Rojnameya Heftane

Stranbêjekî ku kêm tê nasîn; Reşîdê Baso

Di sala 1926’an de li gundê Keleşbega li herêma tahlînê, li alî Ermenistanê, di malbateke êzidî de ji dayik bûye. Reşîd di sala 2006'an de di hevpeyvînekê de ji Derwêşê Serhedî re gotibû kû ‘pêşiyên me ji Dûtaxa Agiriyê hatine Qersê, ji wê…

Nivîseke balkêş

Nivîseke Eznîva Reşîd ku di roja 8/3 1962an de di rojnameya Rêya Teze de hatiye weşandin ji çend aliyan ve balkêş e. Eznîva Reşîd (1922-2000) bi salan wek bêjer (spîker) di Radîyoya Rewanê…

Dîroka nixumandî

Dengê ku ji her sedsalekê olan daye û ber bi sedsaleke din ve herikiye, dengê wan jinan e ku ji jinên îroyîn re rê nîşan daye. Ger ji aliyê pergala serdest ve hatibe xwestin li ser rastiya dîrokî ya jinê bê nixumandin jî, lê vî dengî dîsa bi awayekî reşahî qelişandiye û xwe gihandiye me.

Di dîrok û qirnên cuda de û nexasim ji ber çanda eşîrî û mîrîtî ya di nav kurdan de hakim bû, civaka kurd di nav xwe de girtî û bandora feodalîzmê jî li ser zêde bû. Jixwe di qirnên 18-19’an de civaka kurd bi gelemperî wek komên eşîrî, mîrîtî, koçer û nebajarî, an jî nîv bajarî dijîn. Vê rewşê her çend bandorek neyînî li ser rol û cihê jinê yê di nav civakê de kiribe jî, lê nekariye bi giştî jinê di nav rastiya civakî de veder bike. Jixwe em di gelek mînakên xebat û têkoşîna jinê ku em di sedsalên cihê de lê rast tên, dibînin ku jin hîn hêza xwe bi gelemperî ji dest nedaye û hîn rola wê diyarker e.

Jixwe ji ber şerê di navbera şahenşahiya Îran û Osmaniyan de kurd her tim di navbera van her du desthilatdaran de mane û ger -dem bi dem bi daxwaza xwe be jî- lê bi gelemperî li gor berjewendiyên wan hêzan hatine mişextkirin, yan jî bi darê zorê ew koçê herêmên cuda hatine kirin. Bêguman vê rewşê jî herî zêde bandor li jinan kiriye. Zor û zehmetî, mirinên di encama van koçan de rû dane, çewisandin û destdirêjiya hêzên desthilatdar bi xwe re encam û êşên mezin anîne.

Nexasim di dema Şah Ebbas de gelek eşîrên kurd tên koçberkirin. Di encama koça mezin de eşîra Şatiranlû (ku li gor agahiyên Zekî Beg, ev eşîr girêdayî konfederasyona Caf e) jî tê koçkirin. Di dema Mehemmed Elî Şah Qaçar (1907-1909) de rêveberiya eşîra Şatiranlû di dest jina bi navê Azamet Xanûma Şatiranlû de ye. Di bin rêveberiya vê jina kurd de, ji bo parastina Mîrza Kuçexanê Cengelî, li dijî mêtîngeriya îngilîz-rûsan serî radike. Di encama vê serhildanê de bajarê Xalxalê bidest dixe û 20 salan li vir hikûm dikin. Riza Xan di sala 1923’yan de, bi hêzeke mezin a qazak êrîşî vî bajarî dike û Azamet Xanûm jî di nav de, hemû pêşengên eşîra Şatiranlû (ku tê gotin gelek jinên din jî di vê serhildanê de cih girtine) tên girtin, dibin Tebrîzê û gelek ji wan darve dikin.

Helbet gelek jin beşdarî vê serhildanê dibin; yek ji wan jinan jî Heybet Cengelî ye ku li daristanên Siyahkol û Dîlman şer dike. Ev jin ne tenê wek alîkarên zilam an jî di tiştên rojane de ji wan re dibin alîkar, belkî her yek ji jinên Şatiranlû bi awayekî çalak beşdarî vê serhildanê dibe. Di demeke kin de nav û dengê wan li herêma Gîlanê belav dibe.

Dîsa qala jina bi navê Tofegul tê kirin ku di salên 1909’an de, piştî serhildana 11 salan a ji aliyê hevserê wê Êwez Xan ve hatibû destpêkirin, serhildanê birêve dibe. Yanî di vir de jî em dibînin, jin qeyd û bendên heyî tu caran nepejirandine û di her pêvajoyekê de bi awayekî dengê xwe bilind kiriye, roleke girîng di rêvebirin û serhildanên kurdan de jî lîstiye.

A rast jinên rojhilatê Kurdistanê ne tenê di şer de, ji hêla raman ve jî bandorek wan a zêde hebûye. Nemaze di serdema Qaçar (Îran) de, jin berde derkeve nav civata zilam û biaxive, nedikarî bê “hîcab” û bi tena serê xwe derkeve derve jî. Lê, wê jina kurd a Qezwînî ya bi navê Tahire di 1848’an de derbiketa û banga wekheviya jin û zilam bikira. Tahire, ango Quretul Eyîn yek ji pêşeng û rêbera baweriya Babî bû.

Di dema hikûmraniya Qaçar (1304-1164) de derfetên ji bo perwerdeya jinê pir bi sînor in. Jixwe xwendin û nivîsandina jinê li gor wan li dijî îslamê û ji civakê re jî xeter bû. Tahire ne tenê li dijî pirzewacî, di heman demê de li dijî “sîxe” û xwepêçana jinan jî derdiket. Wê nêzikatiya li dijî jinê jî wek nêzikatiyek dijmirovî dinirxand.

Ew li ser mijarên zanista îslam, hiqûq, wêje û felsefeyê difikire. Di 19 saliya xwe de berhemên şêx Ehmed Ehsayî ku damezrînerê baweriya Babî bû dixwîne û piştre vê baweriyê ji nû ve şîrove dike, bi pêş dixîne. Li ruxmê nêzikatiyên paşverû, qedexeyên ku ji bo jinan hatine danîn, ew civînan li dar dixîne, diaxive û bi axaftinên xwe herkesê bandor dike. Di civînekê de wiha bang li zilaman dike: “Hûn çawa dikarin li hemberî hev û xwişkên xwe zordariyê bikin.” Piştî ew fikra nû, şiî û gelek zanyarên dînî yên dijber, dest bi dijberiya wê dikin. Di pêvajoyekê de ku ji bo jinan axaftin qedexe bû, wê bi alimên dînî re nîqaşên dûr û dirêj dikirin.

Gelek pisporên rojhilatnas jî qala mezinahiya wê dikin. Yek ji wan dîroknasê îraqî Elî El-Werdî ye ku gotibû: “Tahire zana bû, bi sed salan li pêş serdema xwe bû. Ger Tahire sed sal derengtir derketibûna, wê bibûna hêjatirîn jina sedsala bîstan.”

Belê, ger dîroka ku bi hişmendiya zilam û pergala wî ya serdest hatiye nivîsîn deng û têkoşîna jinê jinedîtî bê jî, em ê rê nedin vê yekê û rûpoşa li ser vê rastiyê bidin alî. Ji ber ku heya em rastiya dîrokî ya jinên Rojhilat nizanibin, em ê nikaribin têbikoşin. Ji ber ku ya pergala serdest a zilam bi dengê bilind diqîre û dixwaze em jî pê bawer bikin, dîrokek bêtêkoşîn û berxwedana jinên kurd ên rojhilatê Kurdistanê ye. Heya em paşeroja xwe dernexin ber ronahiyê, ew ê pêşeroja me ronî nebe.