Monday, September 20, 2021

Dîplomasî û astengiyên li pêş dîplomatan

M. Alî Ertaş

Kurd bi sedan sal in hewl didin bi rêbazên dîplomasiyê pirsgirêkên xwe çareser bikin. Lê piştî ku kurd heta radeyekê dîplomasiya xwe pêş dixin, an rê li pêş dîplomasiya wan tê girtin, an jî dîplomatên wan tên qetilkirin. Qetilkirina dîplomatên kurd Sakîne Cansiz, Zekî Şengalî, Diyar Xerîb, Seyîtxan Ayaz, Sozdar Hemo çend mînakê vê rastiyê ne.
Karê dîplomasiyê bi dîroka civakbûnê re pêş ketiye. Piştî civak, eşîr û netew li ser rûyê cîhanê belav bûn; civak, eşîr û neteweyên cuda ji bo pirsgirêkên di nava xwe de çareser bikin, an serî li şer dane, an jî serî li karê dîplomasiyê dane. Bi hezaran sal in yek ji rêbaza çareserkirina pirsgirêkan karê dîplomasiyê ye. Kesên pêşeng û nûnerên civak, eşîr û neteweyan her tim hewl dane bi rêya diyalog û aştiyane pirsgêkan çareser bikin. Lê gelek caran eşîr û neteweyên ku hêza wan qels û lawaz in, nûnerên wan ên dîplomasiyê ji aliyê neteweyên serdest ve nehatiye qebûlkirin. Yek ji neteweya ku her tim karê dîplomasiyê pêş xistiye jî kurd in. Bingeha dîroka dîplomasiya kurdî digihîje mîrektiyên kurd ên di serdemên desthilatên Osmaniyan û Sefewiyan de. Gelek mîrektiyên kurd ji bo têkiliyan li gel van dewletan ava bikin, gelek caran qasid û berevan ji wan re şandine. Mirov dikare bibêje ku dîplomasiya kurdan ji aliyê Şêx Ubeydulahê Nehrî ve hatiye destpêkirin. Şêx Ubeydulah bi balyozên dewletên biyanî re têkilî daniye. Hevdîtinên wî li gel balyoz û konsolosên rûs û brîtanî çêbûne.

Di serdema Mele Mehmûdê Bazîdî 1797-1863’an de Osmanî dixwazin dawî li mîrektiya kurdan bînin. Lê Bazîdî her xwestiye bi rêya dîplomasiyê pirsgirêkê çareser bike.
Mihemed Şerîf Paşayê Babanî di proseya dawîkirina şerê cîhanî yê yekem de, weke berpirsiyarê neteweya kurd li Ewropayê tevdigeriya û heq û hiqûqa kurdan diparast.
Di 1918’an de Şêx Mehmûdê Berzencî Keyaniya Kurdistanê ava kir. Komîserê payebilind yê brîtanî Arnold Wilson serdana Şêx Mehmûd kir. Şêx Mehmûd hevpeymanekê bi îmzeya 50 serokeşîrên kurd, pêşkêşî Wilson kir ku otonomiya kurdan qebûl bike. Lê Wîlson daxwazên kurdan qebûl nekir. Kurdan jî di 19’ê gulana 1919’an dest bi serhildana li dijî brîtaniyan kir.
Di 1943’an de Mela Mistefa Barzanî di encama Şoreşa 1943’yan de li gel hikûmeta Iraqê rûnişt. Di encamê de gelek daxwazên miletê kurd gebûl kir. Gelek nûner û pêşengên kurdan karê dîplomasiyê kirine. Lê dema mafê kurdan parastine, hatine astengkirin.
Di encama van hewldanên dîplomasiyê de hin gav hatine avêtin. Lê statuya kurdan nehatiye qebûlkirin. Bêhtir ji bo berjewendiyên xwe dîplomatên kurd qebûl kirin.

3 dîplomatên kurd ên jin qetil kirin

Bi taybetî piştî salên 1990’î Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwest bi riya aştî û diyalogê pirsgirêka kurd çareser bike. Ji bo vê yekê li Şamê çend civîn li dar xistin. Dîsa li Parîsê çend civîn li dar xistin. Piştî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê hat derxistin, dîsa xwest li Ewropayê bi rêbaza dîplomasiyê pirsgirêkê çareser bike. Lê dîsa rê li pêş Ocalan hat girtin û li Girtîgeha Îmraliyê hat tecrîdkirin. Li Girtîgeha Îmraliyê jî xwest bi riya diyalogê pirsgirêk çareser bike. Li Ewropayê jî siyasetmedara kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez xwestin bi riya dîplomasiyê pirsgirêka kurd bixin rojeva civaka Ewropayê û li çareseriyê geriyan. Lê 3 dîplomatên jin ên kurd li Parîsê qetil kirin.
Dîplomata kurd Sakîne Cansiz di sala 1958’an de li gundê Textê Xelîl a Dêrsimê ji dayik bû. Sakîne demekê li Ewropayê ma. Vegeriya Kurdistanê û li Fîsê li gel Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û Cemîl Bayik tev li kongreya damezirandina PKK’ê bû. Demekê li Girtîgeha Amedê îşkenceyek dijwar dît. Piştî berxwedana 10 salan, hat berdan û derbasî Ewropayê bû û ji wir jî çû Şamê. Demekê li çiya ma, li Ewropayê welat bi welat, bajar bi bajar, derî bi derî geriya û gel bi rêxistin kir karê dîplomasiyê kir. Lê piştî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Îmraliyê dest bi pêvajoya çareseriye kir, Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez (Ronahî), Fîdan Dogan (Rojbîn) di sala 2013’an de, ji aliyê tetîkkêşê MÎT’ê Omer Guney ve, li Parîsê hatin qetilkirin.

Hevkariya PDK û Tirkiyeyê

Di salên dawî de dîplomatên ên mîna Sakîne Cansiz, Zekî Şengalî, Dîyar Xerîb, Seyîtxan Ayaz, Hevrîn Xelef, Dozdar Hemo û ên din hatin qetilkirin. Gelek ji wan bi destê PDK’ê û Tirkiyeyê hatin qetilkirin. Çend dîplomatên hatin kuştin wiha ne: Endamê Konseya Rêveber a KCK Diyar Xerîb (Helmet) di 5’ê tîrmeha 2019’an de, di êrîşa hewayî ya Tirkiyeyê de hat qetilkirin. Xerîb di 1973’an de li gundê Sêwsênan ê Qeredax a Silêmaniyê ji dayik bû. Di 1988’an û heta 1991’ê di temenê ciwaniyê de navê PKK û Ocalan bihîst û îdeolojiya PKK’ê nas kir. Di 1995’an de bi fermî bû endamê PKK’ê. Di 2002’yan de li gel hejmarek hevalên xwe Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) damezirandin. Di 2008’an heta 2014’an bû serokê PÇDK’ê. Di 2014’an de bû Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê. Di 5’ê Tîrmeha 2019’an de di êrîşa hewayî ya Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest da. Xerîb, ji bo yekitiya gelê kurd û ji bo dîplomasiya kurd gelek hevdîtin kirin.

Pêşeng û mamê Şengalê: Mam Zekî

Îsmaîl Ozden (Zekî Şengalî ango Mam Zekî), di sala 1952’an de li Êlihê ji dayik bû. Di 15’ê tebaxa 2018’an ku salvgera pêngava çekdarî bû, li Çiyayê Şengalê li herêma Deriyê Şîlo di êrîşa hewayî de hat qetilkirin. Zekî Şengalî demek dirêj li Ewropayê ji bo maf û statuya êzidiyan û gelê kurd ê di qada dîplomasiyê de kar kir. Li gelek qadan xebitî. Li gelek cihan erk û berpirsyarî girtî ser milê xwe. Ji bo parastina mafê civaka êzidî û mafê gele kurd di qada navdewletî de karê dîplomasiyê dikir. Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê û endamê Koordînasyona Civaka Êzidî bû. Ji bo yekîtiya êzidiyan ku li çar aliyê cîhanê belav bûne, kedeke pir mezin da.

Seyîtxan Ayaz (Demhat Egît)

Yek ji dîplomatê kurd jî Seyîtxan Ayaz (Demhat Egîd) bû. Seyîtxan Ayaz di heman demê de endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê bû. Ayaz li navçeya Qelqelî ya Wanê ji dayik bûbû. Di 15’ê cotmeha 2019’an de di êrîşa balafirên bê mirov ên TSK’ê de jiyana xwe ji dest da. Ayaz, bi fermî li Başûrê Kurdistanê wezîfedar bû. Lê heta niha rayedarên başûrê Kurdistanê hîn bersiv nedane ku Ayaz bi destê kê hatiye kuştin.

Jineke bibandor: Hevrîn Xelef

Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef, di 15’ê mijdara 1984’an de ji dayik bû. Xelef, di 12’ê cotmeha 2019’dan de li nêzî Girê Spîyê, ji aliyê endamên DAIŞ’ê yê girêdayî Tirkiyeyê ve hat qetilkirin. Endama Lijneya Meclisa Sûriyeya Demokratîk bû. Komeleya Mafê Jinan (AWID), di nav arşîva xwe de, 450 jinên ji tevahiya welatên cîhanê weke jinên xwedî bandor û mohra xwe li dîrokê dane hilbijart. Yek ji van jinan jî Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef bû.

Dozdar Hemo

Abdulrahman Hemo, (Dozdar Hemo) kesekî dîplomat, siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar û fermandar bû. Dozdar Hemo li bakur, başûr, roiava û rojhilatê Kurdistanê xebatên dîplomasî û û siyasete kir. Bi kurdî, erebî, farisî û tirkî jî di nav de bi gelek zimanan zanîbû. Ebdulrehman Hemo (Dozdar Hemo) di sala 1969`an li Efrînê ji dayik bû. Di êrîşa hewayî ya Tirkiyeyê ya li başûrê Kurdistanê de, di mijdara 2019`an de jiyana xwe ji dest da. Piştî şerê Kobanê yê dawiya 2014`an û destpêka 2015`an beşdarî jinûveavakirina bajarê Kobanê bû.