18 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dîroka Kurdistanê – Dewleta Şedadî

Dewleta Şedadî di sala 951’an de ji hêla serokê eşîra Revadî Mihemed Bin Şedad ve hatiye avakirin. Li ser axa welatên îro mîna Ermenîstan û Azerbêcan tê zanîn hatiye avakirin. Paytextê wan ê yekemîn Dîvîn e, piştre Gencê dikin paytext. Gencê ango herêma Berba, Dubeyl, Beylekan û Aran herêmek serwer e. Herêma Aran tevahiya herêmên Azerbêcan û Ermanistana niha digirt nav xwe. Qers, Divîn, Tîflîs, Anî, Aran, Berde û Gencê bajarên girîng ên Şedadiyan e. Xizmên Selaheddînê Eyyûbî ne. Di aliyê mîmarî, wêje, çand û hûnerê de pêşketinên girîng pêk anîne. Gelek berhem li dû xwe hiştine û heta roja me ya îro jî hatine parastin. Bi taybetî jî di dema Ebûl Eşver Şavûr de ku 18 salan li ser dewletê ma gelek avahiyên girîng hatine avakirin. Van berhemên ku ji dema Şavûr ve mane li muzeya Gurcistanê hene. Deriyên Gencê, Pira Xudaferîn, Mizgefta Manûçehr, Mizgefta Muammeran, Bajarê Anî, Keleha Tel Haslî, Keleha Daştadem, berhemên dîrokî ne û heta roja me hatine. Ala wan ji zemînê kesk pêk tê û navê dewletê bi tîpên erebî li ser hatiye nivîsandin. Her wiha li ser pereyên wan jî navê dewlet û hikumdar hatine nivîsandin. Gelek medreseyên bi navê Xangah ava kirine û di aliyê perwerdehiyê de bûne navendek girîng a serdemê. Perwerdehiya astronomî, matematîk, tip, fîzîk, wêje û dîrokê hatiye dayîn. Hikumdarên wan ên mezin wiha ne: Mihemed Bîn Şedad, Leşkerî bîn Mihemed, Marzûban bîn Mihemed, Fadl bîn Mihemed, Mûsa bîn Fadil, Leşkerî Bîn Mûsayê 2’yemîn, Anîşîrvan Bîn Leşker, Ebul Eşver Şavûr, Fadl Bîn Şavûrê 2’yemîn, Eşhot Bîn Şavûr, Fadl Bîn Fadilê 3’yemîn. Artêşa Şeddadiyan ji sala 1020’an ve bi Xanedaniya Pakradûnî û bi Hazaran re şer kirine. Di destpêkê de serkeftinên girîng bi dest dixe. Lê di sala 1030’î de dema ku ji sefereke serkeftî vedigere rastî hêzên gurcî û ermeniyan tên. Di encama şerên bi gurcî û ermeniyan re têk diçin. Di navbera salên 1047 û 1057’an de bi artêşa Bizansiyan re şer kirine. Piştî van şeran bandora şedadiyan a li herêmê her ku çûye kêm bûye. Ji sala 1067’an û şûnve rastî êrîşên Selçûkiyan tên û axa wan tê dagirkirin. Hetanî sala 1174’an wekî xanedanî girêdayî Selçukiyan dimînin. Dewleta Hesneviyan (959-1015) Xanedaniya duyemîn a kurdan e û di sala 959’an de li Cibalê derket holê. Damezrînerê wê Serokê Eşîra Berzinî Hesenveyh bîn Huseyin e. Dewleta kurd a Hesneviyan ji sala 959’an heta sala 1015’an dom kiriye û xwe li ser piyan girtiye. Serokê dewleta Hesneviyan, Hesenveyh bin Huseyin xwedî kesayetek esîl û biehlaq bûye. Her wiha di erka xwe ya berpirsyarî û rêveberîyê de gelekî xurt û jêhatî bûye.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê