spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dilê kurdan reş dilê neyaran jî xweş nekin

Beriya çendekî di saetên evarê de ketim odeyeke twîtirê (Spaces) ya komeke kurd û bûm guhdarvanê nîqaşên li odeyê dihatin kirin. Mîna gelek caran mijara nîqaşê ya vê odeyê jî yekitiya neteweyî û pêkanînên partî û tevgerên kurdan ên li dijî hev bûn. Ji her çar parçeyên Kurdistanê jî beşdarên odeyê hebûn. Beşdarên odeyê li ser partî û tevgerên kurdan nirxandinên hêja dikirin û wan ji rexneyan jî bêpar nedihiştin.

Kesekî ji bajarê Helepçeyê yê başûrê Kurdistanê ku naxwazim navê wî li vir bidim, dema ku li odeyê mafê axaftinê girt, ji ber pêkanînên wê yên li dijî malbatên ku zarokên wan tev li PKK’ê bûne, rexneyan li Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kir. Vî kesî got ku PDK destûr nade gelek malbatên Başûr ku zarokên wan li zindanên Tirkiyeyê girtî ne derbasî Bakur bibin û biçin zarokên xwe bibînin. Weke mînak jî kurê meta xwe nîşan da.

Bêguman mijara me ne naverok ango nîqaşa odeyên twîtirê ye. Ez ê li vir qala naveroka nîqaşa li odeyê nekim û serê we pê neşêşinim. Ev agahî bala min kişand û ji bo hînkirina hûrguliyên meseleyê, min li ser twîtirê xwe gihand vî kesî û nimreya wî jê xwest. Mala camir ava pê re nimreya xwe ji min re şand û em bi hev re ketin têkiliyê.
Kurê meta wî Kwêna Yawer Abdul Mohammed beriya çend salan tev li nava refên PKK’ê dibe û dema şerê xwerêveberiyên xweser dest pê dike jî berê xwe dide Nisêbînê. Mohammed li Nisêbînê bi birîndarî dîl dikeve destê polîs û leşkeran. Niha jî li Girtîgeha Osmaniyeyê girtî ye û roja ku hatiye girtin û hata niha tu ferdekî/e malbatê nikare biçe serdana wî.

Ne ku ji ber astengiyên dewleta tirk, ji ber astengiya PDK’ê malbata Mohammed nikare kurê xwe bibîne. Li gorî agahiyên kesekî ku naxwazim navê wî bidim; dayik û bavê Mohammed gelek hewl dane ku kurê xwe bibînin. Lê her cara ku ketine nav hewldanan PDK’ê bi hincetên burokratîk wan asteng kiriye, nehiştiye ku destûr bigirin, bên Tirkiyeyê û kurê xwe bibînin.
PDK ji wan re dibêje, ‘Temenê we mezin e, tenê bi mohrkirinê hûn nikarin derbasî Tirkiyeyê bibin. Divê hûn belgeyan bixwînin, îmze bikin û wisa derbas bibin’. Ji ber ku xwendin û nivîsandina dayik û bavê Mohammed tune ye nikarin tişta ji wan tê xwestin bikin û rê li ber dîtina wan a ji bo kurê wan tê girtin. 3’ê birayên Mohammed jî pêşmerge ne. Ji ber ku pêşmerge jî ji bilî pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê nikarin derkevin derveyî sînorê başûrê Kurdistanê, ew jî nikarin bên dîtina birayê xwe.

Piştî ku min ev agahî ji kesê ku naxwazim navê wî bidim hîn bûm, min ew şand cem dayik û bavê Mohammed û daxwaz kir ku têkildarî mijarê bi min re biaxivin. Lê mixabin ji ber zextên li ser wan zêdetir nebin dayik û bav daxwaza min qebûl nekirin. Lê gelek dixwazin rêya dîtina kurê wan ji wan re bê vekirin û berî mirina xwe bên kurê xwe bibînin.
Di rewşeke wiha de kîjan partî dibe bila bibe divê hemû kurd neletê lê bibarînin û ji ber vê rûreşiyê wê şermezar bikin. Hevî dikim ku piştî vê agahiyê zext li PDK’ê bê kirin û jê bêxwestin ku li şûna astengkirinê bi têkiliyên xwe yên dîplomatîk dayik û bavê Mohammed bişîne Tirkiyeyê û pê re hevdîtin bikin.

Herî dawî ez vê pirs bikim;
Gelo bi rastî jî temenê mezin û nezanîbûyîna xwendin û nivîsandinê li pêşiya kurdên Başûr sedema astengkirina derketina derveyî herêmê ye yan mesele dilxweşkirina Tirkiyeyê ye?