Rojnameya Heftane

Dilê min bi Şengalî lê dixe îro!

Asya Xerzan

Bi hesteke xweş û dilgerm hatim li ser kursiyê xwe rûniştim û min xwest wek navê te yê pîroz  ” XWEBÛN” çend hevokên xweş diyarî te bikim, lê gava min kompîtura xwe vekir ji nişka ve du çavên Zerdeştî xwe nokî nav çavên min kirin, xweşiya dilê min şikest û dilê min bi Şengalî lêxist. De înca ya niha bûme masiyeke fahmkorî, hemû tiştên baş û xirab tên bîra min û diçin…

Bi rastî min dixwest qala çi bikim?

Mijar çi bû?

Gelo min dixwest helbesteke evînî ji te re bihûnim, an qala çîrokeke bê miraz ji te re bikim, belkî jî min dixwest behsa pêkenokeke Charlie Chaplin a trajediyê ji te re bikim… Nizanim.

Lê ez vê ji sedî sed dizanim a min dixwest ji we re qal bikim ne siyaseta wan a qirêj û gemar bû.

Bi qesem navê Xwedê vê kêliyê tiştek nayê bîra min, hemû tişt ji bîra min çûne. Heta êşa destê min jî ji bîra min çûye.

Oxxxxx çiqas xweş e gava meriv neêşe.

ÊŞ?

Ufffff ez ji vê peyva “êşê”  çiqas aciz im.

Gava êş tê bîra min, kurd têne bîra min, tê bêjî qey kurd ji êşê ketine. Ma ku ne ji êşê ketibûna evqas hevdu diêşandin! Ji ber ku ji xeynî êşê tiştekî din nedîtine, tiştekî din nas nakin lewma evqas hij êşê dikin.

HIJ an HEZ?

Bi Tawisê Melek hema her du jî xweş in. HIJ Û HIJÎR Û HINAR Û HILUTIRŞK Û HINGIV Û HIMBÊZ Û  HIRMÎ Û HEZDARÎ Û HEZKIRIN hema vî qasikî tenê ev tên bîra min…

HIJ HEVDU KIRIN

Çi peyvek xweş.

Bi telaqê reşkotiya heger ku dê û bavên wan hij hevdu bikirana û bi hezkirin bi hevdu şa bibûna wê weledên baş û qenc û bi xîret ji wan biketana. Wê wan jî hij me bikira wek ku em hij wan dikin…