spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dîrok di stranan de vaşarî ye

Mêvanê me yê vê hejmarê hunermendê kurd Cewad Merwanî ye ku zêdetirî 30 sal in bi karê muzîka kurdî re mijûl dibe. Ew di salên 75-76’an de bi Koma Azadî hat naskirin. Her wiha wî li Ewropayê di bin sîwana Akademiya Çand û Hunera Kurdî de demek dirêj xebatên xwe kirine. Me der barê jiyan, huner û berhema wî ya nû ya bi navê Stranên Arşîva Radyoya Erîvanê de ev hevpeyvîn ji we hêjayan re amade kir.   

* Zêdetirî 30 sal in tu bi karê muzîka kurdî re eleqedar î. Bi kurtasî tu ji xwînerên me re dikarî serboriya xwe vebêjî?

Silav û rêzên xwe ji hemû xebatkar û xwendekarên rojnameya Xwebûnê re dişînim. Spasiya Xwbûnê dikim ku dengê me digihîne gelê kurd. Ez di 75-76’an de li sînemaya Dîlanê bi Koma Azadî re derketim ser dikê û du min stran gotin. Ez di komê de yê herî biçûk bûm. Tîşortek li min kiribûn û li serê Roja Welat nivîsîbû. Ji wê çaxê û heta niha min stranên kurdî ji ber kirine û qareqara min bûye li her derê min stran gotine. Her wiha dema diçûm mektebê jî bi amatorî bi Salih Dalgin û Ciwan Roj  (endamên sereke yê Koma Azadî bûn) re diçûm dawetan. Yê cara ewil di dawetan de stran bi min da xwendin Salih bû. Piştre ez û kurê xalê xwe Hesen ku wî li sazê dixist min jî li cumbuşê û em bi hev re li Farqînê diçûn dawetan. Di dawiya hefteyê de jî ji bo hewceyî kesî nebim ez diçûm gund û min barê êzingan dianî li Farqînê difirot û pê mesrefa xwe ya mektebê derdixist.

Navê gundê me Boşat e, gundekî çiya ye. Bavê min nedixwest ez vî karê muzîkê bikim. Heta lîse xelas bû, teknîk û cîhaz amatorî me pê îdare kir. Lê ezbera min pir xurt bû. Ji stranan pê ve tiştek nediket serê min. Min qasetekê sê caran guhdar bikirana  ji ber dikir. Di salên 80’yî de bû ez bawerim, li ser telefonê min şevekê li qaseta Aram Tîgran guhdar kir û roja din nêzîkî 6-7 stranên wî min di dawetê de xwendin. Heta tu bêjî ezbera min xurt bû. Repertûawreke pir xurt bi min re çêbûbû. Min her tim dengbêj, radyoya Erîvanê, radyoya Bexdayê, dengê beşa kurdî ya radyoya Tehranê guhdar dikir û li ser disekinîm. Bêguman malbata min jî kurdewar bû, bavê min û malbatê jî guhdar dikirin.

Ez bawer im sala 83’yan bû, li Diyarbekirê ji aliyê TRT’ê ve pêşbirkeke kesên dengê wan xweş e ç bû. Min jî nizanîbû çi ye û beşdarî wê pêşbirkê bûm. Ji min re gotin ‘te qezenc kiriye, were em te bişînin radyoyê, em ê te bişînin konservatûwarê, qeyda te bikin û tu yê dikaribî li wir bixwînî û bibî hunermend.’ Min jî got temam ez ê werim û ez ê biçûma jî. Wê demê teyîbek û çend qaset dan min û gotin: “Here li herêmê û gundan stranan berhev bike, qeyd bike û bîne bila repertûwara te xurt be.’ Min teyîb avêt milê xwe ez çûm gundan, heta herêma Mûşê digeriyam û min stran berhev dikirin. Min bi giştî 53 qaset stran kom kirin. Wê demê hevalan ji min re got: “Tu çi dikî? Çima tê van stranan bibî bidî wan? Ew ê tevan wergerînin tirkî û tê jî bibî wekî hin hunermendên ku stranên me diguherînin. Ev weke şerefê ye, wekî namûsê ye, tu çawa wiha dike?” Dîsa li aliyê din min jî nedixwest ku ew rewşa xwe ya kurdewar terk bikim û biçim konservatûwarê. Ez rabûm çûm min teyîba wan da wan lê qaset min nedan wan.

*Dîsa ji ber vê eleqe û xwedîderketina li muzîka kurdî tu hatî girtin, rastî êrîş û ceza hatî û ji neçarî derketî derveyî welêt. Ev pêvajo çawa qewimî?

Hêj beriya 12’ê Îlonê min ji bo xwe qasetên dengêjan ên wekî ; Tehsîn Taha, Hesenê Cizîrî, M. Arîfê Cizrawî, Meryem Xan, Kawis Axa û her wekî din ji şoforên ku diçûn Iraqê dixwest wan jî ji min re dianîn. Hê wê demê bi hezaran qaset min kom kiribûn. Li Farqînê qehweyeke biçûk hebû me lê dixist. Roja 12’ê Îlonê bi ser qehweya me de girtin, ev qasetên min tev avêjtin bin tekerên cemsên leşkeran û hemû jî hûr kirin. Li ser wê kolana li ber qehweyê min avêjtin erdê û heta ku tu bêjî bes li min xistin û îşkenceyeke giran li min kirin. Lê ew roj min nebirin, nizanim tiştek çêbû, min di cih de hiştin û çûn. Piştre ez rabûm min van kasetan tev kom kirin û birin li cihekî ku kes nebîne û di heman demê de ez çûm min qasetên tirkî jî standin nava wan vala kir û yên kurdî tê de bi cih kirin. Min ew qaset piştî ku qedand bir li cihekî xist binê erde û veşart.

Careke din min ji xwe re cîhazekî hêj mezin kirî û ez çûm dawetan. Kesî newêribû stranên kurdî bistirê, lewre tirs hebû, heps hebû. Wê demê grûbeke Salih Dalgin hebû, wî mamostetî dikir dev jê berdabû. Şiyar jî hatibû girtin di hepsê de bû, wekî din jî kes tunebû ku li wê derê stranan bêje. Jixwe di 12’ê Îlonê de gotina stranên kurdî gelekî zehmet bû. Heta sala 90’î ev wiha bi îşkence, lêdan derbas bû. Rewşeke wisa pêş ket ku di salên 92’yan de neku em stranan bejin, êdî em nikarîbûn derbikevin kolanan. Di sala 92’yan de ez derbasî Sûriyeyê bûm û piştre jî derbasî Ewropayê bûm.

* Ev fikra berhevkirina stranan û arşîvkirin bi we re çawa çêbû?

Piştî ku em hatin Ewropayê di bin sîwana Akademiya Çand û Hunera Kurdî de xebatên xwe meşandin. Dîsa dema ku ez li Sûriyeyê bûm, min bi qasî 200 qasetî bi xwe re anîbûn Ewropayê. Lê belê min nedizanî ez ê çi bikim ji van qasetan. Lê gotinên TRT’ê yên; “Stranên kurdî berhev bike, bîne em ê wan arşîv bikin, bikin pirtûk û belav bikin.” Ev gotin di serê min de maye. Wê demê di akademiyê de çi xebatên siyasî, çi yên çandî û civakî hebûna, me dimeşan. Di sala 1996’an de ez çûm radyoya Erîvanê. Bi qasî 3 mehan li wir mam. Wê çaxê Reşîdê Baso saxbû, Karapetê Xaço sax bû û gelek denbêj jî ji ber rewşa aborî derbasî Rûsya û Fransa bûbûn. Li vê derê dema min ev arşîv kom kir, ez gelekî bi Egîdê Cimo re mam. Ew radyoya Erîvanê xeyala min bû ku ez biçimê. Wekî sê mehan ez li wê derê mam min arşîv li ser qasetan kom kir û anî Ewropayê û min hêdî hêdî ew stran nivîsandin. Piştî wê di salên cuda de sê carên din dîsa ez çûm û li ser vê arşîvê min xebat kir.

 *Di xebata we ya Stranên Rîtmîk ên Radyoya Erîvanê ku di sala 2016’an de ji Weşanên Aramê hatiye çapkirin û di xebata Stranên Arşîva Radyoya Erîvanê de em dibînin ji aliyê heman komê ve hatiye amadekirin. Her du xebat jî di warê naverokê de gelekî nêzî hev in. Cudahî û sedema vê yekê çi ye?

Stranên ji aliyê Weşanên Aramê ve hatine çapkirin, ew stranen ritmîk bûn. Me xwest îca em stranên ne tenê ritmîk yê meval jî bi hevre çêbikin. Welhasil ez jî nizanim çima me ji hev qetand. Lê ew şaşiyek bû. Ez wisa kêmasiyek dibînim. Ev stranên ritmîk û meval, em bêjin me ji yekê re gotiye meval piştre me jê re gotiye ritmîk. Lazim bû me bi hev re çekiriba lê ji hev hatin qetandin. Bi rastî bê dilê min jî bû. Wê demê me stranên rîtmîk cuda çêkir. Lê belê niha di vê xebatê de bûn yek.

* Ev berhema we ya Stranên Arşîva Radyoya Erîvanê ku ji 4 cîldan pêk tê; 2 jê yên stranên rîtmîk e û 2 jê jî wekî yên serbestî, we bi nav kirine. Bi giştî nêzî 3 hezar 200 rûpel ye, ji nêzî stranên 200 stranbêjî û hunermendî pêk tên û nêzî 900 stran in. Gelo bi giştî arşîva radyoya Erîvanê ev e yan we ji wan hin stran hilbijartine?

Yanî niha stranên radyoya Erîvanê li gorî ku ji min re hatiye gotin ev in. Wexta ku li wê derê jî me tomar kir, wan jî got ev in ji xeynî wan tune ne. Yanî çîrok û lîstikên şanoyê jî hebûn. Me ew jê neqetandin. Me got bila ew niha bimînin. Me ev berhevkariya xwe jî da akademiya çand û hunera kurdî û me xwest li wir jî bê parastin.

 * Xuya ye ev xebat bi sebir, dîsîplîn, ked û berpirsyariyeke mezin hatiye kirin. Tişta bû sedem çi bû ji bo hûn vê berhemê amade bikin?

Ji bo xebatek wiha bi rastî jî îmkanên min ên şaxsî tune bûn. Lê min vê ya wekî keda berhema şoreşê dît û wisa ye jî. Di şoreşa me de çand, ax, ziman û huner hemû bi hev re giredayî ne. Dîrok di na van stranan da vaşarî ye, nebatên me ji gul û giyayên me bigire, ji miletê me bigire, ji eş û evînan bigire, kuştinê bigire, mêraniyê bigire çi serpehatiyên kurdan hene di van stranan de veşarî ne. Dema ku min guhdar dikir, yan jî min dinivîsî ez diçûm sê sed sal, diçûm hezar sal, diçûm pênc hezar sal berê. Yanî mînakek ji wan Zembîlfiroş e ku li bajarê me yê Ferqînê çêbûye. Hezar û sed sal berê ev çîrok çêbûye. Îro weke cewherekê, wekî heyvekê xwe diparêze. Mînak strana ‘Ha der bû der bû der bû,  karwan ji hênê der bû…’ eva wexta rêya hevrîşmê bi qasî hezar û 500, hezar û 700 sal berê ev stran çêbûye. Min ev stran wisa tê de dîtin. Heta li ba min waxta Sumeran ku stran hatine çêkirin û li Amerîkayê di unîversîteyê de wekî nota jê re dîtine û stran jî bi nivîsa bizmar hatiye nivîsîn. Yanî ez bi kurtasî bêjim, ez aşiqê stranên kurdî me, ez aşiqê klasîkên kurdî me.

* Xuya ye bi salan e we stranên kurdî berhev kirine. Ji bo vê xebatê ked û baweriyeke xurt pêwîst e. Di heman demê de parastina van stranan û vê arşîvê jî zehmet e. We heta niha çiqas stran berhev kirine û ew çawa tên parastin?

