25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dîroka winda û çavkaniya şaristaniyê

Serhed Kaya

Dinya di destên du-sê kesên nezan de ye

Difikirin ku hemû zanyarî bi wan re ye

Bila li zora we neçe, ker keran diecibîne

Di wan de qenciyek heye ji me re gaziya wan a xerab

Xeyyam

Diyalektîka paşeroj, dema em niha tê de dijîn û pêşerojê derxist holê ku heger paşeroj were zanîn, avakirina siberojê dikare di demê de pêk were; paşeroj tune be, dem jî ne diyar e û kesên dema wan nediyar e jî nikarin pêşeroja xwe diyar bikin.

Lêkolîn û ramana li ser vê mijarê di diyalektîka “hebûn-çêbûn-demê” ya felsefeyê de xebata seranserî xirabkirina paşerojê têkiliya bi qasî qehweya ez niha vedixwim; holîstîk, sîmbiyotîk û ya afirandina hevdu ye.

Tiştek wisa ye ku hebûna bûyerekê bi bûyera din ve, hebûn û bûyîn bi hevdu ve girêdayî ne. Ew jî wekî vîna enerjiyê ku bikeve laşekî; bûyîna hebûnê û tevgera pêvajoya hebûnê demê jî diafirîne.

Em dikarin bibêjin bûyîna heyberê tune be, wê dema wê jî tune be. Di vê çerçoveyê de, têkiliya sîmbiyotîkî di navbera “duh-îro-sibê”, “paşeroj-guncav-pêşeroj” û “bûyîn-heyber-dem”ê de rastiya yekê bi tena serê xwe tune be, wê rastiya ya din jî tune be. Heger tiştek bi vî awayî hebe jî wê ev kêmesiyek û qusûrek be.

Di vî alî de,  ew ên xwe zanist dizanin zanistiya dîrokê bi pêşniyarên mîna BC-AD, BC-MS û “prehistoric”, didin naskirin û etîket dikin, bi têgihîştina dîroka makroyî ya gelan dabeş dikin û nirxên mirovahî û mirovahiya gerdûnî bi têgihîştinek mîkro-dîrokî ya nikare ji çîrokan wêdetir here, di demê de dîl digire. Roleke wiha hilgirtine ser xwe.

Pergala hegemonyayê ya navneteweyî niha bi heman şêwazên polîtîk, bi taybetî gelên Rojhilata Navîn û bi giştî tevahiya mirovan bêbîr û dîrok dihêle û bîra wan a civakî tune dike. Ev rêbaz yekane rêbaza koletî û kolonîkirina civakan e. Dabeşkirina bîra civakî ya wekî Heskîfê di derheqê pratîkên êrîşkaran de yên îdeolojîk û fizîkî yên serwerên li ser dîrokê dide der.

Dîrok wekî rehên darê ye. Gelên ku dîroka xwe nizanin mecbûr in ku bi hişmendiya dîrokî ya gelên desthilatdar bijîn. Îro, gelek mirovên ku hewl didin di jiyana bajarvaniya şaristaniyê de bişkok bavêjin, ji ber ji xwe ne bawer in wekî darekê nikarin bistiyan jî bidin. Sedema derketina tîpolojiyên ji xwe nebawer, xwe nexweş dihesibînin û bi vê rewşa xwe ajîte dikin û civaka xwe li ber civaka serdest kêm dibînin. Sempatiya wan ji civaka serdest re heye. Bêguman ji ber kêmasiyan, hay û bayê wan ji têgihîna civaka dirokî tune ye.

Şaristaniya rojava ku hewl dide dîroka rojhilat ji holê rake, bi wergirtina mîrateya çandî ya rojhilat re xwe afirandiye. Li ber çavkaniyên kolanên arkeolojîk, mirov dikare bibêje ku hemû pêşiyên jiyana civakî li Mezopotamyayê pêk hatine. Şaristaniya rojavayî ev orjînên pêşiyan ji holê rakirine û ew pêşî ji hişmendiya xwe ya hegomonîk re kirine mal. Bi lîstika ku wekî topa dara-topa garanê tê zanîn wek pêşvebirina beyzbolê lanse dike û dîsa lîstika ku wek birrê tê nasîn, bi îdeaya pêşvebirina fitbola amerîkî didin naskirin; ev ji bo fêmkirina mijarê wê bibe mînakek. Ev jî tê vê wateyê ku bingeha beyzbolê û fitbola amerîkî ji topa dara û birrê standine.

