19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dîroka Kurdistanê – Împaratoriya Eyubî

Împaratoriya Eyyûbî di sala 1171’an de ji hêla Selaheddînê Eyyûbî ve hatiye avakirin. Paytextê împaratoriyê pêşiyê Qahîre bûye. Piştre paytext bûye Şam. Ala wan ji rêngê zer pêk tê. Li ser wê tu remz û nîşaneyên din nînin. Selaheddîn kesayetek ji malbata Rewadî yê eşîra Hezbanî ye. Rewadiyan piştre jî qraltiyek biçûk a kurd li Azerbêcanê ava kirine. Selaheddîn kesek zana û xwedî taybetiyên rêveberiyê ye. Li gel mamê xwe Şêrguh dimîne. Şêrguh serfermandarek mezin e. Li Şamê rêveberiyê dike. Piştî mirina Şêrguh, Selaheddîn derbasî cihê wî dibe û tê li Misirê bi cih dibe. Di sala 1171’an de dawî li dewleta Fatimî tîne û dewleta Eyyûbî ava dike. Selaheddîn di demek kin de Sûriye, Filistîn, Hîcaz, Ûrdin, Yemen û tevahiya welatê kurdan digire bin desthilatdariya xwe. Ji împaratoriyên herê mezin ên cîhanê yek ava kiriye. Pêşengiya hemû gelên misilman kiriye. Ji vê demê re serdema kurdan a pêşengiya Îslamê tê gotin Siltanê yekemîn Selaheddînê Eyyûbî ye. Piştre bi rêze Ezîz Osman bîn Selaheddîn, Mansûr bîn Ezîz, Adilê 1’emîn, Kamîl bin Adil, Adilê 2’yemîn, Salih Eyyûb, Muzzam Tûranşah, Eşref Mûsa û Selaheddîn Afdal bîn Selaheddîn hatine ser kar. Di dema Siltaniya Selaheddîn de şerên Haçeperestan pêk hatine. Welatên Ewropayê bûne yek û êrîşî Împaratoriya Eyyûbî kirine. Selaheddînê Eyyûbî di sala 1187’an de, ji bo ku axên pîroz şûnde bi dest bixe, artêşeke mezin ava dike. Di 4’ê tîrmeha 1187’an de, di Şerê Hitîniyê de beşeke mezin a artêşa Kralê Qudûsê Luzinyan tune dike. 2’yê Cotmeha 1187’an de Qudûsê ji hêzên xiristiyanan digire û dawî li serweriya xirîstiyanan a 88 salan a li ser Qudûsê tîne. Xaçperestan li ser vê yekê bi beşdariya hemû împarator û qraltiyên Ewropayê, Sefera Sêyemîn a Selaheddîn kesek zana bûye. Ji zanist, çand û hunerê gelek hez kiriye. Ji bo wê gelek girîngî daye xwendin û zanistê. Di dema Selaheddîn û împaratoriya Eyyûbî de xizmetên mezin kirine. Her wiha xizmetek gelek baş ji bo civakê jî hatiye kirin. Gelek keleh, pir, coyên avê, bend, xan û kervansaray û hemam hatine avakirin. Li her bajarî stargeh û aşxaneyên ji bo alîkariya feqîran hatine avakirin. Selaheddîn û împaratoriya wî piranî bi şerên Xaçperestan re mijûl bûne. Ligel vê jî di demek kin de serkeftinên mezin bi dest xistine û navê xwe li dîrokê nivîsandine. Selaheddîn di 4’ê Adara 1193’yan de li Şamê jiyana xwe ji dest dide. Piştî mirina Selaheddin imparatorî parçe û lewaz dibe. Lê Siltanên din Împaratoriya Eyyûbî heta sala 1250’yan meşandin Împaratoriya Eyyûbî, ji aliye leşkerên tirk ên ku bi peretî, di nav artêşa Eyubiyan de leşkeri dikin ve tê hilweşandin û li şûna wî dewleta Memlûkiyan ku hikumdarên wan tirk in tê avakirin. Berî Împaratoriya Eyyûbî gelek qraltiyên kurd hebûn. Navên van wiha ne: Mervanî, Rewandî, Şedadî, Kakweyhî, Fadilweyhî, Eyarî, Hesenweyhî, Zengî, Bavendî, Çûştanî, Kengarî, Standaran, Şambo, Bothî, Şabankara û Ahmedkî hebûne. Ji van Mervanî, Şedadî û Bûveyhî dewletên serbixwe bûne. Ev qraltî teva bi dildarî tev li împaratoriyê bûne. Piştî têkçûna qraltiyê jî demek li ser piyan mane. Lê bi demê re ji hêla dewletên Osmanî û Sasanî ve ji holê hatine rakirin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê