spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dilop bi hejmara 23’yan derket

Kovara Dilopê bi hejmara xwe 23’an derkete pêşberî xwînerên xwe.Kovara Dilopê ku du mehan carek derdikeve bi hejmara xwe ya çile-sibat li pêşberî xwendevanan.

Kovara çand û hunerî ya bi kurdî û tirkî derdikeve bi navê ‘Bîra Bindestan’ dosye amade kiriye.

Dilopê bi niviskar Welat Esenê ku sala borî di Pêşbaziya Helbestê ya Arjen Arî de bi ser ketibû û di girtîgehê de ye re hevpeyvînek kiriye. Rojda Kizgin jî ligel Koordînatora projeya bi navê ‘Amed/Sûr: Rêwîtiyeke Bîrê’ bi Dîlan Kaya re axivî.

Ji nivîsên bi kurdî Îbrahîm Gênç li ser Kamûran Alî Bedirxan bi sernavê “Mîrek li Pasîrê: Kamûran Alî Bedirxan” nivîseke portreyî nivîsiye. Mela Mihyedîn jî bi sernavê “Di helbesta kurdî de çay û cixare” nivîsa xwe pêşkêş kiriye.

Di bin moderatoriya Reşo Ronî de akademîsyen û nivîskar Adnan Çelik, akademîsyen-sosyal psîkolog Duzgun Ugur û nivîskar Ozgur Amed li ser meseleyê axivîne.

Mijarên wekî têgeheke polîtîk bîranîn/bibîranîn û mînakên ji dinyayê, piştî çareseriyên polîtîk, pratîkên bibîranînê di dosyayê de hatine nîqaşkirin.

Her wiha di vê hejmarê de Recep Maraşli, Bariş Avşar, Gulfer Akkaya, Ahmet Erhan, Hatîce Yildiz, Mihail Şolohov, Hazal Kar, Gulnaz Karatay, Ozgur Çirak, Dr. Omer Uluçay, Remzî Aydîn, Elîf Eser, Sevgî Yilmaz bi nivîsên xwe, Fewzî Bîlge, Yagmur Atsiz, Mem Al û Reyhan Sarhan bi helbestên xwe cih girtine.