25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dîsa bendav, dîsa wêranî û koçberî

Gelê Dêrsimê li hemberî bendava tê plankirin ku li Xozatê bê çêkirin, bi fikar e. Bendava ku îhaleya wê ji aliyê Serokatiya Daîreya HES’ê û Midûriyeta Giştî ya Bendavan a Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) ve hatibû kirin, bi tevlîbûna 55 fîrmayan hat kirin. Lê hêj ne diyar e ka kîjan fîrmayê îhale wergirtiye.

Ji ber çêkirina bendavê gundê Segedîkê yê girêdayî navçeya Xozatê dê di bin avê de bimîne. Her wiha gundiyên ji gundên derdora bendavê der barê rewşa çandinî û sewalkariyê ya li deverê jî bi fikar in. Tê zanîn ku projeyên bendavan ên bi vî rengî li ser erdê ku lê tên çêkirin dibin sedema wêraniyên pir mezin. Bendava ku dê li Xozatê bê çêkirin ji aliyê ekolojî û çandiniya herêmê ve xetereyan bi xwe retîne. Sermiyana ku ji bo bendavê hatiye veqetandin 200 milyon lîre ye.

Çandinî û sewalkarî tê tunekirin

Şêniyên herêmê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivîn û bertek nîşanî çêkirina bendavên dan û diyar kirin ku ew dixwazin proje bê betalkirin. Gundiyan destnîşan kir ku bi temambûna bendavê re gelek erd dê di bin avê de bimînin û girêdayî vê yekê sewalkarî û çandiniya wan dê nemîne. Çandinî dê bi carekê bi temamî tune bibe. Her wiha goristanên kevir ên serdema neolotîk yên ku li gundê Segedîkê hene jî dê di binê avê de bimînin.

Bendav dibe sedema koçkirina gundiyan

Gundî li hember çêkirina bendavê ji gelek aliyan ve bi fikar in. Li gorî ku gundiyan destnîşan kir, çêkirina bendavê dibe ku bibe sedema koçkirina ji warê xwe. Gundiyan diyar kir ku gundên wan debara wan e, ji ber vê yekê ew ê dest bidin hev û destûr nedin çêkirina bendavê.

Gelek kesên ku li bajarên wekî Stenbolê wan dijîn û havînan tên gundên xwe, bal kişandin ser ziyanên bendavê yên li ser ekolojiyê û xwestin ku proje bê betalkirin.     

DÊRSIM