spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dijberiya kurd AKP’ê jî têk bir

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Li Tirkiyeyê jî rejîma AKP-MHP’ê ji ber polîtîkayên xwe ya şer, aboriya welat têk bir. Siyaseta li ser têgeha yek welat, yek al, yek dîn û yek zimanî hatiye avakirin di vir de diyarker e.
Di pêvajoyên guherîn û veguhertinên civakî de herdem hin têgeh, statû, sazî û kes xwe li ser civakê ferz dikin. Ev kesên li ser postê desthilatiyê rûniştine ji bo desthilatdariya xwe li ser piya bigirin hemû nirxên civakê binpê dikin. Di vê qonaxê de zêdetir zirarê didin civakê. Di kêliyên xwe yên dawî de jî van têgehên xwe yên qirêj li ser civakê ferz dikin.

Ev sazî û kesên ku ew qas qirêj bûne û bi zîhniyetên xwe yên xirab ve xwe li ser civakê ferz dikin. Ji ber ku ev kes di warê psîkolojîk de xwe di ser civakê re dibînin nikarin ji daxwazên civakê re jî bibin bersiv. Ango naxwazin bibin besiv. Ev jî bi xwe re di warê rêvebiriyê de xetimandinê tîne. Rêvebiriya nikare di xeta rast de saziyên dewletê bi rêve bibe û barê civakê sivik bike, berojavî wê bi polîtîkayên şaş re xetimantinê ava dike.
Ji ber vê yekê dema em rewşa Tirkiyeyê dinirxînin têkçûna rejîma AKP-MHP’ê daye avakirin mirov nikare bi yek sedemê ve girê bide. Ji aliyekî polîtîkaya şer ku di van salên dawî de bûye yekem stratejiya vê desthilatiyê, ji aliyê din ve bêedaletiya li ser ser civakê tê ferzkirin û qezanca bêked a alîgirên rejîmê dihêle ku rewşa welat ber bi xirabiyê ve biçe. Berdêla vê rewşa xirab jî civak dide.

Pir aşkeraye ku sedema krîza heyî desthilatdariya AKP-MHP’ê ye. Ev rejîma ku li ser dijberiya kurdan hatiye avakirin ji bo xwe li ser piya bigire her tiştî ji xwe re rewa dît. Bi pêşxistina pêla nîjadperestiyê û dijkurd ve hewl da ku ji xwe re alîgiran ava bike û pêşî li binkevtina xwe bigire. Lê wisa diyar e ku çawa desthilatdariyên beriya wê bi kurkirina vê mijarê ve ketin nava krîzê û ber bi sergoyên dîrokê ve çûn ew jî wê heman encamê bijîn. AKP’ya ku di encama krîza 2002’yan hat ser postê desthilatdariyê di nava van 19 salan de şûna rewşê baştir bike xirabtir kir. Êdî bawerî nemaya ku wê ev desthilatdariya bi her awayî heya qiriqê di nav qirêjiyê de maye karibe vê krîzê çareser bike.

Erdoganê xwe lîderê cîhanê dibîne ji bo desthilatdariya xwe ji vê rewşa kambax rizgar bike bi dijminên xwe re jî rûdinê. Hemû dewlemendiyên ser erd û binerd ên welat pêşkeşî şîrketên biyanî tên kirin. Peymanên demdirêj hatine girêdan û pereyê ji van peymanan jî bê bidest xistin jî wê çend sazî û dezgehên nêzî desthilatdariyê tê belavkirin. Bi kurtasî yanî dîsa civak ji derveyî malê tê hiştin.
Çend roj berê di bin navê pêşxistina têkiliyên aborî de prensê Ebû-Dabî Zayîd El Nahyan ji bi heman mabestê serdana Tirkiyeyê kir. Di encama hevdîtinên ku hatine kirin de li ser 10 xalan peyman hatin girêdan. Sazî û dezgehên bi wan re peyman hatin îmzekirin hemû yên derdora desthilatdariyê bûn.

Ev jî dide diyarkirin di warê siyasî û aborî de êdî rejîma Erdogan xetimiye û pêşiya xwe nabîne û ji mûdaxeleyan re vekiriye. Ger civak di xeta rast de xwedî li nirxê xwe dernekeve wê rewşa welat hîn bêtir ber bi xirabiyê ve biçe. Ji bo silametiya welat, pêwîstî bi guhertînek li ser esasê wekhevî û demokrasiyê heye. Bi vî awayî Tirkiye dikare xwe ji krîza ku rejima AKP- MHP avakiriye rizgar bike.

Lê divê em baş zanibin ku ji bo derketin ji vê rewşê jî hilbijartin ne riya çareseriyê ye. Her kesên ku têgeha AKP baş naskiribin gihiştiye wê zanebûnê ku AKP bi hilbijartinê naçe. Jixwe di hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015’an de me ev yek dît. Erdogan wê hilbijartinan qebûl neke. Lewma helwesta gel a ku dibêje “Bila hikûmet îstîfa bike” nêzîkatiyek rast e.
Bi îstîfaya vê rêjima şerxwaz û bêdadî ve wê civak karibe nefesê bigire. Li şûna vê rejîma ku nasnameya sazî û dezgeha di ser civakê re dibînin pêwîstî bi avakirina rêvebiriyek demokratîk heye. Ji bo vê jî pêwîstî bi yek girtina civakê û xwedî li derketina nirxên xwe heye. Na xwe wê ev krîz kurtir bibe û pêşî li rewşa hîn xirabtir veke.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê