûn.

Bi taybetî DYA’yê di daxuyaniyên xwe yên dawî de dîsa dubare maniya li herêmê û berdewamkirina piştgiriya bi Hêzên Sûriya Demokratîk re dubare kir. Bi rengekî aşkera pêkanîna operasyoneke wiha red kir.

Êdî li gorî wê yekê heyeta Rêveberiya Xweser jî vê carê ji zextên dewleta tirk bêtir bi destekî xurtir van hevdîtinan pêk tîne û wekî ku ji Rûsyayê re bêje ‘heke hûn û rejîmê xwe ji diyalog û çareseriyê dûr bixin dibe ku em serî li rê û rêbazên din bidin. Bi Amerîkayê re li ser hin planên din lihev bikin’. Lewre jî wiha tê texmînkirin ku dê hevdîtinên ji niha şûn de hinekî ji yên berê cudatir û bi sûdtir bin.

Şandeya MSD û Rêveberiya Xweser a ku serdana Rûsyayê kir, ji endamê meclisa serokatiyê ya MSD, berpirsên dosyaya karûbarên Rûsyayê di meclisê de Sîhanok Dîbo, hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Nezîre Gewriyê, cîgirê Hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Fener El-Giêt, nûnerê Rêveberiya Xweser ê li Moskovayê Rêşad Bênav û nûnerê PYD’ê yên li Moskovê Ebduselam Elî pêk hat.

Têkildarî hevdîtin û nîqaşên hatin kirin, Sîhanok Dîbo ji Ajansa ANHA’yê re axivî.

Dîbo diyar kir ku Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Lavrov diyar kiriye ku welatê wî destekê dide diyalogên Sûrî-Sûrî û diyalogên di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Şamê de û wiha got: “Şandeya rûsî teqez kir ku ew destekê didin van diyalogan û hêvî dikin ku bi ser bikevin.”

Sîhanok Dîbo destnîşan kir ku giraniya nîqaşan li ser rewşa herêmên Bakurê û Rojhilatê Sûriyeyê û girîngiya çareserkirina aloziya Sûriyeyê bi rêbazên siysasî li gorî biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya 2254’an bû. Dîbo da zanîn ku Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê îmkaneke cidî nîşan da ku MSD’ê beşdarî proseya siyasî ya Sûriyeyê û destûra Sûriyeyê bibe û îşaret bi nenavendîbûnê kiriye.

Dîbo anî ziman ku di nîqaşan de hatiye diyarkirin ku tu herêmên Sûriyeyê ji alîkariyên mirovî bê par nemînin.