25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dîlan Yeşîlgoz bû Wezîra Edalet û Parastinê ya Hollandayê

Dîlan Yeşîlgoz ku  par di meha gulanê de li Hollandayê bûbû Wezîra Aborî û Polîtîkayên Kişwerê, niha jî li gorî nûçeya RTL Nieuws ku parve kir Dîlan Yeşîlgoz li Hollandayê bû Wezîra Edalet û Parastinê.

Dîlan Yeşîlgoz ji malbateke kurd a ji Dêrsimê ye û di sala 1977’an de li Enqereyê hatiye dinê. Di sala 1984’an malbata wê jî wekî gelek malbatên kurd çûne Hollandayê û îltica kirine. Wê li Hollandayê xwendina xwe temam kiriye.

Yeşîlgoz li Hollandayê ji sala 2014’an ve di nav siyasetê de di gelek astan de cih girtiye. Ji sala 2017’an ve wekî endama “Volkspartij voor Vrijheid en Demokratie-VVD” (Partiya Demokrasî û Azadiyê ya Gel) di meclisa Hollandayê de cih girt. Di 25’ê gulana 2021’ê wekî Wezîra Aborî û Polîtîkayên Kişwerê hat peywirdarkirin. Niha jî bû Wezîra Edalet û Parastinê ya Hollandayê.

Li Hollandayê roja 17’ê adara 2021’ê hilbijartin çêbû. Di hilbijartina ji bo 150 endamên meclisê de VVD bi sedî 21,8 bûbû yekemîn. Lê piştî 10 mehan hê nû hikumet ava dibe. Hikumeta nû 10’ê mehê dê dest bi kar bike. Yeşîlgoz jî di nav vê hikumeta hatiye avakirin de dê peywirê bigire ser milên xwe.