Monday, September 20, 2021

Dikim ku ‘roman’ekê bikujim

Yaşar Eroglu

Romaneke Firat Cewerî heye, navê wê ‘Ez ê Yekî Bikujim’ e. Di sala 2008’an de li Stenbolê ji nav Weşanên Avestayê derketiye, ji 147 rûpelan pêk tê.

Roman ji du beşan pêk hatiye. Divê her beşek bi serê xwe jî bê nirxandin. Di beşa yekê de teşeyê romana Dostoyevskî Sûc û Ceza û lehengê wî Raskolnîkov hatiye  ceribandin. Di vê beşê de lehengê sereke ‘Ez’ e. Lehengê Firat Cewerî ‘Ez’ bi awayekî qels dişibe Raskolnîkov. ‘Ez’ ê jî yekî bikuje lê weke Raskolnîkov micîd nîne. Rasko gelek li ser çalakiya xwe difikire, ka wê amûra kuştinê çawa dest bixe ji xwe re dike xem. Lê xema ‘Ez’ê nîne, kêreke metbexê dike amûra kuştinê. Çima kêra metbexê, lê ne yeke kujer, ew pirs li hewa dimîne. Pereyên wî hene, du kîlotên jinan belasebeb dikire, diçe Dîanayê re bikeve xelwetê pere dide, yanî pirsgirêk ne pere ye.

Di ‘roman’ê de xema teknîka honaksaziyê tune ye. Ew li pey tiştekî din e. Min ji bo bêcidiyetê, navê lehengê wî danî Eznîkov; şibandiyê Raskolnîkov. Eznîkov Raskolnîkovê kurd e lê fason e. Armanca kuştina yekî di berhemê de nîne. Kî were pêş dixwaze bikuje, heta diya xwe jî lê ecêb e kesî nakuje. Hingê pirs hewce dibe, armanc kî û çi ye? Ji ber çi ew qas nediyarî? Em di herka romanê de fêr dibin ku nivîskar xwestiye hêmaya kuştinê bike amûreke pêlîstok a ji bo gihîştina Dîanayê. Ji ber ku mifteya romanê Dîana ye. Berî ku em werin ser mijara Dîanayê divê ez çend tiştan raxim ber çavan.

Eznîkov panzdeh salan di girtîgehê de maye û derketiye derve. Belasebeb bûye dijminê Amedê û amediyan. “Ev bajarê ku berî panzdeh salan em ji bo rizgariya wî rabûbûn, niha, piştî panzdeh salan êdî bi awayekî eşkere ji bo têrkirina zikê xwe keçên xwe difiroşe.” (rp.32) “Navê bajêr jî guherandine. Hinan ji wan navê bajêr ê berê li xwe kirine. Ev nav ji xwe re kirine nîşana mêrxasiyê. Lê tirsonek di siya mêrxasiya bajêr de dijîn.” (rp.30) “Ew ji ber xwe ve nayên û nabêjin ku ez ji bo rizgariya warê wan panzdeh salan di hepsan de mame; nayên bi destên min nagirin, di ber dilê min nadin, dilên xwe naspêrin dilê min û laşê xwe ên bedew pêşkêşî min nakin. (Amedê weke kerxaneyekî dibîne û hûn pê dihesin bê amedî ji bo wî çiqas ‘bêşêkirandî’ ne(!)”(rp. 31) Weke pêkenokên Kemal Sûnal lê di eslê xwe de karesat û întihara Firat Cewerî ye. Çima ewqas dijminahî û heqaret li Amed û amediyan?

Firat Cewerî dike nake nikare xwe ji Eznîkov veqetîne, bide aliyekî. Gava Eznîkov pênase dike û dikeve têkiliyan, xwe terîf dike. “Bila nebe mîna pesnekî, ez ji gelekî ji wan spehîtir im û kincên min ji ên wan xweşiktir in.”(rp. 34)  “Ma tu ji kîjan koma rewşenbîran î?” (rp.43) “Dizanim ew li ser min dipeyivin, lê berê xwe min venakin û naxwazin bi kirinên xwe bala min bikişînin.” (rp.47) “Mamoste, hûn jî ji bo festîvalê hatine?”(rp.51) Kesekî ku mehek e ji girtîgehê derketiye rastî ewqas dilxweşkirinan tê, enteresan!

Eznîkov ji kuştina yekî xwe avête pastexaneyekê, pê rê di odeyeke ‘hotel’ê de xwe bi Dîanaya fahîşe ya tazî û rût re rû bi rû dît. Ji bo cidiyetê ranexe erdê xwe ji minasebetê re radigire û guh dide dilê Dîanaya xemgîn. Fahîşe dibe jineke liserxwe, birûmet û xwedî exlaq. Lê bîst deqan berê hatibû ser maseya Eznîkov û wî gotibû, “Meraq dike bê ez oral, anal, an jî vajinal dixwazim.” (rp. 66) Nakokiyeke mezin. Dîana dibêje, “Ez dixwazim ji vê jiyanê xelas bibim.”(rp. 70) Û Firat Cewerî mifteya ku derî veke ji xwe re diafirîne.

Jixwe nivîskar bingeha kuştina Eznîkov amade kiriye, ew nexweş e, carinan xwe ji bîr dike. Wê yekser bi xwe bikeve dewsa Eznîkov. Bi vî awayî perdeya beşa yekê tê girtin.

Hema di serê beşa duduyan de Eznîkov rastî qezayeke trafîkê tê û dimire. Hûn li vê tesadifê binêrin niştecihê Ewrûpayê nivîskar Firat Cewerî yê ji bo konferansekê hatiye Amedê di taksiyê de ye. Ji bo ku Firat Cewerî bi xwe biketa serê govendê divê Eznîkov bimira.

Kaxizê nîşeyê yê ji bêrîka Eznîkovê rehmetî derketiye, di destê Firat Cewerî de ye, Dîanayê digere û dibîne. Meger Dîanaya fahîşe, gerîlayeke berê ya PKK’ê bûye. De hûn li vê tesadifê binêrin! Û kêlên serboriya Dîanayê dibişkivin heta wê kêliyê tên. Ji Firat Cewerî jî dixwaze, “Tu yê min xelas bikî ne? Tu yê min ji vê dojehê rizgar bikî?” Û prensê xilaskar ê porspî yê ser pişta hespê boz ji xwe re rê rewan dike. Divê gerîlayeke ku PKK bûye sedem, bibe fahîşe, bilewite Firat Ceweriyê xwedî îdeolojiya kadûk xilas bike, ne yekî/e din.

Çîroka Dîanayê balkêş e. Ji Ewropayê diçe akademiya Libnanê. Li Botanê dikeve destê artêşa tirk. Serheng tiştekî jê re nabêje wê serbest berdide û çavdêriya reva wê bixwe dike. Dîana dikeve destê qoriciyan, qorîcî weke xwîşka xwe lê dinêrin, xwarin û vexwarinê didinê, namûsa Dîana ji qoriciyekê tecawizkar diparêzin. Serqoricî dibêje, “Me rahiştiye sîlehan, lê heqê me nîne ku em bênamûsiya bikin, dest bavêjin namusa xelkê…” (rp.137-138)  Nivîskar bi yek derbê dewleta tirk û qoriciyan dişo, paqij dike û textîmî kurdan dike: Kurdino ji artêşa tirkan netirsin, ew dost in ên ji rê derketî şoreşgerên kurd in. Şervanino werin teslîm bibin îşkence tune, deriyê pêş re digirin ê paş re berdidin, fikaran nekin.

Serqoricî Dîanayê li trimpêlekê siwar dike, dişîne. Nivîskar ji bo Dîanayê bike fahîşe ji nişkê ve senaryoya romanê diguherîne. Di şert û mercên asayî yên ew qas qencî lê kiribin de divê berdin nav civakê lê na, wisa nabe. Dîanayê radestî hêzên herî kujer û dirinde dikin. Bi dehan caran tecawizî Dîanayê dikin û Dîana dibe fahîşe, berdidin nav bajarê Amedê. Ev rûpelên dawî fînal û kakilê romana F. Cewerî ne. Tev peyamên wî tê de veşartî ne.

Firat Cewerî biryar dide ku bibe prensê xilaskar ê Dîana yê. Lê ji nişkê ve deriyê odeya Firat Cewerî re Eznîkovê kuştiyê trafîkê dikeve hundir. Di destê wî de kêreke bixwîn êrîşî wî dike. Destikê telefonê ji destê wî dikeve, kêr dikeve erdê. Mirov nizane Firat Cewerî mir an ma, çi bû. Bi awayekî nepen, ‘roman’ bi awayê Dostoyevskî dest pê dike, bi terzê Nanaya Emîle Zola dewam dike, bi terzê Alfred Hîtchcock dawî dibe. Ev jî enteresan e.

Honaksaziya ‘roman’ê hemû hêmayên ku ji bo PKK’ê nirxên bilind in, kiriye armanc. Amedeke têkçûyî, girtîgeheke têkçûyî, şerekî têkçûyî, jineke têkçûyî di ‘roman’ê de derxistine ser dikê. Jixwe dilê Firat Cewerî yê ji çil salan zêdetir ev hesret tê de veşartî maye ew yek nedixwest? Ji bo di kûrhiş de be, di hestan de be jî carekê bi riya romanê ev tolhildan ne bes e?

Ji bo ku ew jî bibûya prensê xilaskar ê ser pişta hespê boz, Dîana xilas bikira û bi riya ‘roman’ekê bi namûsa Dîanayê re bûya, weke ku namûsa PKK’ê bin pê bikira çima kêm serkeftinek bû ji bo wî?

Kî dikare bêje ev roman e? Belge û wesîqayeke reşkirinê ye ya ku mîna bernameya Ertûrk Yondem ‘Perde Arkasi’ ya salên 90’î, pirtûkên reşkirin û îftirayê yên JÎTEM’ê bi navê îtirafkaran dihat weşandin. Wî wêje kiriye amûra kûrhiş û îdeolojiya têkçûyî û mirî pê dilê xwe rihet kiriye. Ketiye bin sîwana romanê, xwestiye hesabê ku nikare bi riya îdeolojiya têkçûyî veke bi vî awayî bigihîne encamê. Zelal e, ne ji bo berhemeke wêjeyî binivîse, ji bo toleke dêrin a hê ji sûkên Dêrikê mayî destê wî çûye ser klavyeyê.

Mînakeke hişk e ku roman û wêje çawa erzan tê qurbarnkirin ji bo siyaset, hest û kûrhişê takekesî.