Rojnameya Heftane

Dîrokçeya sosyo-polîtîk a hîjyenê

Bîlal Ata Aktaş

I. Montenegro

Di van demên koronayê de ku ti kes nikare pêsîra xwe jê xilas bike, gelek term û remzên jirêzê jî cardin ketin rojevê. Tiştên ku di nav jiyana rojane da nayên bîra mirovan, di demên wiha da bêhtir mohîm in. Çimkî wekî hemû tiştên civakî ev term jî çêkirî ne û rastiya wan bi tenê girêdayî baweriya me ye. Hege em jê qanih bibin rast, nebin ne rast in. Wekî hemû ol, dewlet, şîrket û marqeyan.

Hîjyen jî yek ji wan terman e ku bivê nevê dîsa kete rojevê. Ev peyv bi xwe, bi wateya ku em îro bi kar tînin konsepteke nû ye. Ji hêla etîmolojiyê ve ji peyveke yewnanî ya latînîzekirî tê ku tê maneya hunera tendûristiyê. Êdî bi wateya paqijiyê tê xebitandin lê eseh maneya wê ji vêya firehtir e. Tê wateya hemû tiştên ku ji bo paqijiyê tên kirin. Bi vê nivîsê ez ê bi nihêrîneke kurt li dîrokçeya hîjyenê ya li Ewropayê binêrim.

Hîjyen, heya sedsala 19’em ne ewqasî di rojeva girseyan de bû. Jixwe çavkaniya nexweşînan jî pirrî caran nedihate zanîn. Ji bo tîmar û tedawiyê rê û rêbazên xeternak û bêfeyde dihatin xebitandin. Bi serda jî, alema zanistê demeke dirêj ji bandora mîkrob û organîzmayên biçûk hayedar nebûn. (Bakterî sedsala 17’em, vîrûs jî dawiya 19’em ancax hatin kifşkirin). Baweriyeke wilo berbelav bû ku nexweşîn ji bêhna pîs tê (teoriya mîazmayê).1

Loma di pandemiya qerase ya sedsala 14’em da ku qirra milletê anî û bi tevahî nêzî 150-200 milyon însan pê mirin, dixtorên bo dermankirina wê nexweşînê peywirdar, maskeyên mîna nikila qijikan didan ber pozê xwe û çîçekên bêhnxweş dixistin berê da ku xwe ji nexweşînê biparêzên. Îja dixtorên wê çaxê wilo bin, êdî millet çawa bûne hûn bifikirin.2

Di serdama navîn de gava ku şof û şewbek (epîdemî) dest pê dikir, dixtoran nedizanî ka nexweşîn çawa belav dibe. Hay jê tunebûn ka qirra milletê ji ber temaseke laşî ye an bi hewayê bixwe belav dibe. Loma gava ku dixtoran yek tedawî dikir, bi heman melzemeyan diçûn tedawiya kesekî/e din jî. Helbet nexweşîn bi vî hawî her belav dibû. Jixwe millet bixwe jî nedîzanî ka bertekeke çawa nîşan bide. Ji wan tirê sedema nexweşînan çavkaniya xwe ji derve digirt. Civakê bixwe wekî hemû demên qeyranê, kesên biyanî an belengaz tawanbar dikirin ku hêzeke wan a çekî an otorîter tunebû û ji qada giştî bêpar bûn. Çawa ku îro penaber wek sedema gelek pirsgirêkên modern tên dîtin, ew jî wisa. Her du gelemşe kurapê hevdu ne.

Ji ber vê hindê, civakên wê demê ji xwe re çareyek dît û sûr û dîwarên bajaran bi ser biyanî û xerîban de girtin. Kes an tiştên nenas bo niştecihan bûbûn cihê tirsê. Di encama vê baweriyê da dijminatiya “yên din” zêde bû û gelek kom û kesên ji perîferiyê bûn qurbaniya vê baweriya serdest. Bi hezaran cihû hatin qetilkirin. Extiyar û jinên bî ji bajêr hatin dûrxistin. Di Decamerona Boccacio da, ev tabloya hanê bi mît û efsaneyên seyr hatiye nivîsîn ku hin ji wan koka xwe ji kulturên rojhilatê digirin. Boccacio, wilo qal dike ku ev hesta bîyanîbûnê (alienation) ewqas belav dibe ku piştî demekê dê û bav bixwe zarokên xwe yên nexweş qebûl nakin. Keza zarok jî dê û bavên xwe. Kitêb di dema pandemiyê de qala deh hevalan dike ku di bin karantînayê de ji aciziyê her yek 10 çîrokan vedibêje. Bi temamî 100 çîrokên satîrîk, trajîk û erotîk. Xebateke muazzam e. Heman mijar di xebatên William Bowsky û Elizabeth Carpentier de jî bi awayekî akademîk cih digire.

Gereg ji ber çavan nefilite, di sedsala 14’em de, hêla zanistî ya vê epidemiyê nedihate zanîn. Loma ev nexweşîn bixwe ji bûyereke tendûristî bêhtir rewşeke civakî û polîtîk bû. Berovajî  baweriyên belavbûyî, ev nexweşîn fîceten nehatiye û koka milletê neaniye. Bereks, heya destpêka sedsala 18’em bandora xwe li seranserê Ewropayê bi gurahiyên cihê daye hesandin û hingê li gor çavkaniyan ji sedî 30 heya 50’yî ji nifûsê daye ber xwe û ji holê rakiriye.

Helbet ji bo rewşên awarte bergiriyên awarte divê. Bi vê şewbê dezgeh û saziyên dewletê  xurttir bûn. Çimkî hêzeke qerase diviyabû bo qontrolkirina civakê. Mîsal ji bo têkoşîna li dijî epîdemiyê dezgehên taybet hatin damezirandin li bakurê Îtalyayê. Ev  dezgeh ewçend xurt bûn ku ji şilikê heya şimikê dikaribûn li ser jiyana rojane biryarê bigirin wê dirûst bikin. Van dezgehan, bi rêya van epîdemiyan bere bere hêzên xwe xurttir kirin û bûn bingeha sîstema tendûristiyê ya Îtalyayê û paşê jî ya Ewropayê bixwe. Kesên ku li van dezgehan dixebitin jî tedrîcen dibin xwedî gotin û giraniya wan di siyasetê de jî çêdibe. Foucault, di dersên xwe yên ji bo College de France3  de behsa hêza qontrolkirina desthilatê dike4  û analîza desthilatdariyê bi rêya nexweşînên kotî, weba û xuriyê rave dike. Li gor wî, wexta ku şewbek xwe da der, desthilatdar dişê bergiriyên sedî sed jev cuda bigire ji bo dirûstkirina civakê. Mîsal gava ku weba derdikeve dewlet bi karantînayê nahêle kes derkeve (inclusion) lê gava ku kotîbûn belav dibe nahêle kes bikeve bajêr (exclusion). Ev jî nîşaneye vezelokîtiya (flexibility) hêza qerase ye. Rêziknameyên wê demê jî loda vê hêzê her zêde dikin. Çimkî anegorî van rêziknameyan desthilatdar diyar dikir ka çi li ku derê çawa bête kirin, kî li ku derê bi çi awayî bimîne hwd.

Lê belê digel vê hêza ezamet, gel bixwe jî bertekên xwe nîşan didan. Lê ji hişmendiyeke polîtîk bêhtir ji ber sedemên tirsê. Helbet ev norm nîne lê mîsal gava ku qontrol çêdibû an jî nexweşî dikete nav gelan, millet xwe vedişart û gava ku nexweşek hebûya jî ji rayedaran re nedigotin. Ji hêla din ve wekî her caran kesên zengîn xwedî derfetên lojîstîk û aborî bûn ku xwe ji cihên epidemiyê dûr bixin. Lê çînên binemayî her diman di bin qontrola hêza qerase ya dewletê da.

Wek encama vê webayê, bi kurtasî, bi qewlê hin rewşenbîran ve ji ber kêmbûna nifûsê hevsengî hatiye parastin, rê li ber qirkirina daristanan hatiye girtin û vê jî bandoreke erênî çêkiriye li ser tendûristiya giştî. Ji bilî vê avahîsaziya Ewropayê hatiye guhertin, feodalîzm lewaz bûye, rê li ber dagirkirinên Osmaniyan vebûye.

I. Reykjavik

Piştî serdema navîn heya ya 20’em, hîjyen bixwe xwedî pratîkên dûrî zemanê me bû. Demeke dirêj, pergaleke giştî ya sereb û kêzînê (qanalîzasyon) tunebû li Ewropayê. Yên ku toleta xwe dikirin nediçûn ser avê. Jixwe av bixwe bi maneya îro nîşaneya hîjyenê nebû. Baweriyeke wilo hebû ku ava germ hêza laşî lewaz dike. Loma ye ku serîneşûştin wek nîşaneya arîstokratiyê dihate hesibandin. Li gor gotegotekê, Louisyê 14’em di jiyana xwe da bes carek tenê serê xwe şûştiye. Bi egereke girr ev ji gotegotekê wêdetir ne agahiyek e lê belê ji bo nîşandana hişmendiya wan çaxan mînakeke ecêb e. Hingê yên serê xwe dişûştin yan diçûn serşokên giştî yan di nav kurn an sîtilan da bi potan laşê xwe paqij dikirin an jî diçûn çem û kaniyan. Di malan de ji bo serşokê cihên taybet tunebûn. Qesra Versayê ku xwedî 700 odeyan e ne xwedî zêdetirê çar-pênc toletan bû. Di raportên balyoz û qonsolosan da eyan e ku ji bêhna genî mirov gêj dibû li Versayê. Di baxçeyê qerase yê qesrê de danîna darên pûrteqalê jî ji ber xilasbûna vê bêhnê bû.

Serşok li derekê, çîroka toletan hîn ecêbtir e. Di demên Împaratoriya Romayê de, gûkirin karekî şexsî nebû. Ji bo toletên giştî çend qûlik li cem hev dikolan û bi qaroyan bilind dikirin. Yên ku îşê xwe dikirin hima li kêleka hevdu bûn. Ango toletên wê çaxê cihên sosyalîzebûnê bûn. Yê/a gûyê xwe dikir bi darekî ku di serê wî de sîngerek hebû, qûna xwe paqij dikir û diçû. Yê/a dû jî bi heman darikî.

Ji demên Romayê heya sedsala 20’em gûkirina kesekî/ê nîşaneya çîna wî/ê bixwe bû jî. Yên zengîn di salonên xwe de, di nav qab û qaçaxên rengîn û porselan de, yên feqîr di nav sîtil û beroşên teneke de îşên xwe hel dikirin û hê paşê ji paceyan davêtin orta rê ku rojê hege ne bi sedan be, bi dehan kes jê derbas dibûn. Yên li derve jî diçûn robar û kaniyan. Jixwe hege em bînin bîra xwe ku metropolên sereke yên Ewropayê, mîna Berlîn, Parîs an Londonê xwedî robar û çeman in, îja bi serda jî ava vexwarinê jî ji van robar û çeman temîn dibû, xetereya mezin dê hîn zelaltir be.

Di heman demê de di sûrên bajêr da jî qul û quletengên cuda hebûn ji bo rîtinê ku jê re garderobe (kincdank) dihate gotin. Bi vî hawî em têkiliya gûkirinê û salonan dibînin. Heta karekî bi navê alîkarê gûyê keyî (the groom of the king’s stool) hebû ku bes peywira wî paqijkirina gûyê keyî bû. Balê nedin ser navê vî îşî, ev kar bixwe nedibû nesîbê her kesî û yên ku dibûn alîkar, pirranî ji zar û zêçên arîstokratan dihatin hilbijartin. Karekî biperestîj bû.

Di hişmendiya civakên wê çaxê de kubarî ji paqijiyê girîngtir bû û carna ji bo ku ji mêvanan re bêhurmetî nebe xwediyê malê destê xwe nedişûşt.

Di sedsala 16’em da şaîrekî bi navê John Harrington cara ewil toleteke bişîfon (flushing toilet) çêkir ji bo Elizabetha keybanûya Brîtanyayê. Lê bi hinceta ku zehf deng derdixe, Elizabethê ew bes du sê caran xebitand. Piştî şoreşa endustriyê bajarên qelebalix dihate maneya cihûwarên bi bêhna genî. Loma şert û mercên wê demê zor dida ku çareseriyek bête dîtin. Di 1880’an de camêrekî bi navê Thomas Crapper şiya ku toletên bişîfon bêdeng bide xebitandin û ev yek jî rê li ber belavbûna vê toletê vekir pêşî li Londonê hê paşê li Ewropayê.

Qodên hîjyenê ji şaristaniyên berê heya niha her ku çû şiklekî cuda girte ser xwe û hê jî digire. Di demên awarte de ne tenê ehd û xisletên me yên bijarte diguherin, lê belê xûy û kirinên me yên rojane û jirêzê jî ji vê guherînê para xwe digirin.

1 Ev teorî paşê di salên 1880’yî de cihê xwe ji teoriya mîkrobê re hişt (germ theory of disease).

2 Ev meseleya bêhna qirêjiyê yek ji bertekên herî sirûştî ya cisnê me ye. Bêhna qirêj an şiklê xirab di derhişa me de hesta talûkeyê dilebitîne. Ji demên berê ve sînyalê dide ku em xwe ji wan tiştên deforme û bêhnqirêj dûr bixin. Ji ber vê sedemê ye ku dilê jineke ducanî ji gelek xwarin û vexwarinan li hev dikeve ku di demên asayî de xwarin an vexwarina wan ne pirsgirêk e. Gava ku metabolîzmaya jineke ducanî li şûna ji bo kesekê bixebite ji bo du kesan dixebite, laş pergala bexşangê (immune system) hêdî dike û ev yek jî rê li ber vîrûs û mîkrobên celeb celebî vedike. Çimkî laş xwe diparêze û wek tevdîr xwe ji hin xwarin û alîmentasyonan dûr dixe. Ev bertek, bertekeke gelek seretayî (prîmîtîv) û heya raddeyekê kêrhatî ye.  (Ji bo agahiyeke berfireh binêre: Robert Winston, Human Instinct (Dozîna Mirovî).

3 Ev der ji teref Françoisyê (fransoa) Yekem î keyê Fransayê ve di sala 1530î da hatiye avakirin. Ev sazî ji wê çaxê heta niha li perwerdehiya xwe berdewam e. Yek ji saziyên herî biperestîj e û her kesê ku dixwaze dikare bêyî qeyd û heqdestekê dersan teqîb bike. Gelek xwende û bîrewerên Fransayê li vir ders dane. Foucault jî yek ji wan e. 

4 Ji bo berhevkirineke bi tirkî binêr: Güvenlik, Toprak, Nüfus: College de France Dersleri (1977 – 78), Bilgi Üniversitesi Yayinlari.