25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dîroka hackeriyê û hackerên navdar

Occo Mahabad

Hacker (Hekir): Bi taybetî peyva resen hatiye bikaranîn ku îroniyek çêbibe, ji ber ku wateyên navê hacker pir hene.

Hackerî çawa dest pê kir ?

Sal 1878. Şîrketeke telefonê hebû; navê vê şîrketê Bell Telephone bû. Du ciwanên jêhatî diketin xetên telefonan û pê belaş xeber didan. Xelkê ji vî karî re got ‘hackirin’.  Em dikarin bibêjin ku dîroka hackeriyê wisa dest pê kiriye. Wê demê ev karê hackeriyê wek sûcekî nedihat dîtin; tiştekî zarokane dihat hesibandin. Dîsa jî şîrketên telefonan bi giştî karkerên jin didan xebitandin ku qezenca wan nekeve û kêm nebe. Ji ber ku hê hackerek jin tune bû.

Dengê kompîterê

Em werin sala 1960’an. Ji ber ku kompîter hatiye îcadkirin û ketiye jiyana zanîngeh û ciwanan, ciwan vê dahênana (îcad) rojane meraq dikin û dixwazin pê mijûl bibin. Kompîterên vê demê ewqas mezin in ku bi tenê di saziyên fermî û zanîngehan de hene. Mînak, kompîtera ewil li gor gotinan ji tonekê zêdetir e. Ji ber vê jî ji bo kompîterên berê dînazor dihat gotin. Ev dînazor di odeyên mezin de bi saya germahiyê dihatin xebitandin.

Li Amerîkayê di zanîngeha MIT’de (Massachusetts Institute of Technology) hin xwendekar û asîstan ji bo bikaranîneke hêsantir rêbazek dîtin; berê jê re ‘kurter’ gotin, paşê jî navê wê kirin ‘hack’. Bi vî awayî kompîterê kirariyên pêwîst leztir û zûtir dikirin. Di wan salan de, Dennis Ritchie û Ken Thompson pergala xebata UNIX’ê çêdikin. Pergala UNIX’ê ji kurterêyan pêk dihat.

Gilgil û fîq

Sal 1971. John Draper keşif kir ku promosyonên Cap’n’Crunch (xwarina gilgilî ye) 2 hezar û 600 mhz deng derdixe ku ev promosyon bi tenê fîqek bû. John bi fîqê li ser awîzeya telefonê pif dikir û heta sibê belaş xeber dida. Draper ev rêbaz di demeke kurt de hînî herkesî dike. Polîs John Drapper digire û jê dipirse “Te çima vî karî kir” Drapper li polîs dinêre û dibêje ku “Min malê xelkê da xelkê”.

Pergala texteyê peyaman

Sal 1978. Randy Seuss û Ward Christiansen ji bo ragihandin û têkiliyê pergalekê çêdikin. Navê vê pergalê dikin Pergala Texteyê Peyaman (Bulletin Board System ). Êdî hackerên navdar an jî nûgihîştî, hev nas dikirin û bi hev re dixebitiyan. Ev pergal hê jî di roja me ya îro de, ji aliyê hackeran ve tê bikaranîn.

Kompîtera şexsî

Sal 1981. Fîrmaya IBM kompîtereke şexsî çêdike û dide nasandin. Ev pêngaveke pir mezin bû û bi “şoreşa teknîkî ’’ dihate binavkirin. Êdî perê te hebûya te dikaribû kompîterek bikiriya û bi kar bianiya. IBM vê salê pereyên pir mezin qezenc dike. Rêveberê IBM’ê wiha digot, “Ev hê lêlê ye em ê loloyê jî bibînin.”

Dengê înternetê jî êdî hêdî hêdî dihat. Tora leşkerî ARPANET wê veguheriya bibûya înternet. Destên şîrketan dixuriya wekî gurên birçî, xwe avêtin ser înternetê.

Koma hackeran: Lejyona Qiyametê

Sal 1984. Vê salê komeke hackiran tê avakirin. Kom ji aliyê Lex Luthor ve tê avakirin. Navê komê dike Lejyona Qiyametê (Legion Of Doom). Ev kom ji bo hackeran pêngaveke mezin bû. Êdî dema çalakî û xebatên hevpar û rêxistinî hatibû. Ev koma sîberî-online di dema xwe de pir navdar e. Hackerên herî baş di vê rêxistinê de kom dibin, ev jî hikûmeta Amerîkayê ditirsîne.

Şerê naxweyî

Piştî salekê di nav Lejyona Qiyametê de şerekî navxweyî derdikeve. Phiber Optik bi hevalê xwe Erik Bloodaxe re şer dike û ji komê tê avêtin. Ev bûyer Lejyona Qiyametê parçe dike. Phiber Optik komeke nû ava dike û navê komê jî dike Masters Of Deception (MOD). Koma MOD xetên telefonan kilîd dikin, xeberdanên hin kesan guhdarî û qeyd dikin, agahiyên şexsî didizin. FBI, Phiber Optik û 4 hevalên wî digire û dixe girtîgehê.

Zagonên dijwar

Sal 1985. Dewleta Amerîkayê ji bo astengkirina bûyerên hackeriyê zagonên cur bi cur derdixe. Kongre hefteyek li ser qanûnên nû dixebite. Êdî hackerî tişteke zarokane nedihat dîtin. Yasayên pir dijwar hatin derxistin.

Vîrûsa Morris

Sal 1988. Robert Morris bi kurmikên înternetê (internet worm) 6 hezar kompîter hildiweşîne. Dawiyê 10 hezar dolar cezayê pere dide û bi saetan jî di xizmeta civakî de dixebite. Kevin Mitnick dikeve tora şîrketa dîjîtal Equipment Companyê hemû agahiyên şîrketê tevlihev dike û tê girtin ji ber vê salekê di gîrtîgehê de dimîne. Kevin Poulsen dikeve xetên telefonan, piştî 17 mehan ji aliyê FBI’yê ve tê girtin.

KGB

Sal 1989. Hackerên ku girêdayî komeleya Chaos Computerê, dikevin pergalên saziyên fermî yên Amerîkayê kod û agahiyên saziyan bi dest dixin û difiroşin KGB’yê. Êdî hackerî bûbû amûreke sîxuriyê. Ev bûyer ji bo operasyona Creduxê bû bingehek. Dewleta Amerîkayê derdiket nêçîra hackeran…

Operasyona Creduxê

Sal 1990. Hikûmeta Amerîkayê ji bo girtina hemû hackeran operasyona Creduxêdike. Operasyon li 14 bajaran tê kirin. Gelek hacker tên girtin lê bi vê operasyonê jî encameke teqez nayê bidestxistin. Hackerî mîna nexweşiyekê di nav ciwanan de belav bûbû.

Sal 1994. Vladimir Levin ji bo mafyaya rûsan dixebite û ji kompîterên Citibankê 10 milyon dolar didize. Levin piştî salekê di balafirgeha Heatrowê de tê girtin.

Sal 1995. Kevin Mitnick dîsa tê hepiskirin ji ber ku 20 hezar heb kartên krediyê dizîne. Dadgeh cara ewil hackerekî bi kefaletê serbest bernade. Kevin bi salan di hepsê de dimîne.

Back Orifice û Trojan

Sal 1988. Back Orifice ji bo hackirinê bernameyek çêdike û di konferansa The Cult of Death Cowê (DefCon) de dide nasîn. Navê bernameyê Trojan e. Trojan wekî sîxurekî diket pergala kompîterê û dizî dikir. Ji wê salê heta roja me, ev bername ji aliyê hackeran ve tê bikaranîn. Bername cara ewil ji aliyê Ehud Tenebuaum ve tê ceribandin. Ehud dikeve pergalên Pentagonê û kodên leşkerî didize. Ehud bi salan di girtîgehê de dimîne.

Vîrûsa Melissayê

Sal 1999. David Smith vîrûsek çêdike û navê evîndara xwe dide bernameyê. Bi vîrûsa Melissayê dikeve pergalên 300 şîrketan û hemû agahiyên wan bi dest dixe û jê dibe. 300 şîrket 400 milyon dolar zirarê dikin. Piştî vê bûyerê Microsoft ji bo astengkirina êrîşan bernameyên parastinê çêdike.

Vîrûsa eşqê

Sal 2000. Hackeran bi vîrûsa eşqê pergalên malperên e-Bay, Yahoo û Amazon hildiweşînin. Kodên bernameyên windows û officê ji Microsoftê didizin.

Cureyên hackeran

Li gor pisporan 5 cure Hacker hene:

  • Hackerên dibistanî: Hackerên dibistanî pergala înternetê analîz dikin û hînî naveroka wê dibin. Di kirinên wan de tu carî zerardayîn tune ye. Armanca wan zêdetir zanistî ye.
  • Hackerên jêhatî: Hackerên jêhatî zerarê didin pergal û malperan. Ew bi hilweşandinê xwe îfade dikin. Li dijî hin tiştan hêrs û nefreta xwe wisa derdixin holê, bi giştî ciwanên nûgihayî ne.
  • Hackerên profesyonel: Hackerên profesyonel hackirinê bi tenê ji bo pere dikin. Dikevin pergalên sazî û şîrketan, agahiyên wan didizin û difiroşin hin kesên din.
  • Nivîskarên vîrûsan: Nivîskarên vîrûsan bi kodan vîrûsan çêdikin û wan belavî înternetê dikin.
  • Hackerên siyasî: Hackerên siyasî bi armanc û hedefên siyasî tevdigerin. Li gor fikr û ramanên xwe çalakiyan dikin.

Hacker kîjan bername bi kar tînin?

Hacker bernameyên Trojan (RAT=Remote Access Tools) bi kar tînin. Em dikarin bibêjin ku nêzîkî 300 cureyên wan hene. Ji bo xebitandina Trojanê sê parçe lazim in: Server, Client û Editor. Ev sê parçe saziya Trojanê pêk tînin. Parçeyê Server deriyên pergalê vedike, parçeyê Client bingeha çalakiyê sererast dike, parçeyê Editor çalakiyê pêk tîne. Roja me ya îro, hacker zêdetir Trojanên Bladerunner, Deepthroat, Girlfriend, Schoolbus, Netbus, Subseven, Striker, Doly, Wincrasher, Voodoo û Netsphere bi kar tînin.

Hin hackerên navdar

– Adam Beberg: Projeya Cosmê

çêkiriye

– Dennis Ritchie &Ken Thompson: Pergala UNIX’ê çêkiriye.

– Dmitry Sklyarov: Taybetiyên şîfrekirina PDF’ê dîtiye.

– Douglas Engelbart: Bernameya

Remailerê nivîsandiye û pergala NLS’ê

çêkiriye.

– Ian Murphy/Captain Zap: Ketiye pergalên telefonan û belaş xeber daye.

– Johan Helsingus: Bernameya Remailerên Anonîm nivîsandiye.

– Kevin David Mitnick: Di cîhanê de çiqas pergal hene ketiye hundirê wan.

– Kevin Poulsen: Ketiye tora sazî û şîrketan.

– Mark Abene (Phiber Optik): Prensîbên xebitandina telefonan keşf dike.

– Richard Stallman: Bi bernameyên taybet êrîşî kompîteran kiriye.

– Timothy Lloyf: Pergalên şîrketan hilweşandiye.

– Vladimer Lenin: Ji banqeyan agahiyên taybet dizîne.

– Iskorpitx: Hackerekî nijadperest û tirk e. Malper û pergalên çepgir û kurdan hilweşandine. Ji sala 2003 û heta roja me nêzîkî 30 hezar malper hilweşandine. Çi ecêb e ku Iskorpitx hê jî nehatiye girtin!!! Gelo çima? Li gor pisporên ewropayî Iskorpitx komek e…

Li gor lêkolînekê li dinyayê hackerên herî çalak tirk in. Her sal bi hezaran malper û pergalan hildiweşînin. Hackerên tirk pirtir Trojanên Subseven û Netbus bi kar tînin.

Dawî û encam

Hin kes hackeran bi lehengên romantîk lê hin kes jî wan bi sextekariyê bi nav dikin. Ji îcadkirina telefon û kompîteran heta roja me ya îro, gelek hacker derketin û bûyerên hackerî çêbûn. Hackerî, carinan bi rûyê sextekariyê, carinan jî bi rûyê siyasî derketiye pêşberî me lê divê em ji bîr nekin ku hacker û hackerî rastiyên roja me ya îro ne; ew ê her tim hebin…

Em ê bi gotineke Aldous Huxley nivîsa xwe biqedînin: ‘’Hacker bi armancekê tevdigere, hem romantîk e hem zalim e. Hacker dikare bibe şoreşger an jî belengazek.’’

Fîlma War Games

Sal 1983. Hollywood dibîne ku hackerî di nav ciwanan de pir popûler e, fîlmekê dikişîne. Navê fîlm War Games (Lîstikên Şer) bû. Fîlm rekoreke mezin şikand û pir hat temaşekirin. Çêkerê vê fîlmê ewqas pere qezenc kir ku li gotarekê wiha digot: “Me bawer nedikir ku em ê ewqas pere qezenc bikin.’’ Rewşa her kesî ne weke sektora fîlmçêkeran bû. Rêveberê wê çaxê yê fîrmaya FORD’ê ji qehran daxuyaniyek dide rojnameya Timesê û

dibêje: “Ev eşqa kompîterê karên me kuşt, êdî kes erebeyan nakire.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê