Duşem, Hezîran 14, 2021

Dîroka Zimanê Kurdî

Dîroka kurdan  dîrokeke kevnar  û dêrîn e  ku, di gelek çavkaniyên dîrokê de  behsa wê hatiye kirin. Xebat û lêkolînên  ku derheqê dîroka kurdan de tên kirin  ji ber rewşa parçebûna kurdan  û  dagirkeriya li Kurdistanê , di nav çarçoveyeke teng a zanistî de  dimînin.

Xebatên arkeolojîk,  sosyolojîk  û dîrokî  ji teref serdestan ve  yan tên  qedexekirin  yan jî tên veşartin  û tehrîfkirin.   

Lê belê  ev babet baş tê zanîn  ku gelê kurd  yek ji şêniyên herî qedîm  ên Mezopotamyayê  û Kurdistanê ye.

Her wiha  li gorî hin xebatên dîrokî  û arkeolojîk  kurd, bi gelên herêmê  yên wekî Karduk, Gutî, Subarî, Hurî, Mîtanî û Medan ve  pêwendîdar in. Her çiqas  van xebatan  encameke teqez,  ji bo dîroka kurdan bi dest nexistibe jî,  van xebatan  nîşanî me daye  ku dîroka kurdan  gelek kevnar e. 

Zimanê kurdî  zimanekî aryenîk e  ku di bin banê  malbata zimanên hîndoewropî de  cî digire.  Zimanên aryenîk  wekî du şaxan  hatiye dabeşkirin : şaxa hindoîranî  û şaxa ewropî.  Kurdî  di nav zimanên hîndoîranî de  cî digire  û ji şaxa zimanên îranî  yê bakur rojava ye.  Gelê Kurdistanê  bi piranî bi kurdî diaxivin.

Malbata zimanê hîndoewropî malbata zimanê herî mezin  û berfireh e  ku li piraniya cîhanê tê xeberdan.

Dîroka zimanê kurdî  pirr kevnar e.  Der barî kok û rehên zimanê kurdî de  gelek bîr û bawerîyên cuda  hene. Çawa ku hin dîrokzan pêwendiyekê di navbera gelên navborî û gelê kurd de çêdikin, diyar dikin ku—zimanê kurdî jî  bi zimanê Gutî, Hurrî û Medan re pêwendîdar e.

Lê belê  heta niha  hizr û ramaneke hevpar  a ku zimannasan li ser, li hev kiribe çênebûye.

Bi vê yekê re jî,  bîr û boçûna giştî  ya li ser zimanê kurdî  ew e ku, zimanê kurdî û zimanê Medî  heman ziman in, ango kurdiya niha  berdewamiya zimanê medî ye.  Her çiqas ji zimanên medî bermayiyên teqez nemabin jî hin zimanzan bi hin belge û palpiştan vê nêrînê bi lêv dikin .

Her wiha gelek peyvên kurdî û medî jî dişibin hevûdu:

Zimanê kurdî di nav zimanên îranî de,  piştî zimanê farisî û peştûyî  yek ji zimanê herî berfireh e  ku tê axaftin.

Her wiha  gelek zarave  û devokên kurdî  hene. Zimanê kurdî  zimanekî pirzaraveyî ye.

Zaravayên kurdî yên sereke  ev in: Kurmancî,  Soranî,  Kirmanckî,  Goranî,  Lorî

Her wiha  gelek devokên zimanê kurdî hene.  Li seranserî Kurdistanê  û li deverên ku kurd lê niştecih bûne  gelê kurd  bi van devokan diaxive.

Zimanê kurdî  di serboriya xwe ya dîrokî de  bi gelek alafabeyan hatiye nivîsandin  û sê alfabeyên sereke  yên ku kurdî pê tê nivîsandin ev in:  bi alfabeya latînîkurdî,  bi alfabeya aramîkurdî  û bi alfabeya kirîlî kurdî.

 Li gorî ferhenga dîjîtal a cîhanî  ya herî mezin  Wikipedîyayê,  zimanê kurdî,  ji hêla dewlemendiya ferhengî ve  di nav zimanên cîhanê de,  di rêza 9’an de ye.

Her wiha zimanê kurdî  ji hêla rêjeya axêveran ve jî  di nav lîsteya cîhanî de,  bi zêdetirî 40 milyon axêverî  di rêza 29an de  cî digire.

Belê temaşevaên hêja,  em xeleka xwe ya ewil  li vir bi dawî dikin.  Heta xelekeke din  û derseke din,  bimînin di nav xêr û xweşiyê de.  Emanet qencî

Duayeke pirzimanî (erebî, farisî, tirkî û medî)  ya ku di sedsala 14an de hatiye dîtin; bi zimanê medî jî hatiye nivîsandin ku gelek nêzî kurdî ye.

Bi medî:

Pakej xodê, pakêj zehm

Pakêj vêmerg, koy hatî xaçê, eş kirme, rehmete ma.

Bi kurmancî:

Paqij xwedê, paqij zexm

Paqij bemirin, ku hatî xaçê, rehmetê bike li me.

*D. N. MacKenzîe, Behroz Shojaî, Samî Tan

Medî Kurdî
baga beg
bireyzmen birêz
zore zor, pir
speke seg, spa (kirmanckî)
firen fire, zor
xişayese şa, paşa
pirsiyva perasû

Alfabeya latînî-kurdî li Bakurê Kurdistanê û li Rojavayê Kurdistanê

Alfabeya aramî-kurdî li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê

Alfabeya kirîlî-kurdî di nav kurdên Qafqasyayê de tê bikaranîn.