Stran çi ye, ferqa xwe çi ye? Ji her miletî re hurmeta me heye. Muzîka her miletî heye. Ya me kurdan jî heye û pir e. Bi saya vê şoreşê, keda serokatiyê, keda şehîdan, bi ked û armanca lehengên me û şoreşê ku derfet da me ku em xebateke wiha bikin. Vê kedê derfet da ku ez bikaribim biçim Ermenistan, Horasan, Îran, Başûr, Bakur, biçim Misrê, biçim Rûsyayê û hwd. xebat bimeşînim û arşîvek wiha berhev bikim. Ya din ev jî kêm dima mecbûrî min ji vana hinekan li ba xwe, hinekan di depoyan da biparasta ku winda nebin. Welhasil gelek hevalên me jî keda wan heye lê zêdetir min wekî berpirsyarê vî tiştî dîtîn. Bi giştî niha texmînî dibêjim bi qasî 4 hezar û pêncsed qaset hene. Ji 4 hezar û pêncsed qasetî ger ku tu bifikirî her qasetek 10 stran tê de bin dike 40 hezar stran. Ji her qasetekê 12 stran tê de hebe dike 42 hezar stran. Di nav vana de Merdan ku çûbû Sûriyeyê hinek qaset bi xwe re anîbûn.  Zarîfe û Şemdîn hinek bi xwe re anîbûn dîsa hinek li cem hunermendên me yên din hebûn. Ez çûm Enstîtuya Kurdî ya Parîsê min hinek kopî kirin anîn. Her wiha ji vir bigire heta Kazakistan, Kanada, Îranê, kurdên me yên li Konyayê, yên li Mereşê û yên li deverên din çi hebûn li ba wan me kom kirin û kirin arşîva gelê kurd. Dîsa di sala 2001’î de ez çûm Bexdayê li wir arşîva radyoya Bexdayê ku di destê dostekî me yê asûrî de bû, me ew jî kom kirin anîn tev li vê arşîvê kirin.

Çend sal berê Seydayê Goyan ê Hekarî û Hîlmî Akyol hinek ji min re şandibûn. Ez silav û rêzên xwe ji wan re dişînim. Wê demê bi hezar û 24 stranî di weşanên Avestayê de çap kirin. Ji wê qebatê derdora 300 stranî yên soranî bûn, 270 stran ên herêma Botanê bûn. Derdora 130 stran jî yên herêma Amedê bûn. Me ev arşîv jî kir pirtûk lê me wê demê nedikarî em CD ya wê xebatê derbixin, tenê stran û notasyona wan me kir û bi navê Kilam û Stranên Kurdî me kir pirtûk. Bêguman kêmasiyên vê xebatê jî hene lê pêşerojê dibe ku em dikaribin sererast bikin. Wisa texmîn dikim ku ji 42 hezarî ne kêmtir stranên me niha hene û di nav hartdîskekê de diparêzim. Yanî ev stran hemû jî yên gelê kurd in. Ev stran dibe ku piranî na lê bi qasî 10 hezar dubare bin lê dîsa jî 30 hezar stran dikin. Yanî halê hazir bi qasî 35 hezar stranên me û qaset di destê me de ne.  

* Tu rist û mîsyona radyoya Erîvanê ya ji bo dengbêjî û muzîka kurdî çawa dinirxînî?

Bandora radyoya Erîvanê ne tenê li ser hunermendekî/ê li ser her kesî çêbûye. Dema behsa radyoya Erîvanê dibe, behsa kedê dibe, behsa dîroka stranên kurdî dibe, behsa erdnîgariya Kurdistanê dibe, ji nebatan bigire behsa hemû tiştan dibe. Behsa qetlîamên li ser gelê me, gelê êzidî bûye, behsa komkujiyên li Kurdistanê çêbûne dibe. Kurdên me yên koçberî wê derê bûne cewherê xwe jî bi xwe re birine û li wê derê bi hestên xwe stranên xwe derxistine pêş. Tiştekî wiha li dinyayê tune ye. Dema stanek li radyoya Erîvanê lê dikeve tu dizanî wî kesî, wê malbatê yan jî vî gelî çi cefa kişandine. Lê belê niha em dikin nakin di starnên me yên niha de tiştekî wiha nabînin. Lewre hest bi me re nemaye. Bi dehan caran min dîtiye ku diya min, bavê min malbata min li ber vê radyoyê ku dema stran lê diket digiriyan. Ew tev hest bûn, tev huner bû, tev dîrok bûn. Yanî ne mimkun bû ku kurdek ev radyo guhdar kiriba û tesîr li ser nekiriba.

