25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Diranê aqil rakir

Carekê mirovek diçe ba diktorê diranan û dibêje vî diranê min ê aqil rake. Diktor dibêje ka were em derziyeke bencê lê bidin û paşê rakin. Mêrik dibêje, na na hewce nake.

Diktorê diranan: Bê benc nabe, wê gelekî biêşe.

Mêrik: Tu bê benc rake û heke min got êşiya ez ê du qat pere bidim te lê ku min negot diêşe tu yê bê pere diranê min rakî.

Diktorê diranan: Temam, min qebûl e.

Piştî ku diranê wî radike dibêje welehî te qet negot ax û te negot diêşe here ez pere ji te nastînim lê beriya tu herî were ez wêneyekî te bikişînim.

Diktorê diranan wêneyê wî davêje ser facebooka xwe û dibêje: Min diranê vî mêrikî bê benc kişand û qet negot diêşe.

Diktorekî hevalê wî li bin wêneyê wî zilamî ev şîrove dike: Wele diktor vî mêrikî hem ez û hem te xapandiye. Ji ber ku beriya were ba te hate ba min, min derziyek bencê lêda û got here derve 5 deqeyan bimîne û vegere ez diranê te rakim. Ew jî hatiye ba te û li ba te diranê xwe yê benckirî rakiriye.