24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dijminên doh dostên îro

Liv û tevgerên dîplomatîk ên nû li Rojhilata Navîn ew qasî zêde bûne ku mirov nema dizane kî bi ku de diçe, hevalbendiyên berê xera dibin, dijminên doh dibin dost, dostên doh dibin dijmin.

Wekî mînak Tirkiye û Îmaratê, Erebistana Siûdî û welatên Kendavê, Îran û Welatên Kendavê hewldanên têkiliyên nû dikin. Îmarata ku Tirkiye wekî dijmin didît û ji alî Tirkiyeyê bi piştgiriya hewldana darbeyê dihate tewanbarkirin, îro bi hawara krîza aborî ya Tirkiyeyê ve tê û bi qasî 10 milyon dolar li Tirkiyeyê razemeniyê dike.

Îmarata ku piştgiriya gelek komên çekdar dikir, komên li dijî hikûmeta Şamê şer dikirin,  beriya çend rojan di asta bilind de serdana Şamê kirin û têkiliyên nû bi hevre ava dikin.

Her wiha tê gotin ku van rojan dê wezîrê Karên Derve yê rejîma Sûriye Feysel Miqdad û Şêwirmendê ewlekariya netewî ya Îmaratê Tehûn Bin Zayid bi hevre serdana Îranê bikin.

Lê dema mirov bala xwe dide van nêzîkatiyên di navbera dijminên doh, dostên îro de mirov dikare hinekî texmîn bike ku ew nêzîkatî ne ji dil in lê rewşa heyî ew têkilî ferz kirine.

Wekî mînak nêzîkatiya di navbera Tirkiye û Îmaratê de rewşa heyî ew têkilî ferz kiriye. Krîza aborî ya li Tirkiyeyê li ser ferz kir ku destê xwe bipelîne û alîkariyê ji welatekî (dijminê) xwe jî bixwaze. Wekî mirovekî ku dike di nava avê de bifetise û qirşikek be jî heta marek be jî dê destê xwe bavêje, bi hêviya xwe xelas bike û nefetise.

Mesela Tirkiye ev e lê Îmaratê jî tiştek din e, ew jî dixwazin ji vê hewcedariyê sûd bigirin û hin razemîniyên bazirganî bikin, wekî ku di vê hewcedariyê de malekî talanê bibînin û bi nirxekî gelekî erzan bikirin.

Lewre jî di nava van tevliheviyên nû û tevgerên dîplomatîk de dê hîna gelek mijarên wiha derkevin holê. Heman tişt ji bo Îmarat û Sûriyeyê jî derbasdar e. Heta ku hêviya guhertina rejîmê hebû Îmaratê destek dida hin kom û aliyan da ku paşê wan ji xwe re bikar bîne. Lê piştî ku hêviya guhertina rejîma Sûriyeyê nema êdî têkliyan bi wan re xweş dikin. Ew Sûriyeya bi destê komên piştgirên xwe xerakirin, niha jî dê di avakirina wê de cih bigirin û bibin xwedî par di  îhaleyên ji nûavakirinê de.

Wiha xuya dike ku ev liv û tevger dê hîna gelek guhertinan bi xwe re bînin û dê bi xwe re koalisyon û hevgirtinên nû bide avakirin. Her wiha ev guhertin û veguhertin ne xweber in û wisa xuya dike ku dê hin dîzaynên nû li Rojhilata Navîn bên kirin û her kes dixwaze ku xwe jê bêpar nehêle.

Bi kurt û kurmancî mirov dikare bêje ku hîna dê gelek dostên berê bidin dijmin û dijminên berê bibin dost. Ji ber ku ev der Rojhilata Navîn e, sererd û binerda zengîn û zêrîne û ji kûrahiya dîroka xwe de bala her kesî dikişîne.