* Ev xebat bandoreke çawa li we kir û pêwîstiya wê ji bo çivaka kurd di çi astê de ye?

Yanî ev xebat çawa tesîr li min kir? Dema ku peykerê bûdîstan li Afganistanê Talîbanan bombe kir, Ewropa û dinya rabûn ser piyan gotin ‘wa vî peykerî hûn çawa wisa dikin’ ew dîrokek bû. Kevirek ji Sûra Diyarbekirê bikeve weke ku kezeba min ji bedena min bê kirin. Heskîf dema ku çûn dînamît kirin û kirin bin avê. Gelek tişt hene ku mirov beje. Ku kurdî qedexe kirine û çawa lê diçêrin, nahêlin ev ziman pêşde here. Heta rojên borî ku ciwanê me yê bi navê Bariş ku stranên kurdî guhdarî dikir bi kêran ew kuştin. Bi sedan mînakên wiha hene ku mirov dikare bide. Ji ber van dîtinan, dema min ev stran berhev dikirin û guhdarî dikirin rastiya civaka kurd, êş û azarên hatine kişandin min yek bi yek hîs dikirin. Ji ber vê yekê jî tesîreke mezin li min kir.

* Tu rewşa heyî ya huner û muzîka kurdî û girîngiya vê berhemê ji bo gelê kurd çawa dibînî?

Ev ji bo min dîrok e, ev ji bo min eşq e, ruh e. Em îro di vir de van stranan rizgar bikin wekî ku em şah damara kurdan vebikin. Hem ji bo hundir û hem jî ji bo derve ev wiha ye. Yanî dijminê me yê ku bi destên hunermendên ku bi eslê xwe kurd bûn bi destên wan ev stran diguherandin û ji xwe re dikirin tirkî û dikirin repertûwar. Heke ez biçûma TRT’ê û biçûma konservatûwara Îzmîrê dê yek ji wan jî îro ez bûma. Lê evana ku van stranan diguherînin, pê bûne hunermend û ji xwe re difiroşin û rantê bi dest dixin. Yek ev e. Ya din jî qirkirina çandê û li hember qirkirina çandî ya me bi xwe vê qirkirinê pêş dixin. Yanî em xwe bi xwe vê tiştî dikin. Îro em hatine wê merhelê ku ji celadê xwe re li çepikan dixin.

Em çawa ji celadê xwe re li çepikan dixin?

Îro me jî populîzm derxistiye pêş. Em ji yên xwe re dibêjin ha. Şaş fêhm nekin. Ez ji yên tirkan re nabêjim. Ji qaşo hunermendê xwe yên kurd re dibêjim. Em hevalên hev in. Wele tên ez silavê jî didim wan, qedrê wan jî digirim, çi ji min diqede dikim. Yek ji bo derve pêşîgirtina talanê, ya din jî ji bo hundur, yên li nav me ji bo pêşîgirtina talana vê çandê ev berhem hêja ye. Bi derketina vê berhemê ez wisa kêfxweş im ku nikarim bînim ziman. Niha li Ewropayê xaniyê min tune ye, ez di kirê de me, heke xaniyê min hebûya min ê bifirotina û li ser vê çandê bida. Ji bo ku min bikariba yên din jî zû bi zû xilas bikira. Ew qas ku tesîra xwe li ser min kiriye.

Yanî menfîeta vî xelkî, çanda wî tune dibe. Yên li derveyî me talan dikin, yên li hundir talan dikin. Me jî ev berhem derxistiye, me rêya resen, xweser, xweyî û xwebûniyê nîşanî vî gelê xwe daye. Gelek nivîskar spasiya me dikin ji ber vê ked û xebatê. Ji bo me jî ya herî bi qîmet ew e ku ev berhem bigihêje gelê me û gelê me jî bixwîne, bibîne û çanda xwe nas bike. Ji vê yekê xweştir ji bo min tiştek tune ye. Karê min jî ev e ku ez vê hunera resen û dewlemend xilas bikim û bi gelê xwe bidim nasîn. Em bûne erebesk, em bûne populîst, em bûne her tişt lê em nebûne xwe. Ev berhem jî ji bo vê yekê girîng e ku em bibin xwe, werin ser xwe û hişê xwe bidin serê xwe.

* Piştî vê xebatê tu proje yan jî xebatên we hene? Heke hebin tu dikarî bi me re par ve bikî?

Xebatên min ên nû jî berdewam dike. Xebatên me yek li pey yekê tê. Niha ez hinekî di warê aboriyê de tengav dibim lê ji bo min ew qet ne mesele ye. Bi eşq û evîn min bi vê çandê girtiye û ez pê re dimeşim. Niha ji derveyî vê xebata me hin stranên radyoya Bexdayê û yên stranbêjên Bakur min hinekî tev li hev kiriye. Hezar û 560 stran heta niha me nivîsandine. Ev stranên wekî; dengbêjê me yê Serhedê Şakiro, Reso, Hisêyno, Sedîq, Keremê Mûşî û dengbêjên me yên aliyê Cizîrê yên wekî; Hesenê Cîzrawî, Meryemxan, Îsa Berwarî, Seîd Axayê Cîzrawî,  Nesrîn Şîrwan û hwd. yanî heta niha evqas stran hatine nivîsîn. Jixwe ya herî zehmet jî nivîs e. Me nivîsa wan û dengê wan kiriye yek dosyayê û bi qasî 200 stranî jî notasyona wan çêbûye. Hêdî hêdî em lê diçêrin. Dibe ku heta sala din van çaxan heke di notasyonê de heke problemek dernekeve bi xêr û xweşî dê bi stran, dengê wan, notasyon, şîrove û her wiha bi miqam û metodên dersê bê çapkirin û bigihêje ber destê gelê me. Ev xebat jî ez texmîn dikim dê ji 6 cîldan pêk bê.

* Di vê xebatê de tişta balkêş û kêmasiyên tu bi wan re rû bi rû mayî çi ne? Tiştekî ku me nepirsî be lê ji bo we hêjayî gotinê ye heye gelo?

Ji xeynî wê jî hin xebat û lêkolînên min berdewam dikin. Ji nav van arşîvan hinekî serpêhatî hene. Bi qasî 30 heb çîrok û serpêhatî. Min ew jê veqetandin. Ev stranên duetê ne. Carna mêran xwe kiriye cihê jinê û dibêjin;“Sing û berê min ji te re wekî kar xezalêkê”, “Hey loo lo delal, bi gavê dibêjim delal, bi seetê dibêjim delal, ezîzê ber dilê min xeyal e”, “Gidî lorî, lorî, lorî, lorî, lorî, lorî, cembeliyê min looorî, lorî”, dîsa wekî  “Cotê zer memikên min ji te re mîna tiriyê payizê xwe nav lê dan”, kuro ez mêrim ne jin im mala te. Vana gerek jin bêjin. Divê jin cihê xwe bibêje mêr cihê xwe bibêje. Wekî duet. Di nav van stranan de rola jinê bê çiqasî li ser hebûye dide xuyakirin. Di van stranan de dide xuyakirin ku jin ji mêr bêtir girêdayî axê ye, ji mêr bêtir bi malbatê re eleqedar e, ji mêr bêtir xwedî hest e û hezkiriye. Di nav stranan de rola jinê pir pir zêde ye û mirov vêya dibîne tê de. Ji vana me dueta 22 stranan çêkiri bi 22 hevalên jin re û wekî du CD bi navê “Dergûşa Stranan” û “Aheng” derket. Lê ji ber hin derfetên aboriyê û ji ber nebûna dengbêjên jin ku dikaribin wekî duet bi min re bixwînin min nedîtin.

Dîsa çîrokên wekî; Zembîlfiroş, Hesenîk û Asê, Hiso û Nazê, Fatima Qîza Salih Aga, Cembeliyê Mîrê Hekarî. Mesela Zembîlfiroş nêzîkî 300 qiblê xwe hene li ba min. Gelekî dirêj e. Ev Zembîlfiroş dibe fîlm. Niha hin tişt hene ji îşê min derdikeve. Ez encax dikaribim vê stranê bikim ku nemire lê ez nikarim fîlma wê çêbikim, ez nikarim zêde ji bo serpêhatiya wê lêkolîn bikim. Lê halê hazir bi qasî 30 stranên wiha min hinekî serê xwe bi wan re êşandiye. Ev tev jî ji nav vê arşîvê derketine. Di nav vê arşîvê de kar hêj pir e. Mesele senarîstek dikare van stranên serpêhatî û xwedî çîrok binivîse û fîlma wan çêbike.

 * Gotinên te yên dawî hebin kerem bike bêje.

Di vê xebatê de, Şiyar û Ewran notaya stranan derxistin, mamoste Veysî Varli kontrola notayan, analîza hemû staranan û edîtorî kiriye, redeksiyona wê mamoste Serwet û edîtoriya wê jî Mehmet Çakmak kiriye. Ji bo keda wan a bi nirx spasiya wan dikim. Van hevalan jî di vê xebatê de gelekî ked dane. Dîsa dost û hevalên alîkariya me kirine, me navên wan di vê xebatê te destnîşan kirine, ez careke din bi rêya we yek bi yek silav û rêzên xwe ji wan re dişînim, ew ên xwedî li vê çandê derketine ez spasiya xwe ji hemûyan re dikim. Her wiha ew kesên di vê xebata me de çi di warê madî de, çi jî di warê manewî de ji me re bûne alîkar navê wan di vê xebatê de cihê xwe girtine û ew jî nemir bûn.

Her wiha ez spasiya xwe ji we hevalên Xwebûnê re dikim. Xwebûn pîroz be li we, serkeftinê ji we re dixwazim, her şad û bextewar bin spas.

Rica me ji gelê me ev ku bi zimanê xwe xeber bidin. Çavê dijmin li qirkirina çandê û pişaftin û tunekirina vî gelî ye. Ji vê yekê re divê em şiyar bin. Em xwedî li zimanê xwe derbikevin. Em xwedî li stranên xwe derbikevin. Dev ji populîzm û vê piyaseya gemarî berdin. Em xizmetekê ji vî gelî re bikin. Bi milyonan kurd hatine înkarkirin, hatine tunekirin, hatine tirsandin, hatine pelçiqandin û li her derê me bi kar tînin. Divê em jî bi ziman, çand û hunera xwe karibin şoreşa xwe bikin û pêşî li vê qirkirinê bigirin. Ew qas zimanekî me yê şêrîn, dewlemend, bi kok ku bi her ewayî mirov dikare xwe bîne ziman heye, çima em xwe hewceyî zimanekî din dikin. Divê em bi zimanê xwe yê şêrîn xeber bidin, li stanên xwe yên bi hest guhdar bikin. Ricaya min ji gelê me, bi çand û zimanê xelkê negirin û yên xwe bernedin. Werin xwe, werin xwe, werin xwe.

[accordions]
[accordion title=”Cewad Merwanî kî ye?” load=”show”]Di sala 1964’an de li gundê Boşatê yê Farqîna Amedê hatiye dinyayê. Xwendina xwe ya seretayî û navîn li Farqînê, demeke kurt jî li Fakulteya Perwerdeyê ya Zanîngeha Dîcleyê xwendiye. Piştî salên 90’î ji ber zextên dewletê derbasî Sûriyeyê û piştre ji wir jî derbasî Ewropayê bûye. Bi salan e arşîva stranên kurdî amade dike û heta niha ji vê arşîvê 3 berhem tevî stran, notasyon û şîroveyan çap kirine.[/accordion]
[/accordions]

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê