23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dîroka Kurdistanê – Dewleta Buveyhî

Dewleta Buveyhiyan di sala 932’yan de ji aliye kurdên Deylemîn ve hatiye avakirin. Hikumdar û sazûmankarê dewleta Bûveyhiyan Ebû Sûca Bûveyh e. Dewleta Bûveyhiyan dewletek Şîî ye. Serweriya wan ji sala 932’yan heya sala 1055’an dewam kiriye. ango 123 salan hebûna xwe domandine û li ser piyan mane. Ebû Sûca Bûveyh serokê kabileyeke şerker e. Ji kurên wî Elî li Farsê, Hesen li Rey’ê û Ehmed jî li Kirmanê mîrektiya Bûveyhî ava kirine. Paytextê Wan Tebrîz e. Di demek kin de Îran, Irak, Azerbêcan û piraniya welatê kurdan digire bin desthilatdariya xwe.Di aliyê mîmarî, çand, hûner û zanistê de xebatên girîng kirine. Gelek berhemên ji dema Bûveyhiyan heta roja me hatine. Buveyhiyan li welatê xwe gelek mizgeft û nexweşxaneyan çêkirine. Ev hemû mizxeft û nexweşxane ji aliyê moxolan ve hatine xerakirin û şewitandin. Hikimdarên wan ên herî mezin û tên nasîn ev in. Îmadîddewle, Adûdûdewle, Şerefûddewle, Samsamûdewle, Behâûddewle, Sultânûddewle, Ebû Kalîcar, Abu Mansûr Fûlâd Sûtûn, Rûknûddewle, Mûîzzûddewle û Îzzûddewle ne. Hikimdarê dawiyê El-Melîkû Rahîm e.

Dîroka Bûveyhiyan bi şerên li hemberî Ebasî, Selcûqî, Mehmûdê Gazneyî û Moxolan re derbas bûye.Bûveyhiyan bi demê re bi aliyê Rojava ve pêş de diçin û Bexdayê digirin bin hakimiyeta xwe. Piştre Xalîfetiyê û Xalifeyên Ebasiyan dikin bin emrê xwe. Di dema Îmaduddewle de Rey, Bexda û Şiraz di bin hakimiyeta wan de ye. Di dema Adûduddewle de jî Uman, Kirman, başûrê Kurdistanê, herêma Amedê, Taberistan û Curcan li axa xwe zêde dikin.Bûveyhî di demek kin de derketine asta Împaratoriyê. Piştî axa împaratoriyê mezin dibe mîna sê eyaletan tê rêvebirin. Her sê mirektiyên Buveyhiyan ku di nav xwe de yekitiyê ava dikin dewlet hîn bi hêztir dibe. Piştî mirina Adûduddewle yê ku yekitiyê ava kiriye, di sala 983’yan de ji nû ve tevlihevî derdikevin û Buveyhî dibe du parçe. Mehmudê Gazneli dawî li yekî ji van a tîne. Fermandarên buveyhiyan ên tirk, ên li Bexdayê car caran li hemberî Buveyhiyan serî hildane. Ji ber vê yekê beşek din ê Buveyhiyan jî qels dibe. Xalifeyê Ebbasiyan Kaim Bi Emrillah li hember Buveyhiyan ji siltanê Selçûqiyan Tugrul beg alikariyê dixwaze.

Di encama lihevkirina Selçuqî û Ebasiyan de selçuqi li Dandakanê bi Buveyhiyan re şer dide destpêkirin. Piştre di sala 1041’ê de careke din bi buveyhiyan re şer dike û wan têk dibe. Siltanê Selçuqiyan di sala 1055’an de li dijî Buveyhiyan dest bi seferekê dike û êriş dibe ser welatê Buveyhiyan. Di encama vî şerî de Hikumdarê Buveyhiyan dîl dikeve û dewleta Buveyhiyan ji holê tê rakirin