19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dîrok di destan û stranê de veşartî ye

Der barê kar û xebatên nivîskar Fêrgîn Melîk Aykoç de, her wiha nêrînên wî yên têkildarî romana kurdî, kurdên bi zimanekî din dinivîsin û hin mijarên din, me sohbetek ji bo xwînerên rojnameya xwe amade kir.

Zarokatiya te jî wekî ya piraniya kurdan di nav xizanî û koçberiyê de derbas bûye. Piştî ku tu bi salan li Ewropayê jiyayî, ji wê jiyana zarokatiya te herî zêde çi tê bîra te û tişta ku ji jiyana wê zaroktiyê heta niha bandora xwe li jiyana te dike çi ye?

Kalikê min bi guleya dagirkeran hatibû kuştin, her wiha gelek merivên me jî li Dêrsimê hatin kuştin. Ew êşa sewîtiya bavê min a siya xwe berdabû ser giyanê min tu car pêsîra min berneda, piştî erdheja Gimgimê (1966) ez çûm dibistana Mamosteyî ya Manîsa Demîrciyê. Li wir tim şerê me û zarên rûman ên ku ji xwe re tirk digotin hebû, ev her du diyarde her û her bûn hêza niştimanperweriya min.

Di salên pêncî û şêstî de, lîwana xaniyê bamariyê bavê min zivistanan weke dîvaneke çandê bû. Li wê lîwanê çîrokbêjan çîrokên dirêj, yên bi helbest û stran vedigotin, em zarok jî li pişt derî rûdiniştin û me ew çîrok guhdarî dikirin. Çîroka wê demê bandoreke mezin li min kiribû çîroka “Şêxmûs û Sindiyan” bû. Jê beşeke stranî: “Geliyê Kelareşê bişewite wa bi sinc e /Doh vê çaxê heft birayê min li pişta hev bûn îro du jê çûne, mane pênc e!” Piştî lêkolînan min dît ku ew çîrok serpêhatiyeke rast e. Her wiha çîroka Comerd jî çîroka Gaumadayê neviyê Aştiyago ye. Ji wê hê jî di nav lêkolînan de me.

Xebatên te yên der barê rêziman de jî hene. Li gorî te bi kurtasî pirsgirêkên sereke yên rêzimana kurdî çi ne?

Her ziman bi serê xwe nêrîn û têgihîştineke cihanî ye, yanî ziman xwedan pergaleke xwerû û sîstematîk e. Qelsî û kêmasî ne di ziman û pergala zimanan de ye, kêmasî yê axavêran e. Ji zimanê xwedî pergaleke bêkêmasî yek jî, zimanê kurdî ye. Mînak di kurdî de hemû lêkerên têper û têneper ji hev diqetin, mijara zayendê ji zimanên din zêdetir xwedanê hin rêgezan e. Pirsgirêk ne ziman, pirsgirêk kesayetiyên li ser ziman dixebitin bi xwe ne. Lewre yek bi têgihîştina tirkî, yê din bi têgîhiştina erebî nêzîkî ziman dibe. Hin ji devoka herêma xwe wek navenda zimanê kurdî digirin, rastiyên di devok û zaravayên din de nabîne. Yanî nikare bi giştî li ziman binêre, pirsgirêk ev e. Lê êdî akademîkerên bi zanyariya ziman nêzîkî ziman bibin gelek in. Divê kes bi serê xwe hin rêgezan weke kelem daneyne pêşiya ziman. Mînak bi “paşeroja” heremî, “pêşeroj û paşeroj” teklihev kirin. Bila pêsîra ziman berdin, pergala ziman di pêvajoya nivîsandin û perwerdeya zanistî de bi xwe rûdine.

Tu dikarî ji kerema xwe, hinekî behsa azmûna xwe di nivîsîna romanê de bikî û bi giştî mirov çawa dikare taybetmendî, şêwe û terza romana kurdî bi nav bike, ev azmûn di çi pêvajoyan re derbas bûye?

Li her welatî azmûnên cuda yên pêşketina romanê hene. Ev bi şêweya vegotin û bi dîroka gelan ve girêdayî ye. Ji wê ji sedî sed texlîtkirin ne rast e, yan jî ez rast nabînim. Di nav civaka kurd de, vegotinên çîrok, mesnewî û destanan xwedan taybetiyan e. Ji destana Memê Alan bigire heta Dewrêşê Evdî, ji stranên dengbêjan bigire heta çîrokên bi çend demjimêran dikudînin, her yek xwedan awayekî vegotinê ye. Mînak, min romana “Serwerê Med Aştiyago” li ser bingehê vegotina destana Memê Alan nivîsî. Romana “Asoyên Dînan” jî li ser bingehê vegotina çîroka “Şêxmûs û Sindiyan” nivîsî. Bêguman mirov dikare şêweyên li cîhanê hene; weke modern, postmodern jî bi kar bîne, lê divê di wan de jî, şêweyê vegotina kurdî serdest be. Her wiha divê rengê xweza, anane, lixwekirin, ken û henekên kurdî lê hebe. Her gelî piraniya dem, rûdan û kesayetiyên dîroka xwe kirine roman. Dîroka me ji ya her gelî bijantir e, divê em bi kêmasî di romanan de wan êşên dîrok û civakê vekin. Gelên din ji dema destpêka romanê bigire, heta postmodernîzmê di her demê de roman nivîsandine. Ji ber rewşa me û welatê me, me dereng dest pê kir. Me nekarî em anegorî deman roman biafirînin, ev jî xweber bû egera têkilhevkirina klasîk, modern û postmodernîzmê.

Her wiha di romanê de şêweyê vegotinê, rewş û cîhana têgihîştina karekteran, têkiliyên di navbera karekteran de, dem, cih û warê ku roman li ser rûniştî, şayesandin, biwêj, gotinên pêşiyan, forma ken, girî, şîn û baneşan, awayê axaftinan rengê romanê diyar dikin.

Dema meriv li serhatiya te ya romanê dinihêre, meriv dibîne ku berê te bêtir li nivîsandina bûyer ango romanên dîrokî ye. Gelo di nivîsandina romanên dîrokî de zehmetiyên çawa li benda nivîskar in?

Ji bo kurdan mijara herî dijwar nivîsandina dîrokê û romanên dîrokî ne. Ev mîna bi derziyê kolana bîrekê ye. Lewra ne tenê dagirkerên welatê me her tişt belovajî kirine, dîrokzanên biyanî jî gelek caran ji bo xewnên xwe û balkişandinê çîrokên derêhiş nivîsîne. Mînak; Herodot, Aştiyago weka cinawirekî nîşan daye, lê Xanephon di Kîropedya xwe de Aştiyago wekî Miroveke Kamil û pêxemberekî venivîsandiye. Di çavkaniyên ermenan de jî Aştiyago wek kesayetiyekî xwedayî hatiye venivîsandin. Rastî jî ev e. Di xebata rêzdar Ezîzê Cewo “Zerdeşt Pêxember û Rûpelên Dîroka Wendabûyî” de zelal dibe ku Aştiyago li ber destê Zerdeşt Spîtama xwendiye.

Hin kesayetiyên kurd yên dîrok nivîsîne jî, bi giranî çavkaniyên dagirkeran bi kar anîne. Mînak, Darios I. (Dara Yawuş Arşama) wek kurd, bavê wî Hîstaspayê xwînxwar jî pîroz nîşan dane. Lê Darios I. bi xwe rêberên eşîrên Medan ên wek Fravartîş, Çîçan Taxma, Stran Taxma, Pîr Martî, Vahiyaz Data û û dîl girtî di rolyefên Bestûnê de nîşan daye û di bin de jî wehşeta xwe û bavê xwe Hîstaspayê hov bi vegotineke bê wijdan bi “medî, elamî û akadî“ daye nivîsandin. Mixabin ku di berhemên ku hin kurdan bi navê dîrokê nivîsandine de ev rastî tune ne. Li gel vê rastiyê, divê kesên dîrokê dinivîsin, çîrok û destanên kurdî pir baş bizanin. Mînak, Mîtolojiya Kurdên Êzdî Gomerd, çîrokên li Serhedê wek Comerd, Gamor, Gayê Mardo çîroka Pîr Gaumada yê di serhildanên li dij Darîos I. de rêberî kiriye bixwe ne. Di gişan de pîrekî kamil li dijî qralek zalim şer dike. Memê Alan destana Alyanîs û Aştiyago ye, bi îhtimaleke mezin berê bi destê şagirtê dengbêjê Aştiyago Angares ve hatiye stran. Yanê dîroka me, bi giranî di çîrok, destan û stranên me de veşartî ne.

Em werin nivîsandina romanên dîrokî. Belê romanên dirokî lêkolînên gelek berfireh û zanîna çîrok û destanên gel dixwaze. Dema ev her du nebin, nabe. Ev jî bi salan dikudîne, mejiyekî zelal û hûrkolînî dixwaze. Divê mirov bikare di nav vê geremola tevlihevkirina dîroka me de, ji hevok û gotinên dikarin hin rastiyan di xwe de werbigirin rastiyê derxîne. Ez bixwe hemû lêkolîn û nirxandinên dîrokzanên ewropiyan, ser û bin dikim, ji dostên li Erîvanê xwendine sûd werdigirim. Hewl didim ku rastiyên bi konetî hatine veşartin ta bi ta verisînim û derxînim.

Ji bo kurdekî ku bi zimanekî din dinivîse her çendî mijara wî kurd be jî mirov dikare bêje ew nivîskarekî kurd e ?

Nivîskareke/î bi kîjan zimanî binivîse, ew nivîskarê wî zimanî ye û di xizmeta wî zimanî de ye. Xwerû yên bi tirkî nivîsandine û dinivîsin bi sedan biwêj, gotin, hevok, gotinên pêşiyan, çîrok û formên vegotinên kurdî wergerandine û kirine xizmeta zimanê tirkî. Her wiha, gelek çîrok, mîtolojî, awayê vegotinan jî ji zimanê serdest yan jî yê pê nivîsandine re kirine mal. Em mînakek balkêş bidin: Yaşar Kemal destana “Hespê Gola Sîtilan” ya gelê kurd, bi tirkî di bin navê “Agri Dagi Efsanesî” de nivîsiye. Ev wergerandine almanî. Di civîneke almanan de me çendî hewl da jî almanan gotin: “Ev bi tirkî nivîsandiye û ev efsaneyeke tirkan e! Ka belgeyên we yên nivîsandî?” De kerem bikin!?..

Her çendî Yaşar Kemal tu carê kurdbûna xwe û ji kurdî û wêjeya kurdî sûdwergirtina xwe înkar nekiribe, mijare û naveroka romanên Yaşar Kemal ji jiyana kurdan be jî, ew bi berhemên xwe di xizmeta zimanê tirkî de ye û nivîskarekî tirk e û hew. Mirov nikare wî weke wêjevanekî kurd destnîşan bike.

Mijara Selîm Berekat: Ti tişteke Selîm Berekat ne kurd e û ne jî kurdî ye. Min der barê wî de dîtinên gelek kesayetiyên Rojava girt û min bixwe jî lê kola. Camêr bê çend gotinên biyaniyekî jî dizane, bi kurdî nizane. Tim gotiye; “Zimanê erebî mala min û giyanê min e.” Di romanên xwe de hin navên kurdî yan jî karekterên kurdî bikaranîn nayê wê wateyê ku naveroka berhemên wî kurdî ye, lewre ziman ne zimanê kurdî ye. Di hemû film û rêzefilmên tirkan û mijareyên qeşmerî yên tirkan de jî, navên kurdan weke “Remo, Heso, Sila û hwd“ tên bikaranîn. Hem jî yên bi kar tînin ne -kurd in. Nivîskarê alman Karl May jî di roman xwe ya navdar “Durch Wilde Kurdistan“ (Di nav Kurdistana hov re) de behsa hin cihwarên kurdan dike û hin navên mirov û herêmên Kurdistanê bi kar tîne. Ya herî girîng jî navê Kurdistanê bi kar tîne. Niha em rabin ji ber vê bikaranînê bêjin Karl May kurd e? Na. Bi gotineke hişk Karl May çiqas kurd be, Selîm Berekat jî ewqas kurd e û hew. Yanî bi gotineke kurt nijadkurdbûna nivîskarekê/î tu tiştekî naguherîne. Kî bi kîjan zimanî binivîse ew nivîskarê wî zimanî ye.

Tu dikarî hinek behsa xebatên xwe yên lêkolînên dîrokî bikî?

Ev nêzîkî du salan in, di rojnameya Yênî Ozgur Polîtîkayê de her hefte keleheke ji dema Ûrartûyan maye, bi lêkolînên arkolojîk ve didim nasandin. Dijawariya min ne di warê zanistiyên -arkolojîk de ye, di wî warî de gelek agahiyên arkeolog û têzên doktorayê hene. Li gel wê ez jî êdî hînî karekterên lêkirina dîwar û bi giştî avahiyên kelahên Xaldiyan/Ûrartuyan bûme. Arkologek bi qestî şaş jî binivîse, ez li karektera teraştin û bicihkirina keviran dinêrim û derdixim. Dijwariya herî mezin navê kurdî yên girên keleh li ser in ku gelî û newalên li dor kelehê çem û çemokên di ber kelehan re diherikin. Ez hewl didim bi telefon û alîkariya nasan wan bi dest bixim.

Wek encam; bi hêviya min karibûye, bersivên pirsên we bidim; gelek spas ji bo vê hevpeyvînê. Ji we xebatkarên Xwebûnê re serkeftin.

Fêrgîn Melîk Aykoç kî ye?

Fêrgîn Melîk Aykoç di sala 1951’ê de li gundê Baskan yê navçeya Gimgimê ya Mûşê tê dinê. Sala 1972’yan dest bi mamostetiyê dike. Di sala 1980’yî de tê girtin û 17 roj di îşkenceyê de dimîne. Piştre tê berdan û neçar dimîne koçî Almanyayê dike. Romana wî ya yekemîn Mamostên Zinaran di sala 1999’an de, romana Dîlên Li Ber Pûkê di 2002’yan de hatine çapkiri û romana wî ya sêyemîn û xebata wî ya li ser rêzimana kurdî jî li ber çapê ne.

Hevpeyvîn: Rizoyê Xerzî