19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dinyayek dilemma

Alîk X

Devek qul dibe, qelemek li ser kaxezê diçerixe, bêhemd: -teqez bihemd!- şiyana min a têgihiştinê milkê wan be heçku; pêşniyar li ser pêşniyarê, handan li ser handanê. Lê şima di têgihiştina min de ye, vê pêlê xwe li kerrîtiyê datînim. Hewl didim ku kêm û nîvco bibîhîzim an jî bixwînim. Ev hewldana min bê dilê min e; gava ji bêgavî diçim salonê û çav bi bîbliyoteka li erdê raxistî dikevim, bêhna bînahiya min diçike mesela. Di dilê xwe de dibêjim: “Ez ê têr nexwînim û bimirim!” Dilê xwe aş dikim piştî maweyekê û li her du “ez”ên xwe yên min van rojan bi xêra xwevedizînê keşf kirine, diqesidim. Gelo ji bo vê keşfê divê ji xwendinê re bişêkirînim? Li her derê pêjna şiyana şikirdariyê ya pişt li xwediyên xwe xûz kiriye, -bi pêşniyar û handanan tîran in her wiha!- dikim. Ji loma mîna hisiyata şikirdariyê ya demode, xwendin jî di nav de; divê tu kiryarê nehebînim.

Keşfa du ezên fenanî Habîl û Qabîl dicengin: Yek jê ji şimikê heta kumikê melankolîk e, şarezaya lêkirina reşbelekên xwekujiyê ye û ya din jî kêliya guh li Diyaloga Ciwan Haco yan jî sirûdekê didêre; dimizice ji hebûniyê re, ji welêt re, ji cîhanê re. Lîbîdoya min pê radibe tapanê; heçê nedîtibe wê bibêje qey îdealîzm pişkiyaye û ji bêvilê de ketim(y)e! Ji qewlê helbestkêr ve “cîhanhez” e wilo, ev eza min a jixwerazî…

Li min in, di min de ne her du dîsa û tevî hevalinan riya min bi dikaneke biharatfiroşan dikeve.

Ew mişe dilxweş û rûken in, ji bo dilê dilmayiyekê/î jî xweş bikin wek ên xwe, çavên xwe li diyariyekê digerînin. Ez ê nizane bê çima tevî wan hevalan hatiye sikê vê dikanê; ji xebatkarekî dixwaze ku hinek qehwe jê re bihêre û bi dû re çavên xwe li tiştik û miştikan digerîne. Dêhna min dikeve refikeke sabûnan di wê çavgerandinê de, li ser sabûnan “Eşek Sütü Sabunu” dinivîse; -her du ezên min li kar in, di wê balçûnê de; ji ber ku ya pê lîbîdoya min radibe tapanê, ya îdealîst ango; bi xêra wê ye ku gumanbariya min jî tev dilive-. Piştî wê veciniqîna nivîsa li ser sabûnan, ya diyariya eza min a gumanparêz î îdealîst e, ji min digazinîne eza min a reşbîn î dil lê xeliyayî, êdî dor ya wê ye û her li ser hev dibêje: “Hela li vê bêhediya tuxmê me serreşan lo!”

Min ê eza xwe ya cîhanhez niqurçk nekiribe, wê xebatkarê dikana ku dilê min lê xeliya, qehweya min dabe destê min û min ê berî bi malê ve kiribe. Û wê heta rojên ewil ên karantînayê jî ji bîra eza reşbîn neçûbe ew kiryara însaniyetê ya ji bo emir lê dirêj bibe dotin û “mêtin”a keran ji xwe re rewa dîtiye. Ji lewre dê ew misteheqî karantînayan, vîrusan û vê lixweheyirîmanê dîtibe. Lê piştre, gava kel li qehweyê ketibe û bêhna wê anîbe bîra eza min a gumanparêz î îdealîst, ku ew, ango qehwe berê seferên ewil ên mêtinkariyê ye, min ê ji wê mistheqdîtina xwe şerm kiribe bi xêra eza xwe ya din; ya cîhanhez î xema dinyayê xwarî.

Belê zewqek e vexwarina qehweyê; lê ne bi wê xezebê, ne bi wê tîraniya mirov şîrê keran bidoşe û li xwe helal bike. Ezeke min, heye ku ji her duyên din maqûltir be, têbiniyên wiha di bîra min de tîne pê aram jî dibim. Lê dilemma diderize û dilê min dîsa dixelîne eza min a reşbîn î xêrnexwaz.

Dibêje min: “Nîn e têgiheke te ya gulîsor ku te vegêre!” A sêyem, -em qewmekî sêyem-hez in û her bijîn em!- dibêje, “Tu ku te yê kiryar nehebandana, te li hebandina têgihekê çi hacet?”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê