Rojnameya Heftane

Bi pirtûka xwe civakê rakir ser pêyan

“Dilê min ji ber xemgîniya hovîtî û neheqiyên ku gelê min ji koleyan re reva dibîne, parçe dibe. Hin şevan dema li gel te radizam dayikên kole ku zarokên wan ji destê wan tê girtin difikirim…

Bîlançoya zilma li ser kurdan

Li Tirkiyeyê êrîşên ku ji hêla dewlet û nijadperestan ve li kurdan tên kirin, didomin. Hefteya borî ev êrîş derketin asteke bilind ku dilê kurdan dag kirin û qet nayên qebûlkirin. Di êrîşan…

Diranê Zelêxanê

Ev çendeke ez alîkariya kal û pîran dikim. Her roj rûniştina li malê ez hetikandim, rabûm vir de û wê de min cihekî xweş dît, hema li gorî min e. Sibehê zû radibim, tûrikê xwe dadigrim û berê xwe didim mala kal û pîran. Di serî de kêfa wan ji min re nehat, ew her tim rûyê çend kesan dibînin û bala xwe dane ser wan. Min got; “Heyran piştî demekê hûn ê ji min hez bikin, ew dem were qet hûn naxwazin ji min dûr bikevin.” Wan bi van gotinên min kir miremir, rûyê xwe daxistin û pişta xwe dan min, gotin ev kî ye hatiye tevgera me xera bike, em tu caran destûrê nadin vê yekê. Dema ez li wan dinihêrim tu dibêjî qey tevgereke siyasî, mezin û karê veşarî dikin.

Min xwe bi xwe got; “Hûn bisekinin ez ê we çawa bînim rê, hûn ê çawa ji min hez bikin û tu carê hûn ê nexwazin dev ji min berdin…” Sibetirê ez rabûm min xwe xemiland, careke din tûrikê xwe tijî mewîj, gûz, hêjîr û bastêq kir û berê xwe da mala kal û pîrên xwe.

Ez ketim hundir, min tûrikê xwe danî ser kursiyekî, ew mewîjên tê de hêdî hêdî derxist û danî kêleka xwe, qet bi wan re mijûl nabim, hema bi xwe re mijûl im. Min dît hêdî hêdî ber bi min ve tên, yekê got; “Ew çi ye di tûrikê te de?” Min got, heyran tûrikê min ji bo we ye, hema hûn çi bixwazin di tûrikê min de hene. Dema we xwest hûn dikarin lê binihêrin û tam jî bikin, lê tama wan pir xweş e, ger hûn bixwazin ez ê ji bo we hinekî veqetînim. Her yekê destê xwe avêt tûrik, di nav de çend heb hêjîr û gûz avêtin devê xwe, gotin diranê me tune ne, em nikarin bicûn, divê tu vana hinekî nerm bikî û dûra bidî me.

Lê diranê we tune ne, hûn xwarinê çawa dicûn? Ger hûn xwarinên xwe necûtî daqurtînin ew ê medeyê we biêşe û hûn ê nexweş bikevin! Di nav me da tenê taximê diranê Zelêxanê heye, ew jî dema bi me hêrs bibe diranê xwe nade me, lê gava ku dilê wê xweş be taximê diranê xwe dide me, em dor bi dor bi wan diranê Zelêxanê xwarina xwe bi lez û bez dicûn.

Ez pir li ber xwe ketim bi van gotinên wan. Min tûrik û mûrikê xwe hişt, ez çûm nav bajêr cem dirançî, ew dirançî xortekî bi bext e, bi xîret e, got; “Çîroka te û wan kal û pîran dilê min êşand, ez ê a niha herim wir û diranê hemûyan çêkim, heta sibê her yek wê taximek diranê wan hebe, bila dilê te rehet be.” Ez çûm malê, lê heta sibê xew neket çavê min, di berbanga sibê de ez çûm ber derî min dît hemûyan xwe dane ber derî, keneke xweşik li ser rûyê wan, ez pêşwazî kirim. Di nav wan de tenê Zelêxan bi pirçî bû, kesek li dora wê nedihat û nediçû, ji ber ku hemû bûne xwedan diran.

Min ji wan re got; “Heta doh we bi diranê Zelêxanê nanê xwe dicût, niha hûn hemû bûne xweyî diran û ew li ber xwe dikeve ku hûn êdî guh nadin Zelêxanê. Herin cem wê, jêra bêjin dema taximê diranê me winda bû em ê dîsa bi diranê te nanê xwe bicûn, kî dizane, dibe ku diranên me jî bi kêrî tiştekî neyên!. We bidîta bi van gotinan kêfa Zelêxanê çawa hate cîh. Ez dizanim di dilê xwe de digot; “Di demek nêz de hûn ê dîsa li dora min bicivin û taximê diran ji min bixwazin… Zelêxan dibêje diranê min zêr in û mircan in. Ez jî wisa difikirim.