Vê rewşê di nav gelên ku dîroka wan hatiye dagirkirin de, bi taybetî di fîlma “Lacasa de Papel” de, derketiye pêş: “Rehîneyên hatine asta fêmkirina dîlgirtiyên hestên xwe û piştre dest bi alîkariya wan kirine, di dawiyê de xwe bi wan re wek wan dîtine û vê jî sendroma Stockholmê derxistiye holê, lê dijberiya vê jî li desthilatdarên dîrok teslîm girtine de wek dilgirtiyên ku xwe bi rehîneyên xwe re bi hestên kûr ve girêdayî ye’’.

Ez texmîn dikim êdî wê çêtir be ku taybetmendiyên mîmariyê yên qelax, zîgûrat û pîramîdên ku diyalektîka hêz û civakê dihewînin diyar bikim.

Dîrok û teoriya mîmariyê bi piranî di bin desthilatdariya ramanên navendî yên hogemonyaya navneteweyî de ne (DYA, Îsraîl, Îngilistan). Dîroka şaristaniya navendî û dîroka mîmariyê di heman navî de tên vegotin û wekî rodiyê navikê li hevdu tên zêdekirin. Navbera mercandina dîroka hêzê ya mîmariyê ya koka wê jixwe dizane û rastiya ontolojîk a mîmariyê de hîmeke pir cidî heye lê belê piştî dagirkirina qada mîmariyê ya ji hêla şaristaniya navendî ve, sekna li ser mîmariyê ya bi serê xwe jî wê xeletiyên cidî derxe holê.

Dema ku em li ser bingeha saziyên mîmarî zîgûratên Sumer û pîramîdên Misrê diseknin, mezinahiya wê jî mîna veqetandina hêz û civakê ye. Nasnameya wateya teolojîk a ji hêla mîtolojiyê ve hatî çêkirin û pêşveçûna hêzê ya bi Mîr-Xwedê ve xwe bi rêya mîmariyê sembolîze dike. Mezinahiya pîramîd û zîgûratan bi awayekî sêçik hatiye avakirin. Hemû pîramîd û zîgûrat bi girseyî bi vî şiklî tên avakirin. Zîgûrat, pîramîd û sfenks tên wateya veguhastina barê giran a mîmariyê ya heya wê rojê ji bo desthilatê. Şaristaniyên Sumer û Misirê ji nişkê ve derneketine holê an jî ji ezmên bi zembîlê daneketine. Pozîtîvîzma di teoriyên mîmariyê de an bingeha vê mîmariyê paşguh dike an jî wê dike qurbanê rêbaza zanistiyê (Amed 2016).

Sembolîzekirina vê rewşa pêşîn, agahiyên ku ji ekolên hişmendiya Rojhilata Navîn hatine wergirtin, derketina yekem a metodolojîk, wek ku ew hatin komkirin û formek bi dest xistin da ku kûrahiya di navbera hêz û civakê de kûrtir bikin. Lewra zîgûrat, pîramîd û sfenks jî ji mîmariya qelaxê hatin derxistin û li hember mîmariya civaka xwezayî ya mutewazî bi endeksa hegomonîk û hêza ku îsraf kiriye, bûye çavkaniya îlhamê ji bo xwedîkirina hêz û mîmariya hiyerarşîk.

Mînakên bikaranîna stûnên darîn ên axuran ku ji bo li ser lingan bisekinin, piştre bikaranîna wan a qesr û perestgehan wek stûnên qerase, veguhastina ayîn, cejn û rîtuelan di mihricanên ku gel lê dicivin bo olîmpiyatan, kûrkirina qutbûna hêz û civakê nîşan didin û mirov pê serwext dibe.

Gotina ku bingehên van avahiyan mîmariya qelaxî ye, ez bizanibim jî wê li dijî kesên ku sendroma Stokcholmê dijîn û têgihên dirokî yên sexte û afirandinên wan dîl girtibin jî di diyalektîka “duh-paşeroj-bûyîn û îro-niha-hebûn”ê de her tim ez ê li te bigerim; HEQÎQET!

Çavkanî:

Nûman Amed, Têgîn û Teoriya Hunerê (Kavramsal ve Kuramsal Olarak Sanat)